Şerê navxwe di nav Dewleta Amerîkayê de
Îdiaya nû ya serokomarê Amerîkayê Donald Trump li dij serokomarê berê Barack Obama li warê guhdarîkirina gotûbêj û telefonên navenda propaganda û hewldanên hilbijartinê yên Trump li gor fermana Obama bûye kêşeyeke nû li dij dewleta nû ya vî welatî ku weke şerê navxweyî di nav dewletê de tê heibandin.
Serokê Polîs Fedral yê Amerîkayê (FBI) James Comey ji serokê xwe wezîrê Dadê Jefferson (Jeff) Sessions xwestiye ku îdiaya Trump ya ku dibêje Obama destûra guhdarîkirina gotûbêj û telefonên wî li birca Trump li dema propagandên hilbijartinên serokomariyê daye red bike.
Eşkerabûna pêwendiyên navbera derûdorên Trûmp û rayedarên rûs yên wekî sefîrê Rûsyayê li Amerîkayê li dema propagandên hilbijartinê û li dema veguhestina dewletê ev guman ji Trump re çêkiriye ku Obama fermana guhdarîkirina gotûbêj û telefonên wî û derdorên wî daye. Lê belê li her rewşekê de ev tometbariya mezintir ji vê yekê ye ku bi dû xwe re erdheja siyasî neyîne. Ji dema ku Trump ev îdiaya li Twittera xwe de weşandiye derûdorên Obama û serokên Partiya Demokrat li Kongereyê de ew bi tundî red kirin û hin Komarîxwazan jî xwestine ku Trump li vê barê de belgeyên zêdetir bide weşandinê û îdiaya xwe bi belge û dekumant îsbat bike.
Li vê rewşê de berdevkê Koşka Sipî jî gotiye ku heya dema ku komîteyên pêwendîdar li Kongereyê ev mesela hil nekolandine, ti tiştekê ser vê guhdariyê nabêje. Vê meselê ev hitmala ku Trump ji bo îdiaya xwe belge û hegerên bawerpêkirî tine, zêde kiriye.
Niha FBI ku teşkîlata herî sereke ya dabînkirina ewlehiyê di nav Amerîkayê de ye ji wezareta Dadê xwestiye ku vê îdiaya Trump red ke û rê li ber kêşeya mezin a di navbera dewleta vê demê û ya berê bigire. Heya berî vê îdiayê nakokî û kêşe di navbera dewleta vê demê û ya berî wê an jî di navbera du partiyên Demokrat û Komarîxwaz bû, lê niha ev kêşe û nakokiya ketiye nav partiya Komarîxwaz bi xwe. Îdiaya Trump nerasterast FBI`yê jî tawanbar dike, çûnku gumanberê serke yê guhdarîkirina gotûbêjan FBI bi xwe ye, heke ev îdiaya îsbat bibe ev teşkîlata sûçdar e ku nekariye ewlehiya navenda hilbijartinê ya Komarîxwazan dabîn bike. Lewra dema ku ev îdiaya dikeve rojevê berî herkesî serokê FBI`yê James Comey wê red dike. Bi vî karî wezîrê Dadê ku ser kêşeya pêwendiya nehatî ragihandin a bi Sefîrê Rûsyayê re li Waşîngtonê rastî pirsgirêkê hatiye ketiye ser du riyekê. Niha Jeff Sessions divê biryara bide ku piştgiriya îdiaya Trump ya muhtemel bê belge bike an jî bawer û xwesteka serokê FBI qebûl bike li her du halî de duhatên xirab li pêşberî wezareta Dadê ya Amerîkayê ne.
Wer xuya dike her ku dem derbas dibe kêşe û gêreya navbera teşkîlatên deshilatdariyê li Amerîkayê zêde û berfire dibe . Hîn dosiya pêwendiya derûdorên Trump bi rayedarên rûs nehatiye girêdan ku dosiyeke din ve bûye. Li vê pêvajoyê de Koşka Sipî, Kongere, Komarîxwaz û Demokrat, civaka înformasiyonê û dewleta vê demê û ya berê bi hev re ketine nav pevçûn û şerekî giran. Encama van dosiyeyan çi dibe bila bibe, lê rastî eva ye ku gendelî, hevdu tometbarkirin, binpêkirina qanûnan bûye beşek ji xebat û hewldanên siyasetmedarên amerîkî yên du partiyên sereke yên Komarxwaz û Demokrat.