Adar 29, 2017 17:31 Asia/Tehran
  • Tekezkirina Îranê ser jiholêrakirina  tam a çekên navokî wek xwesteke cîhanî

Komara îslamî ya Îranê wek piştgireke cidî yê cîhana vala ji çekên navokî, cardinê ser xwesta rewa û daxwaza cidî ya civaka cîhanî jibo jiholêrakirina çekên navokî sekinî.

  Xulamelî Xweşrû, balyoz û nunerê herdem ê Komara Îslamî ya Îranê li NY roja sêşemiyê li axiftinekê li beşa  pilebilind a civîna  muzakira  belgeya hiqûqî ya qedexetiya  çekên navokî li Niewyorkê got :Serneketina hewldanên navneteweyî û belgeyên mîna  NPT`yê derheq wêdebirina  gefa  mezin a çekên navokî, cihneanîna berpirsiyariyên jiçekkirina  navokî ji aliyê welatên xwediyê çekên navokî ye.

  Xweşrû her wiha li bara  boykotkirina vê civînê ji aliyê  welatên xwediyê çekên navokî got :

Welatên xwediyê çekên navokî bêyî ku bala xwe bidin ser xwesteka cîhanî, li halê nûjenkirina  cebilxaneyên  xwe yên navokî û çêkirina  kumikên  navokî yên nû yên  kavilker in.

 Wî her wiha  bal kişand ser boykotkirina  vê civînê ji aliyê welatên  xwediyê çekên navokî û got: Îran  wek goriyê çekên navokî gefa çekên tevkujiyê bi başî seh dike û micid e ku  hewldanên  dîplomatîk jibo rizgarkirina  mirovahiyê ji vê gefê, çalakane beşdar bibin.

 Ev muzakire divê bibin sedema  pêkhatina belgeyeke  navneteweyî ku li gor wê çêkirin û berhemanîn, ceribandin, guhestin, bicihkirin, nûjenkirin û xebitandina  çekên navokî bi her awayî qedexe ye .

Li navça  Rojhilata navîn jî her ev gefa  bi şikleke din tê dîtin. Saziya  navneteweyî ya  lêkolînên  aşitiyê yên  Stukholmê midehek berî niha di raporekê de ragihand: Îsraîl xwediyê  100 kumikên navokî ye. Îsraîlê bi alîkariya  Emerîka, Fransa û Brîtanyayê bi sedan  bombe û kumikên navokî bi dest xistine û tenê welatê xwediyê çekên navokî di Rojhilata Navînê de ye.

Hesen Rûhanî serokê Komara Îslamî ya îranê çar salan berî niha  li civîna jiçekkirina  navokî di NY de diyar kir: werin di dewsa çekên navokî de, em çavkaniyên  xwe yên aboriyê bikin xerca  geşatî û pêşketina  welatan, kokbirrkirina destengî û xizaniyê, nexwendewariyê û nexweşiyan. Werin  em cîhanekek vala ji çekên navokî jibo nifşên siberojê wek mîrat bihêlin. Ji ber ku  eva mafê wan û berpirsiyariya me ye.

 serokê Koamra îslamî ya Îranê pêşniyar kir : Bila  roja 26 Îlona her sal roja  navneteweyî ya jinavbirina  çekên navokî were bi navkirin û ev pêşniyara  ji aliyê civata giştî ay NY va hat pejirandin.

 Niha bi hezaran  bombe û kumikn navokî di cîhanê de hene ku dikarin çend caran  topa erdê ji holê rakin lê dîsa jî welatên xwediyê van çekana  bi milyaran dularî xerca nûjenkirina  wê dikin û hîn jî Emerîka û rejîmên mîna Îsraîlê ne ku hewl didin sebebkarên  sereke yên bêewlehî û gefa rastîn  li navçê û cîhanê binuxumînin.