Adar 02, 2017 17:43 Asia/Tehran
  •  Gotinên nunera Emerîkayê li bara derketina vî welatî ji Konseya Mafên Mirovan

Erîn Bariklî, nunera Emerîkayê li civîna Konseya Mafên Mirovan a NY li Jinêvê ragihand: Ev welata dixweze ji ber baldariya vê konseyê ser mesela Îsraîlê, ji vê saziyê derkeve.

Emerîka niha yek ji endamên bijarte yê konseya mafên mirovan a NY ye, dewrana endametiya sêsalî ya Emerîkayê li sala 2019`an dê bi dawî were.

 Hitmala derketina  Emerîkayê ji konseya mafên mirovan  bi hukma Donald Trump serokkomarê Emerîkayê ji ber helwêstên wî yên bihellahella ewqas dûr nayê xûyanê.

Kiryarên Donald Trump nîşan didin ku wî tu baweriyek bi NY û xebata wê tine.Trump bi caran li hevrikiyên  hilbiajrtinê û her wiha  piştî serketina li hilbijartinên  serokkomariya Emerîkayê li bara  piştgiriyên  giştalî ji Rejîma Siyonîst berpirsiyariya xwe nîşanî Binyamîn Netenyahû daye.

 Li çavçoveya van piştgiriyan, Emerîkayê bi caran bi NY û saziyên vê rêxistina navneteweyî re devûjenî kiriye û gefên mîna  qutkirin an kêmkirina  alîkariyên xwe bo vê rêxistinê xistiye rojevê.

 NY piştî çend salan  sistî û sersariyê niha  li bersiva  daxwaziyên  gelên cîhanê neçar maye hin  tiştan eşkere bike û  kiryarên Rejîam Siyonîstî şermezar kirine lê wan çend mijarên şermezarkirinê jî rayedarên  Rejîma Siyonîstî û alîgirên wê şepirze kirine.

 Tiştê ku di vê navberê de, Rejîam Siyonîstî û alîgirên wê dilgiran kiriye, baldariya civaka navnetewey ser mafên filistîniyan li asta navneteweyî ye. Di rewşeke wiha de, Rejîma siyonîstî û alîgirê wê yê sereke  yanê Emerîka dixwezin ku  bi propagende û şêwazên  aborî û zextên dîplomatîk di partîkê de vê pêvajoyê biguherînin û NY bêxin xizmeta  armancên vê rejîmê. Di vê çarçoveyê de, heta sinatorên  Komarîxwaz ên kongira Emerîkayê jî ku ji ber pejirandina  biryarnama  NY li bara şermezarkirina  bajarokên cihûnişîn hêrs bûne lê digerin ku bûdceya vê rêxistinê qut bikin.

Emerîka sedî 22`ê bûdca salane ya NY û sedî 28`ê xerca operasyona hêzên parêzvanê aşitiyê yên vê rêxistinê dabîn dike û tim li berdêla  qaşo van alîkariyana  ji NY daxwaza bacê dike.

Xala giring eva ye ku  Emerîka tevî dabînkirina beşek ji vê bûdcê tim li dû siyasetên  mudaxilekirane li dûrtirîn cihê cîhanê û dabînkirina  xerca NY digere. Tevî ku Emerîka  alîkariyên  hanê bi şêwazên curbicur  jibo bandora ser biryarên  NY  bikar tîne  û berjewendî û timkariyên  Emerîkayê dişopîne.

Emerîkayê bi vê reftara xwe û îstifada neçê ji mafê Vêtoyê, NY kiriye  meydana êrişên xwe û di pratîkê de bi mudaxilên xwe bûye berbeneke  cidî ser riya cihhatina  armancên bilind ên  NY li gorî manîfesta NY û NY kiriye wek  rêxistieke  bêbandor.

 Ji ber ev kiryarên Emerîkayê li NY Rejîma Siyonîst çavsortir bûye bi curekê ku  ev rêxistina  navneteweyî ketiye ber gef û bêşxwaziyên  berdewam ên vê rejîmê jî.

 Lê di her halî de, bi derketina  mutmele  a Emerîkayê ji Konseya  mafên mirovan a NY, ne tenê tu derbe li vê konseyê nakeve belkî endametiya Emerîkayê li vê konseyê ji ber pêşîna  reftarên  nijadperestane yên wî ku niha  jî li Emerîkayê li dijî postrengiyan cih tê,  ev yeka xistiye ber şik û gumnaê. Eva li halekê ye ku   cinayet û mudaxilên  Emerîkayê li navçên curbicure  cîhanê ku weke binpêkirina  eşkere ya mafên mirovan û mafên navneteweyî ye dewleta Emerîkayê daniye nav lîsteya  binpêkirnên  sereke yên  mafên mirovan.

Piştî ev hemî gotin û behsan Emerîka her diviya nebiba  endamê konseya mafên mirovan û niha jî ku bûye endam divê heya niha  bihata derxistinê. Di her halî de kirayra Emerîkayê ya derheq piştgiriya tam ji Rejîma Siyonîstî û girêdana  berjewendiyên  Emerîkayê bi siyonîstan bûye sedema  daketian  cih û şûna  dewleta Emerîkayê li asta navneteweyî û li cem gelê Emerîkayê jî.