Gireva birçîbûnê yên dijberên siyasî ên Erdogan li zîndanê
Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş tevli Parlementer Abdullah Zeydan û Parlementera DBPê Sabahat Tuncel li girtîgehê dest bi gireva birçûbûnê kirin.
Hevserokê Partiya Demokratîka Gelan (HDP) Selahedîn Demirtaş, Abdullah Zeydan û Sabahat Tuncel ên li Girtîgehên Tirkiyê destnîşan kirin ku li dijî kiryarên derhiqûqî ên li girtîgehan dest bi girêva birçûbûnê dikin.
HDP ku partiya dijberê hikûmeta Tirkiyê ye û ji babeta kursiyên bidestxistî li parlemana Tirkiyê li rêza sêyem de cih digire, kete ber xezeba serokomarê Tirkiyê Erdogan û hevserokên wê û 13 parlemanterên din li gor bernameke ji pêş ve amadekirî hatin girtin û ketin hewsê û ev partiya li referanduma guhertina destûra bingehîn jî wê denê Na bide her ji ber vê yekê zext û zora hikûmeta Tirkiyê ser wê û siysetmedar û rewşenbîrên din ên kurd zêde bûye û li vî halî de li zîndanan jî kiryarên neqanûnî û li dij mirovan ên berpirs û parêzvanên zîndanan jî li hemberî zîndaniyên partiyên kurdî yên wek HDP û DBPê zêde û tundtir bûne.
Daxuyaniya Demirtaş û Zeydan a li ser malpera HDPê hatiye weşandin wiha ye: "Helwesta Midûrê Girtîgeha Edirneyê ji diyalogê re girtî ye û kiryarên wî jî derhiqûqî ne." Her wiha wî bo girtiyên din ên ku ev bi roja ne ku di gireva birçûbûnê de ne tu gavek erênî navêt. Ji ber vê yekê, li hember van kiryaran em ê jî roja îniyê dest bi grevê bikin. Em bang li raya giştî dikin û dibêjin ku bila di mijara grevên birçîbûnê û binpêkirina mafan de hesas bin."
Vê dawiyê Hevseroka DBPê Sabahat Tuncel û 3 siyasetmedarên kurd ên di girtîgehê de peyamek şand û dan zanîn ew jî dê tevli hevserokên HDPê dest bi greva birçîbûnê bikin.
Nasrullah Kuran, Çetin Arkaş û Înan Kizilkaya jî kesên din in ku dest bi greva birçûbînê kirine ne. Kar û kiryarên neqanûnî û nemirovane ên hikûmeta Tirkiyê û berpirsên zîndanan ne dûr e ku endamên din ên HDP û DBP jî tevlî gireva birçîbûnê bibin.
Lê belê ev kiryarên hikûmet û berpirsên zîndanan bi tenê parek ji hegera nerizamendiya rayedarên partiya dijbera Erdogan û piştgira HDP pêk tîne.HDP jî herwek CHP jî bawer e ku guhertina destûra bingehîn li Tirkiyê dibe sedema pêkhatina dîktatoriyê li Tirkiyê û jinavçûna demorasiya herçend kêm a li vî welatî, ew herwiha dibêjin bi guhertina qanûna bingehîn a bi dilê Erdogan, Komara Tirkiyê û sîstema Parlemanî ji bo hertim tê çalkirin. lewma ew dixwazin ku gelên Tirkiyê ji bo xêr û kara xwe û pêşeroja welatê xwe dengê Na bidin referanduma guhertina destûra bingehîn. Ji aliyê din ve Erdogan û AKP bi her awayî dixebitin ku li vê referandumê de dengê Erê bidest bêxin. Lewma wan gişt şeref û rometa xwe danîne ser vê yekê û ji bo vê hedefa xwe her kar û kiryarekê rewa dizanin.
Li vê navberê de welatên Rojavayê jî ku bi nêt û hedefa AKP û Erdogan hesyane helwêsteke wekî ya dijberên navxweyî yên guhertina destûra bingehîn a Tirkiyê girtine ber xwe û heta diyar kirine ku bi pejirîna vê qanûna nû Tirkiye ji demokrasî û prensîpên Yekitiya Ewropayê dûr dikeve û li vî halî de divê endambûna di nav vê yekitiyê ji bîr bike. Li vê rewşê de ev helwêsta YE li kêleka gireva birçîbûnê ya zîndaniyên siyasî dikare gişt propagandeyên pirxerc ên Erdogan û AKP`ê ji bo refrandumê bê encam bike, heta dikare esl û prensîpa vê referandumê jî kêmreng bike. Lewma meselên hanê bûn sedem da ku rayedarên tirk ji bo bêencamkirina bandora wan bi germî ji serdana wezîrê karên derve yê Amerîkayê bo Enqerê pêşewaziyê bike û mafûra sor li ber piyê wî raxîne belkî bikare wî razî bikin ku hin xwestekên Enqerê yên wek vegerandina Fetullah Gulen bo Tirkiyê û rawestandina hevkariyên Waşîngtonê bi PYD re qebûl bike, da ku li referandumê wê wek puanekê ji serkevtina siyasetên AKP û Erdogan bidin zanîn.