Adar 06, 2017 16:39 Asia/Tehran
  • Dîtin û nêrîna rêberê Înqilabê li bara pewendiyên Îranê û Komara Azerbaycanê

Hezretê ayetullah Xamineyî rêberê giranqedr ê Înqilaba îslamî roja yekşemê li hevdîtina digel Îlham Eliyev serokomarê Azerbaycanê helwêstên dewleta Komara Azerbaycanê li bara Komara Îslamî ya Îranê ji wan li gotûbêjên navokî gellek baş nirxandin û got: Dewleta Komara Azerbaycanê li civîn û civatên siyasî hertim li kêleka Îranê bûye û ev helwêsta erênî du welatan zêdetir ji berê nêzikî hev dike.

Li gotinên rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî xaleke din agirîng jî hebû û ew jî amajeya bi hêrsbûna dijminan ji ber peywendiyên nêzik di navbera Îranê û Komara Azerbaycanê ye. Rêberê Înqilabê tevî ronkiirna vê xalê bi bîr xist ku Rêjîma pîs û fêlbaz a siyonîst zêdetir ji hemû dijminan ji bo lawazkirina peywendiyên birayane yên Îranê û Komara Azerbaycanê hewil dide û li hemberî vê hewildanê divê ku em peywendiyên nêzik û semîmî biparêzin.

Ev beşa gotinên rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî di rastiyê da nîşana naskirina rasteqîn a pênase û armancên eşkere û nihênî yên Israîlê wek navenda sereke ya gef û komployan li navçeyê ye. Stratejiya mezin û demdirêj a Israîlê li navçeyê hertim li çarçova stratejiya xerakirna peywendiyên navbera welatên îslamî bûye. Xûya ye ku peywendiyên Îranê û Komara Azerbaycanê jî dikeve ber vê qayde û qirarê. Her çend ku ev bandor li bercî cîgeha Îranê li navçeyê ku ji hêla hêmayên hêz û desthilatdariyê bêhempa ye, gellek kêm e, lê ev tevger ji bo welatekî mîna Komara Azerbaycanê ku Israîl dixwaze têda hizûr û bandora xwe hebe, girîng e.

Ji ber viya gotinên rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî bala xwe dide ser wan hêmayan ku li çarçova berjwendiyên hemî welatên navçeyê ji wan Komara Azerbaycanê girîng e. Eşkere ye ku Israîl li dû peydakirina hêma û hokarên duberetîçêker li peywendiyên di navbera welatên îslamî ye; Ji ber ku ew berjewedniyên xwe li vê cudatî û duberetiyê dibîne. Li ser vê esasê Israîl peywendityeke li ser esasa hevdengî û danûstandina di navbera Îranê û Komara Azerbaycanê ku nirxên xwe yên stratijîk hene, nahemilîne. Ji vber ku dizane ku bi hebûna zemîneyên hevkariyên berfireh di navbera Îranê û Komara Azerbaycanê, ev peywendî di asta navçeyî da bibandor e. Bi taybet ku li vê peywendiyê hêmayên din wekî ol, çand û berjewendiyên hevpar û hez û meylên gelan û di eynî demê da nefret û bêzariya gelê misilmann ê navçeyê ji rêjîma cinayetkar û zarokuja Israîlê gellek tund û bibandor e. Lewma çiqas ku Israîl bikare li peywendiyên Îranê û welatên îslamî yên navçeyê cudatî û navbirê pêk bîne, wê gavê dikare valatiyên pêkhatî bi bandora xwe ya wêranker tijî bike. Çima ku hebûna Îsraîlê li welatekî îslamî heta tevî pirranîşopbûna hakimiyeta Komara Azerbaycanê xercên xwe yên zêde hene û tecrubeyên wisa li welatên din ku ketine dafa Israîlê, vê rastiyê nîşan dide. Israîl li dehsaliya 1950`î va dil hebûye ku yekîtiyeke ne-erebî li Rojhilata Navînê pêk bîne. Ji ber viya li dû pêkanîna peywendiyên nêzik digel welatan e ku pirraniya nifûsa wan misilman e. Eva di rewşekê da ye ku civata oldar a Komara Azerbaycanê peywendiyên berfireh û nêzik ya Bakû û Israîlê napejirîne û rakirina her pêngavekê di vê rêkê da bi wateya birîndarkiirna raya giştî dizane. Xûya ye ku Israîl hewil dide ku xwe ji tecrîd û tenêtiyê derxîne û rola xwe wek hokareke gefê li navçeyê veşêre. Lewma stratijiya wê ya naveyî gurrkirina Tirsa ji Îranê, xerakirina peywendiyên Îranê digel welatên navçeyê û şikandina tabûya peywendiyên navçeya cehana îslamê û Israîlê ye. Lewma çaverêtî heye ku Komara Azerbaycanê bi têgihîştina van rastî û hestiyariyên heyî, danûstandina digel Israîlê li hemî berûlayên wê yên wêranker ji wan bandorên nerênî li ser peywendiyên digel welatên cînar bide ber venihêrînê.