Hişyariya komîsyona Ewrûpayê li bara cihanîna cizaya li dijî welatên YE
Komsîyona Ewrûpayê hişyarî da ku dê welatên Yekitiya Ewrûpayê yên ku penaberan wernagirin, ciza bike. Ev saziya Yekitiya Ewrûpayê roja pênşemiyê li daxûyaniyekê bi hişyariya li bara vê yekê ku dê welatên ku penaberên ku ji Îtalya û Yewnansiatnê derbasî nav van welatan bûne wernegirin, dê ciza bike û ji welatên endam xwest ku teybîrên neteweyî jibo rawestana li hember koçeriya neqanûnî xurt bikin.
Hişyariya komîsyona Ewrûpayê ji ber sersariya hin welatên YE li bara cihanîna biryarên vê komîsyonê li warê pişka kivşbûyî jibo wan jibo wergirtina penaberan, cih hatiye.
Heya niha 13500 penaber ji Yewnanistan û Îtalyayê hatien guhestin bo welatên YE li halkeê ku welatên YE li Îlona 2015an berpirsiyar bibûn ku 160 hezar penaber di du salan de ji ber pişka kivşbûyî jibo her welatekî qebûl bikin.
Armanca cihanîna plana komîsyoan Ewrûpayê, xurtkirina hevgitina tev van penaberan bû ku jibo revîna ji cengê li welatênmîna Sûriye, Iraq û EFxansitanê berê xwe dabûn Ewrûpayê.
Lê dîsa jî, Poland, Otrîş û Hangrîn beşdarî vê planê nebibûn û li gorî rapora komsîyona Ewrûpayê, çend welatên din yanê Komara Çêkê, Bulxarstan, Kirowasî û Slowakî jî li vê meselê pir kêm beşdarî kirine. Her ev meseleya bûye sedema gefa bêmînak a komîsyona Ewrûpayê.
Niha du tevger an du nihêrînên tam cida di asta civakan û dewletên ewrûpî de li bara çawaniya wergirtina penaberan heye.
Tevger an nihêrîna ewilî reftara erênî tev mesela penaberan e ku li sê salên buhurî pêla hereketa wan ber bi Ewrûpayê rewan bûye bi curekê ku tenê di salên 2015an û 2016an zêdetir ji 2 milyon kes ji wan berê xwe dane Ewrûpayê.
Birek ji welatên YE yên mîna welatên mezin ên ewrûpî yanê Almanya û Fransa li kêleka Îtalya, Yewnansiatn, Spanya û hin welatên din ên ewrûpî daxwaza rêveberiya vê qeyranê ji riya pêkanîna sîstema kivşkirina pişkan jibo wergirtina penaberan navbera welatên endamê NY dikin.
Li vê navbera Almanya wek welatê herî mezin ê ewrûpî li çarçoveya siaysetên deriyên vekirî pêşewaziya penaberan kir herçend ku paşê dema pêla wan a milyonî dît, Engela Mêrkêl serokwezîra Almanyayê hinekî helwêsta xwe ediland û daxwaza rêveberiya derbasbûn û wergirtina kontrolbûyî ya penabran kir.
Lê ji aliyê din ve hinek welatên ewrûpî ji hemen destpêkê ve reftareke nebihevaltî û bi dijminatî li hember penaberan û wergirtina wan hebû û xwest ku pêşiya derbasbûna wan were girtinê.
Ev grûpa welatên ewrûpî yanê Otrîş bi hevrêtiya welatên rojhilat û navenda Ewrûpayê yên mîna Hangrîn, Slowakî, Çêk, POland, Bulxarsiatn, Slowonî û Krowasî dijberê wergirtina penaberan li gor plana kivşkirina pişk û paran bo penaberan in plana ku ji aliyê komîsyona Ewrûpayê jibo parvekirina panberan navbera welatên YE û wergirtina wan ji aliyê hemî welatên vê yekitiyê hatiye diyarkirin.
Li berteka li hember vê meselê komsîyona Ewrûpayê eşkere ragiahndiye ku ger welatên endam penaberên hanê wer negrin dê wan ciza bike.
Lê wer nayê xûyanê ku ev gefa nû ewqas bandorê bike ser helwêstên serhişkane yên hin welatên ewrûpî li hember wernegirtina penaberan .