AKP û Erdogan ji bo bidestxistina dengê Erê li refrandumê herkarekî dikin
Dewleta AKP`ê ya Tirkiyê dîsa Yekitiya Ewropayê (YE) tawanbar kir ku li karûbarên Enqerê mudaxile dike.
Li gor nivîsîna IRNA, Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim cardin Yekitiya Ewropayê (YE) tawanbar kir ku li karûbarên Enqerê mudaxile dike û îdia kir ku bi pêşveçûna Tirkiyê li riya sîstemeke demokratîk bûye sedem ku roj bi rojê gotinên nijadperestiyê yên rayedarên ewropî li dij rayedarên tirk zêde bibin.
Yildirim herwiha îdia kir ku ewropî li refranduma qanûna bingehîn ya Tirkiyê ku meseleke navxweyî mudaxile dikin û dijminatiyên li dij Receb Teyib Erdogan li Ewropayê herdiçe zêde dibin.
Karzanên siyasî bawer in ku dewleta AKP ku serok û birêvebirê wê yê sereke Receb Teyib Erdogan e û serokwezîrê tirk li eslê xwe de fermanberê wî tê hesabê li emrê xwe ye zêde ji 10 salî de çen şaşitiyên mezin kirine ku ya sereke eva ye ku bideshilatkirina Erdogan daniye pêşberî qazanc û berjiwendiyên neteweyî yên Tirkiyê û şaşitiya din jî eva ye ku şeref û rometa siyasî ya partiya serdest kiriye fidayî berjiwendiyên hin welatên din ku bona bideshilatbûna Erdogan destekê didin dewleta AKP`ê. Dewleta AKP li gor telîmat û fermana Erdogan ji bo ku deshilata tam jêre pêk bîne her karek ku ji dest wwere dike, lewma hewlda ku hest madeyên qanûna bingehîn biguherîne û li pratîkê de Parlemanê bê deshilat bike û dewsa wî deshilata tam bêxe destê serokomar ku şexsê Erdogan bi xwe ye. Lewma bona ku ev guhertina qanûnî ji rû ve rewa were nasînê biryare ku refrandumek li 16 Nîsanê li bara wê pêk were û ji bo ku AKP û şexsê Erdogan bi xwe bikare li vê refrandumê de dengê Erê bi dest bêxe dest davêjin her kar û kiryarekê ku yek ji van kiryaran girtina dijberên dewleta AKP û Erdogan bi teybet siyasetmedar, endamên partiya qanûnî ya HDP û rewşenbîrên kurd û birîna hewsên demdirêj ji wan re ye. AKP herwiha ji bo ku dengê Erê yê kurdan bi dest xîne, dest avêtiye hileyên ku pirtir dibin sedema bêrometî û bêşerefiya wê bi xwe. Yek ji wan eva ye ku li plakardên xwe yên propagandeyê nivîsîne: ``Denê wê yê Erê wek şandina fatiheyê ji bo Şêx Seîd û Hevalên wî ye``. Ev di rewşekê ye ku serhildana şêx Seîd û hevalên wî bi destê dewleta nijadperest a tirk (Atatirk) ku ji vê babetê ve ti ferqeke wî bi hikûmeta Erdogan û dewleta AKP re tine hate serkutkirin û ew jî hatin îdamkirin.
Dijberiyên niha yên navbera dewleta Tirkiyê û Yekitiya Ewropayê jî ne ser berjiwendiyên neteweyî yên vî welatî û ne jî ser endametiya Tirkiyê di nav Yekitiya Ewropayê ye, belkî ev dijberiyana bi tenê ser vê yekê ne ku Erdogan dixwaze li Tirkiyê deshilata tam bi dest bêxe û vî welatî anagorî fikr û xwesteka xwe bi rê ve bibe, Welatên Yekitiya Ewropayê yên wek Almanya, Hollanda û Otrîş dibêjin: dema ku deshilata tam bikeve destê Erdogan êdî dîktatorî li vî welatî de sedest dibe û divê hêviyên demokrasiyê li Tirkiyê çal bikin. Divê were gotin ku Erdogan ji nakokî û kêşeyên navbera Tirkiyê û YE sûdê werdigire ji bo ku xwe û tikên li Ewropayê mezlûm bide nasandinê û ji vê rêkê denên Erê ji bo refranduma xwe bidest xîne.
Li dewiyê lazim e ku were gotinê li gor guhertina 18 madeyên qanûna bingehîn a Tirkiyê berî her tiştî gişt deshilata parlemanê dikeve destê Erdogan û ya din jî eva ye ku serokomar dikare wek endam an serokê partiya xwe bimîne ku li vî halî jî ew deshilata kêm ku lidest parlemanê dimîne li pratîkê li bin bandora serokomar dimîne û serxwebûna wê ji nav diçe û ji aliyê din ve jî serokomar dikare endamên konseyên dadweriyê û dadgehan bibêjêre ku li vê rewşê de teşkîlata dadweriya Tirkiyê jî êdî serbixwe namîne.