Adar 08, 2017 18:03 Asia/Tehran
  • Civîna wezîrên karên derve yên Yekitiya ereban ji nehevdengiyan heya dewama siyasetên durû

Civîna wezîrên karên derve yên Yekitiya Ereban roja sêşemiyê li Misrê li halekeê hat li dar xistin ku ji ber beşdarnebûna wezîrên karên derve yên hin welatan cardinê kûrahiya pirsgirêk û dewama rêzbendiyên siyasî li vê yekitiyê nîşan da.

Eva li halekê ye ku helwêstên newekhev ên Yekitiya Ereban li bara qeyranên giring ku welatên erbî pêre rûbirû bûne cardinê ew rastiya ku  ev yekitiya  li warê siaysî û navneteweyî helwêstên  hevseng û yeksan tine, nîşan daye. Civîna wezîrên karên derve yên  welatên endamê Yekitiya Ereban roja sêşemiyê li halekê li Qahirê hat li dar xistin ku  wezîrên karên derve yên  ERebistan, Behreyn , Kuweyt û Qeterê têde  beşdar nebibûn û Ehmed Qetan balyozê Erebistanê li Qahirê bi nuneratiya  ji aliyê Adil Cubeyr wezîrê karên derev yê vî welatî li vê civînê beşdar bibû.

Valabûna  kurisyên  welatên erebî yên derdora kendava Farsê li civîna  Yekitiya Ereban, kûrahiya pirsgirêk û bêtifaqiyê li Yekitiya Ereban eşkeretir kir. Yekitiya ku qaşo sembola  yekitiya welatên  ereb jibo damezrandian  aşitî û aramî û hevkariya  zêdetir li hemî waran e û bi van armancana hat avakirin lê niha  bûye weke yekitiyeke  bêbandor û amûreke siaysî jibo welatên  mîna  Erebistanê ku  teê daxûyaniyan derdixîne bêyî kurêçareyeke bingehîn  jibo qeyranên navçeyî ji wan  mesela Filistînê, qeyrana  Sûriyê, Yemenê û Lîbyayê raber bike.

Wezîrên karên derve yên ereban, li 147`mîn civîna  Yekitiya Ereban bêyî ku ti rêçareye praktîkî raber bikin bi sloganekê ji welatên erebî û Îslamî xwestinbi kiryareke hevpar û berfireh avakirina  welatê Filistînê bifermî nas bikin. Wan her wiha êriş û destdirêjiyên  berdewam ên bajaroknişînên siyosnît ên fanatîk ser mizgevta Eqsayê tenê bi sloganan şermezr kirin û wê wek derbasbûna ji cixîza sor  dan zanînê.

Propagende û helwestên rûvekî yên Yekitiya Ereban li bara Filistînî wisa bûye ku hin endamên vê yekitiyê ew protesto kirine bi curekê ku  wezîrê karên derve yê Iraqê li vê civînê eşkere bal kişand ser mesela Filistînê û got : Divê dev ji  xitabe û daxûyaniyên li bara mesela Filistînî berdin û jibo vê meselê di pratîkê de li dû rêçareyê bigerin.

 li civîna navbuhurî daxwaza  dewleta Iraqê ku Îbrahîm Ceferî wezîrê karên derev yê Iarqê li civîna Yekitiya Ereban li Qahirê hilêxistibû, nehat hilkolandin.

 Îbrahîm Ceferî li mersima destpêkê ya vê civînê ji welatên  ereb xwestibû dawiyê bidine rawestandina  endametiya Sûriyê li Yekitiya Ereban.

 Ehmed Ebûqeyt, sekreterê giştî yê Yekitiya Ereban li bara nehilkolandina  ev daxwaza dewleta Iraqê li civîan rojnamevaniyê ku piştî vê civînê hat li dar xistinê got :Rewş jibo dayîna biryarê li bara vegeriyana  Sûriyê nav Yekitiya Ereban û endametiay wê xweş nîne.

 Yekitiya Ereban heta nexwestiye propagende û qaşo piştgiriya xwe ji gelê Sûriyê li hember êrişa terorîstan ser Sûriyê cih neaniye û heta komplo û cinayetên  hin hukimdarên  ereb bi hevkariya  dewletên  rojvayê li dijî gelê Sûriyê nuximandiye.

Jixwe Yekitiya Ereban dewsa ku bikeve av proseya çareserkirina  qeyrana Sûriyê, di hember hewldanên navneteweyî û navçeyî jibo çareserklirina  qeyrana Sûriyê  berbend çê kirine û jibo  rawestandina  endametiya Sûriyê nav Yekitiya Ereban tev geriyaye.

 Ev kiryara kirêt û nebaqil ku bi hewldana  welatên Rojavayê cih hatiye zêdetir ji berê şopandina vê siasyetê ji aliyê Yekitiya Ereban jibo bidestxistian kontroal navçê  nîşan da . Bêguman siaysetên wiha  bi xerez pir derbe li  cih û şûna  Yekitiya Ereban daye ku  çavên xwe  ser  pirsgirêkên welatên ereb  girêdaye.