Sefera wezîrê berevaniya Erebistanê bo Amerîkayê; hevdîtinek bona hedef û armancên stratejîk
Ji çaxê ku Donald Trump bûye serokomarê Amerîka, Erebistanê dest bi siyasetên xwe yên dijî Îranê kir û hema li vê çarçîvê Muhemed Bin Selman wezîrê berevaniya Erebistanê seredana Waşîngtonê kiriye û tev Trump hevdîtin pêk anî.
Bingehên nûçan ragihandine ku li hevdîtina wezîrê berevaniya Erebistanê tev Donald Trump serokkomarê Amerîka her du aliyan li ser berfirehkirina peywendiyên navbera du welatan axivîn, ku yek ji wan çawaniya sermayeguzariya Erebistanê li Amerîkaye û babeta din jî dayîna mecala zav bona kompaniyên amerîkî ji bo ketina nav bazara Erebistanê ye.
Bingehên nûçan ji wan Ruters`ê jî ragihandine ku babetekî gotûbêjên dinavbera wezîrê berevaniya Erebistanê û serokkomarê Amerîka, xebata ji bo wekî gef nîşandana Îranê li navçê ye.
Ruters`ê ragihandiye ku Mişêwirê derecebilinde cîgirê welîehdê Erebistanê li daxûyaniya xwe li vê barê ragihandiye ku Civîna du aliyan rewşê dê ber bi riya dirust rênimûnî dike û guhartinekî berbiçav li peywendiyên navbera du welatan bitaybet li babetên siyasî, eskerî, ewlehî û abûrî çê dike.
Karbidestên Riyazê ji ber siyasetên dewleta Trump gelekê gelekê geşbînin ku desthatên baş ji vê seferê bînin dest.
Li vî halî da Riyazê bona ku bala Amerîka ber bi xwe bikşîneû pêştevaniyên zav ji Amerîka verbigre, sê siyaset girtine ber xwe.
Babeta ewilê evaye ku Erebistanê dixwaze wisa nîşan bide ku li ser rûdawên navçê vî welatî nexş û rolên girîng hene.bo nimûne Erebistan dixwaze wisa nîşan bide ku êrişa Riyazê ser Yemenê ku destdirêjiya eşkera dijî Yemenê ye li çarçîva êminkirina navçê bide zanîn.
siyaseta dudyan a Erebistanê evaye ku dixwaze Îranê wekî gefek li navçê bide zanîn ku helbet babetekî serekeye gotûbêja dinavbera Donald Trump serokkomarê Amerîka û Muhemed Bin Selman wezîrê berevaniya Erebistanê jî hema li vê barê bûye.
Siyaseta sisyane Erebistanê jî evaye ku Riyaz dixwaze wisa nîşan bide ku peywendiya welatên erebî tev Rejîma Siyonîstî ketiye rewşa normal û Riyaz dixwaze Amerîka arxayîn bike ku îdî tu dijayetiyed li dij siyasetên Îsrayîl li navçê tune.
Gotinên vê dawiyê yên Lîbêrmen wezîrê şerê rejîma Siyonîstî ku ragihand ku peywendiyên navbera Îsrayîl tev Erebistanê gehiştiye qunaxekî pêşketinê , vê siyaseta nîzikbûna Riyazê û Rejîma Siyonîstî nîşan dide.
Helbet Erebistanê siyasetekî din jî heye û ew jî evaye ku dixwaze wisa nîşan bide ku gelek hejî kirrîna çek û sîlahan ji Amerîka dike ta ku bi vê siyasetê pêngavek ber bi nêhrîna abûrî û tecarî Trump hilîne.
Gor rapora Pentagunê Erebistanê ji sala 2009 heta niha bi erzişa 115 milyard dolar çek û sîlah ji Amerîka kirriye , helbet welatên erebî yên derûdora Kendava Farsê heta niha 200 milyard dolar çek û sîlah ji Amerîka kirîne.
Helbet Erebistan li halekê ketiye nav vê lîstika bi xeter ku van cure siyasetên Riyazê heta niha rastî işkestê hatine