Adar 14, 2017 17:13 Asia/Tehran
  • Pêkutîya Bişar Esed li ser dewama rola taybet a gel li qada sîyasî ya Sûrîyê

Bişar Esed serokomarê Sûrîyê pêkutî kir serokomar ji alîyê gelê vî welatî va tê bijartinê ne ji hêla alîyên bîyanî û NY va. Bişar Esed di eynî demê da qedrê Îranê bi hegera hewldana bo piştgirîya ji Sûrîyê li şerê dijî têrorîsmê û piştgirîya Têhranê ji Şamê li deverê û dinyayê girt.

Tîkilîya zêdetir a navnetewî ligel Bişar Esed misogerbûna cîgeha Bişar Esed wekî serokomarê qanûnî yên Sûrîyê nîşan dide. Eva li halekî ye ku hewldanên berdewam û berfire yên Bişar Esed di warê têkoşîna dijî têrorîsmê da zêdetir ji ber bala cîhanê ser xwe da kişandine, lewma di van mehên dawîyê da em dibînin ku hewldanên navnetewî jibo danûistandina ligel Bişar Esed wekî sembola pergala sîyasî ya niha li Sûrîyê ku di rêza yekem a têkoşîna li hemberî têrorîsmê da ye, berfire bûne. Ev danûistandina welatên rojavayî jî digire ber xwe û di van mehên dawyê da me dît ku sazîyên gelanî û gellek dezgehên civaka sivîl ên rojavayî bi Bişar Esed ra ketine têkilîyê. Eva nîşan dide ku Şamê cîgeha xwe nemaze di asta sîyasî û navnetewî da jinûva bidest xistîye. Pêkutîya hin welatên ereb ser vegerandina Sûrîyê nav Yêketîya Ereban û pêkutîya hin welatên ewropî li ser pêwîstîya rakirina hin pêngavan li Yêketîya Ewropayê jibo danûistandina zêde ligel dewleta niha ya Sûrîyê li şerê dijî têrorîsmê, di vê çarçovê da dikare bê nirxandinê.

Eva li halekî ye ku dewletên rojavayî berî vîya li ser rûxandina delweta qanûnî ya Sûrîyê disekinîn û niha jî hin dewletên hanê bi awayekî sergirtî vê sîyaseta destwerdanê û bikîn dişopînin. Nîşanên vê sîyasetê bi aşkirayî li civînên têkildarî çareserkirina qeyrana Sûrîyê li welatên rojavayî ji wan li muzakirên Jênêvê xûya dikin.

Lê bereya serdest û pirranî ya navnetewî bi dû destkevtên Sûrîyê li têkoşîna dijî têrorîsmê, li muzakirên Astanê bi mêhwerîyeta hewldanên Îran, Sûrîye û Ûrsêtê li Qazaqistanê derketîye holê û Tirkîye jî heta astekê di rû da hevrêtîya wê dike.

Hêjayî gotinê ye ku yek ji pîvanên sereke yên civîna Astanê, helwesteke rastbînane û anegorî dengê gelê Sûrîyê li pêvajoya veguhestina sîyasî li vî welatî bûye û vê yekê dide xûyanê ku mijara esasgirtina dengên giştî li her guhertineke sîyasî ya ihtimalî li Sûrîyê divê bi rizamendî ango dengê gelê Sûrîyê be neku her cure çareserîyeke sîyasî jibo Sûrîyê ku rola gel û pergala gelanî ya niha ya vî welatî têda tinebe narewa ye û ji alîyê gelê Sûrîyê û raya giştî va jî nayê pejirandin.

Hêjayî gotinê ye ku li plana isûlî ya ku Îranê li bara qeyrana Sûrîyê rabekirîye jî, pêkutî li ser bijartina serokomarê Sûrîyê ji hêla gelê vî welatî va hatîye kirin. Li gorî konvansîyonên navnetewî jî kifşkirina rayedaran erka gelê wî welatî ye û ji dewletên bîyanî hatîye xwestin ku bandorê li vê mijarê nekin. Xala girîng a din ew e ku pirranîya gelê Sûrîyê bicaran piştgirîya xwe ji serokomarê vî welatî dane dîyarkirin. Di vê çarçovê da Bişar Esed li hilbijartinên serokomarîya Sûrîyê ku di 3`yê Hezîrana sala 2014`an da hatin lidarxistinê, bi pirranîya dengan jibo cara sêyem û dewreyeke heftsalî wekî serokomarê vî welatî hat bijartinê.

Li gorî rastîyên bi vî rengî ye ku Stêfan Dî Mîstûra nunerê NY li karên Sûrîyê bi aşkirayî pêkutî kirîye ku gotûbêjn ligel Bişar Esed serokomarê Sûrîyê yê berdewam bin ji ber ku Esed beşeke girîng ji rêçareya sîyasî ya qeyrana vî welatî ye.