Êrişa ser kolan û çarsiyan li Emerîkayê
Serketina Donald Trump li hilbijartinên serokkomariya Emerîkayê, civaka vî welatî bi du beşan par vekiriye. Ev welata di van rojana de , rastî meseleyeke teze hatiye, meseleya (ordûkêşiyê)êrişa ser kolan û çarsiyan.
Ordûkêşî an êrişa ser kolan û çarsiyan ji rewşekê re tê gotin ku liv û tevegrên siyasî di welatekî de jibo nimandina qaweta xwe û tirsandina hevrikên xwe, ji alîgirên xwe dixwezin derkevin kolan û çarsiyan û hin kombûnan bi rê bixin.
Li suneta û deba siyasî ya Emerîkayê, hilêxistina helwêst û nihêrînên siyasî û civakî bi giştî ji aliyê partiyan û li pişt deriyên girtî cih tê. Heta di kelekela dema hevrikiyên hilbijartinê li Emerîkayê jî, gelê Emerîkayê bi giştî hez dikin di cihên dergirtî û di rewşên ne-ewqas dijminane, bîr û rayên xwe bixin rojevê. Piranî nahêlin ku alîgirên partiyên mezin jî derkevin pêşberî hev.
Lê dîsa jî, hilbijartinên vê dawiyê yên serokkomariya Emerîkayê, şêwazên siyasetê li civîn hilbijrtinê û nerazîbûnên medenî guhert. Weke mînak, li dema hevrikiyên hilbijartinê ya par, çend caran civînên alîgirên partiyan rastî tund û tûjiyê hatin.
Alîgirên Trump îdiay dikriin ku alîgirên partiya Demokrat, êrişî ser kombûnên komarîxawazn dikin.Her wiha demokratan jî hin tawanên wisa li dijî alîgirên partiya Komarîxwaz jî dixistin rojevê. Heta carkî jî axiftina propagendeyî ya Trump hat qutkirin çimkî erkdarên ewlehiyê li bara pêhesiyabûn ku hin kesan qesda canê berbijarê partiya Komarîxawazn kirine. Piştî kutabûna hilbijartinên serokkomariyê li 8 Mijdara 2016an, ev hellahella dawî nebûn.
Roja lidarxistina mersima sondsxwarinê ya Donald Trump li WAşengtonê, di navbera alîgir û dijberên serokkomarê nû yê Emerîkayê pevçûn derket. Roja dinê, bi milyonan jin li Emerîkayê û li dervey Emerîkayê derketin kolan û çarsiyan ku siyasetên dewleta nû ya vî welatî protesto bikin. Li roj û ehftiyên din jî, ev kombûnên nerazîbûnê hatin domandin.
Li vê navberê, şerê eşkere di navbera Koşka Sipî û hin medyayê herî bi nav û deng ên Emerîkayê agirê dijmiantiyên hanê gur kirin , wisa ku aqubet, Trump jî alîgirên xwe vexwende kolan û çarsiyan. Bi vî awayî diyardeya êrişa ser kolan û çarsiyan wek kirayreke kêmmînak li qonaxa nû ya siyasetê li Emerîkayê destpê bû.
Alîgirên Donald Trump roja duşemiyê, 27 Sibatê li dehan bajêran derketin kolan û çarsiyan da ku piştgiriyê bidine siaysetên serokkomariya Emerîkayê.
Ev koma welatiyên muhafizekar a Emerîkayê bawer in ku hizrên mîna pêkanîna derfetên nû kar û xebatê, geşatiya aborî, xurtkirina ewlehiya navxweyî, avakirina dîwarên sînorî û derxistina koçberên neqanûnî ku ji aliyê TRump hatien hilêxistin, erzişa şerkirinê hene.
Hin ji kesana heta bi çek beşdarî civînan bûn da ku nîşan bidin çiqasî li bara berevaniya ji xwestekên xwe micid in û xwe pergal kirine.
Helbet hejmara beşdarbûyiyên kombûnên alîgirên Trump bi qasî kombûnên neyarên serokkomarê Emerîkayê berfireh û qelebalix nebûn lê şêwaza beşdariya alîgirên Trump vê rastiyê nîşan dide ku pêka lîberalên dijberê Trump, ew pirtir tûnd û tûjiyê bikar tînin.
Neyarên Trump piranî çîm û qatên xwendevar û çîn û qatên navgîn û lîberal pêk tînin ku dijî tund û tûjiyê ne ku piranî ji riya berxwedana medenî û ji riya medyayê helwestên xwe radighînin. Li halekê ku çîn û qata xizan û belengaz a civakê ku asta xwendewariay wan ne li jor e dilê xwe bi sozên Trump xweş kirine û di anv wan de jî tund û tûjî pirtir tê xûyanê.
Di her halî de, daxûyaniya alîgir û dijberên serokkomarê niha yê vî welatî piştî hilbijartinê nîşan dide ku şêwazên mersûm di hevrikiyên siaysî li Emerîkayê asteng bûne û ew neçar mane dest bi êrişa li kolan û çarsiayn bikin. Di nava civaka ku hebûna çekê beşek ji howiyet û şûnasa çandê tê hejmarê û kirîna çekê ji kirîna pirtûkê hêsantir e, çareserkirina pirsgirêkên siyasî ji riya êrişên ser kolan û çarsiyan dikare bibe sedema derketian şerê navxweyî.