Adar 17, 2017 17:21 Asia/Tehran
  • Şirove - Dewama siyasetên zêdexwazîyê yên Israîlê bi hevrêtiyên Amerîkayê

Bênyamîn Nêtanyahû serokwezîrê Rêjîma Siyonîst pêncşemiyê şevê ragiahnd ku ew ê soza xwe li bara avakirina bajarokên siyonîstnişîn ên teze li Kêleka Rojavayî ya çemê Urdinê pêk bîne.

Bênyamîn Nêtanyahû çend saetan berî viya berî hevdîtina xwe ya duyem digel Cêyson Grînbelat şandiyê taybet ê Donald Trump serokoamrê Amerîkayê bo Rojhilêata Navînê, her wiha got ku hêvî dike digel Waşîngtonê li bara pêşeroja bajarokên siyonîstnişîn lihevkirinên giştalî bi dest bixin.

Bi hatina Donald Trump bo Koşka Sipî rûçirîtî û bêşermiyên rayedarên Rêjîma Siyonîst duqat bûne û her roj planên teze ji bo avakirina bajarokên nû lie rdên filsitîniyan tevî dayîna biryarnameyên vê dawiyê yên Konseya Ewlehiyê ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî li bara rawestandina van bajaroksaziyan pesend dikin. Di dewama piştigriyên hertimî yên Amerîkayê ji Rêjîma Siyonîst wezareta karên derve ya Amerîkayê destnîşan kir ku biryara serokoamrê vî welatî ji bo kêmkirina bûdceyê, alîkariyên çekdarî bo Rêjîma Siyonîst nagire ber xwe.

Gurrbûna berfirexwaziyên Rêjîma siyonîst di rewşekê da ye ku Amerîkayê di salên dawî da amadetiya xwe ji bo zêdekirna alîkariyên bêveger yên salane bo Israîlê ragihandiye. Li gorî lihevkirinameya niha, Rêjîma Siyonîst her salê sê miliyar dolarî alîkariyê werdigire; Lê li gorî lihevkirnameya teze ku heta 10n salan diakre cih were, Israîl mezintirîn pakêtên alîkariyên leşkerî yên Amerîkayê di heyama dîroka vî welatî bo aliyê biyanî dê werbigire. Eva li halekî ye ku ev pakêta teze alîkariyên malî yên Amerîkayê bo Israîlê ji wan azadiyên bêmînak û kêmdîtî li warê bikaranîna wê ye; tevî ku li vê pakêtê ev bijarde jî heye ku KOngreya Amerîkayê her salê diravekî lê zêde dike. Li vê çarçovê Rêjîma Siyonîst dixwaze alîakriyên leşkerî yên bêveger ên Amerrîkayê heta 42 heta 45 miliyar dolarî di heyama dehsaliya 2018 heta 2028 e ku Amerîkayê jî bi awayê nerasterast ew yek qebûl kiirye. Amerîka bi awayên cûrbicûr li dû zêdekirna şiyana rêjîma dijî aştî û serkutker a siyonîst û karekî viha nîşana çiraya kesk a waşîngtonê bo Rêjîma Siyonîst ji bo gurrkirina cinayetên wê û berfirexwaziyên vê rêjîmê tê hesêb. Amerîka wek hevpeymana herî girîng a Rêjîma Siyonîst ji dema ragihandina hebûna sexte ya vê rêjîma xasib û dagirker zêdetirîn piştgirî û alîakrî daye wê. Bi nêrînekê li ser pêvajoya danûstandinên Amerîka û Rêjîma Suiyonîst em dikarin têbigihêjin ku parastina peywendiyan digel Rêjîma Siyonîst xwedan cîgeheke taybet li siyaseta derveyî ya Amerîjkayê ye û rayedarên amerîkî bi tu awayî naxawzin ku ev peywendî û têkilî bikeve bin bandora mijareke din.

Alîkariyên Amerîkayê bo Rêjîma Siyonîst beşeke zêde ya alîkariyênn derveyî yên Amerîkayê digire ber xwe û piştgiriyên Amerîkayê ji Rêjîma Siyonîst ku beşa sereke ya wê bi awayê alîkariyên leşkerî ye roleke taybet li warê dewama siyasetên berfirexwazî û şerxwaziyê yên Rêjîma Siyonîst heye. Raberkirina alîkariyên mezin ên malî û çekdarî yên Amerîkayê bo Israîlê li halekî ye ku ji hêla qanûnên Amerîkayê bib xwe jî ev alîkarî ne-qanûnî ne; Ji ber ku li qanûna derfirotina vî welatî raberkirina alîakriyên leşkerî bo rêjîmên ku çek an diravê Amerîkayê bo armancên êrîşkerane û tundiyê bi kar tînin, hatiye qedexekirin. Xala balkêş ew  e ku tevî tûşbûna gelê Amerîkayê bi pirsgirêkên cûrbicûr ên aborî li salên vê dawiyê da, piçek ji alîkariyên dewletên Amerîkayê bo Rêjîma Siyonîst ku ji bac û xeraca gelî vî welatî bo vê rêjîmê tê dayîn, kêm nebûye; belki bi awayên cûrbicûr ev alîakrî zêde jî bûne.