Teqînên terorîstî li Şamê, liv û tevgerên kirêt ên terorîstan li Sûriyê
Hejmara şehîdên du teqînên terorîstî yên roja şemiyê li navça Bab Musellayê ya Şamê gihêşt 59 kesî û eva li halekê ye ku ji ber xirabbûna halê hin birîndaran, muhtemel e hejmara şehîdan zêdetir jî bibe.
Çavkaniyên sûrî bi ragihandina hejmara şehîdên teqînên terorîstî yên roja şemiyê li Şamê gotin: 47 kes ji şehîdan, ziyaretkir û welatiyên sivîl û piraniya wan jî şîeyên iraqî ne.
12 kes ji hêzên gelanî yên Sûriyê jî li encama teqînên hanê şehîd bûne. Teqînên roja şemiyê li Şamê yek ji teqînên herî xwînbar li paytexta Sûriyê ji dema destpêbûna qeyranê li vî welatî ye .
Qeyrana Sûriyê ji sala 201`an bi êrişa berfireh a grûpên terorîstî yên ku Erebistan, Emerîka û hevpeymanên wan ji wan Tirkiye piştgiryê didin wan jibo sernixûnkirina dewleta qanûnî ya Beşar Esed serokkomarê Sûriyê destpê bûye.
Piştî derbeyên giran ku li operasyona azadkirina navçeyên curbicur li mehên derbasbûyî li grûpên terorîstî ketin, endamên DAIŞê liv û tevgerên xwe li rojên derbasbûyî li Sûriyê zêde kirine û dest bi kuştina zêdetir a xelkê sivîl kirine.
Çavdêrên siyasî giranbûna cinayetên terorîstan li Sûriyê li çarçoveya bandora ser işkesta tam a terorîstan li vî welatî dinirxînin.
Operasyona sûriyan jibo paqijkirina tam a welêt ji lepên terorîstan ku wek tîrê xelasiyê bo hemî grûpên terorîstî li Sûriyê tê hejmarê, bûye sedema şepirzetiya terorîstan û ruhiyeta wan pir lawaz kiriye.
Di rewşeke wiha de terorîstan li Sûriyê jibo pêkanîna tirs û xofê bona rawestandina operasyona Sûriyê li dijî terorîstan ,operasyonên xwe yên terorîstî li Sûriyê berfireh kirine. Zêdebûna cinayetên terorîstan têkiliya xwe heye bi liv û tevgerên wan jibo wergirtina serpişkiyan ji riya muzakirên siyasî ku navbera dewletê û neyaran heye.
Hejî gotinê ye ku alûgurên Sûriyê li mehên vê dawiyê di bin bandora hewldanên siyasî ji wan muzakirên Astanê de ne ku çend dewrên wê li mehên buhurî hatine lidarxistin û ew hewldan heya astekê prespektîveke rohn û zelal jibo çareserkirina qeyrana Sûriyê ji kanalên siyasî pêk aniye.
Li vê barê Beşar Ceferî nunerê dayim ê Sûriyê li NY û nunerê dewleta vî welatî li piraniya muzakirên aşitiyê li bara Sûriyê ji wan muzakirên Jinêvê midehek berî niha eşkere kiribû ku hin qawetên rojava û alîgirên grûpên terorîstî hewl didin bi zexta siysî û eskerî ser dewleta Sûriyê, Şamê neçar bikin daxwaziyên grûpên terorîstî qebûl bikin.
Lê dîsa jî karbidestên sûrî tekez dikin zext û kiryarên terorîstî rê li ber dewama rawestana li ber terorîzmê û azadkirina erdên dagrbûyî yên Sûriyê nagirin.
Piştgiriyên zêde yên Tirkiyê û Emerîkayê ji terorîstan ku li çarçoveyên curbicur jibo mudaxila li rawstana artêşa Sûriyê li hember terorîstan cih tê roleke giring hebûye ser cidiyeta terorîstan jibo girantirkirina conayetên wan li Sûriyê.
Zêdebûna kiryarên terorîstî li Sûriyê pêwîst dike ku teybîrên cidî jibo rawestana li ber terorîstan û puiştgiriya ji dewleta Sûriyê bên berçav girtin. Bguman her cure sersariya li vê barê û her wiha dewama piştgiriyên dewletên rojavayî dê bibe sedem ku dûhat û gefên terorîstan li her derê cîhanê belav bibe.