Sibat 28, 2017 12:50 Asia/Tehran
  • Biryara Trump li bara zêdekirina bûdca eskerî ya Emerîkayê

Donald Trump, serokkomarê Emerîkayê ragihand: Bûdca eskerî ya vî welatî dê were zêdekirin û wî ev biryarê, biryareke dîrokî da zanîn. Trump di nava koma fermandarên Emerîkayê de got: Ev bûdca , bûdceyeke jibo ewlehiya neteweyî û ewlehiya dewletê ye. Bûdca berevaniyê ya welêt bi awayekî dîrokî zêde bûye û armanca wê, vejiyandina hêz û şiyanên eskerî yên Emerîkayê di vê qonaxê de ye.

 Tê gotin zêdebûna  bûdca wezareta berevaniyê ya Emerîkayê dê zêdetirî 54 milyar dularî bibe û ev wezaretxaneya dikare bi her şêweyê ku mesilhet bizane wê xerc bike.

 Bi vê biryarê, dê bûdceya wezareta berevaniyê ya Emerîkayê bigihêje  zêdetri ji 600 milyar dularî.  Ji aliyê din ve, dewleta Emerîkayê biryar daye  xercên ne-berevaniyê ji wan  xercên  alîakriyên  bo derve yên wezareta  karên derve û Rêxistina  jîngehê pir kêm bike.  Ji ber vê biryarê, çalakên warê jîngehê  û her wiha  alîgirên  dîplomasiya giştî  pir ketine nava fukaran.

 Helbet behs û nîqaşa ser guhertina  bûdca wezareta berevaniyê ya Emerîkayê,  jî  alîgir û neyarên cidî hene. Trump li dewaran  hevrikiyên  hilbijartina serokkomariyê û heta piştî damezirîna li koşa  Sipî bi caran lawaziya artêşa Emerîkayê rexne kiribû.

Wî soz dabû ku li dewarana serokkomariya xwe artêşa  Emerîkayê herî bihêz bike. Jibo cih hatina  vê sozê,di pêngava ewil de , Trump 54 milyar dolar bûdca zêde  jibo Pentagonê terxan kiriye. Ev birayar jibo eskeran, kompaniyên  berhemanîna çekan û peymankarên curbicur ên ku peymana wan tev  Pentagonê hene, xebereke pir xweş e.

Ew li salên buhurî ji ber kêmasiya  çavakniyên aborî yên dewleta federal neçar mabûn projeyên  bi xercên giran wêde daynin û hinekî qirika xwe bişidînin. Lê niha li pey vegeriyana Komarîxwazan bo meydana  kargiriya  welêt, wezareta  berevaniyê ya Emerîkayê  bi buhaya  ji destçûyîna  bûdcên  ne-eskerî, dê diraveke  zêdetir  bi dest xîne.

Lê dîsa jî  wer xûya nake ku zêdebûna  54 milyar dolarî ya bûdca  Pentagunê, hemî komarîxwazan qayîl bike. Kesên mîna sinator Can Mekîn, serokê komîta  hêzên çekdar ên Sinaya Emerîkayê jibo Pentagonê daxawaza  bûdceyeke zêdetir dikin. Ev koma tekez dikin ku  diviya dewlet bi kêmkirina xercên  beşên neleşkerî û sivîl, bûdca wezareta berevaniyê  heya asta 640 milyar dularî zêde bike.

 Ji ber vê yekê ku  birayra  dawiyê jibo terxankirina bûdcên dewleta federal, ji wan  bûdca  wezareta  bervaniyê ya  Emerîkayê, kongera vî welatî dide,  vêca tê texmînkirin li mehên tê di navbera  koşka Sipî û qanûndanerên emerîkî munqişên mezin derkevin holê.

Berûvajiya  hejmarek ji komarîxwazan ku ser zêdekirina bûdcên eskerî û ewlehiyê tekez dikin, yên demokrat dilgiranê kêmbûna  bûdceyên  civakî û tenahiyê ne. Trump soz daye ku  planên  dewleta Obama serokkomarê berê yê Emerîkayê li bara  sîgortên dermanî yên erzan nasiyar bi  ``Obamakêyrê`` an xebitandina sermayê li enerjiyên paqij dane qeraxê.

Cihhatina  sozên wiha dê zextê bîne  ser çîn û qata  xizan û belngaz a civakê  û dê xisareke giran bo jîngeha  Emerîka û cîhanê  hebe. Loma tê texmînkirin Trump jibo terxankirina  bûdca  zêde bo wezareta beervaniyê,  rastî dijberiya  cidî ya demokratan jî were .

 Lê wer nayê xûyanê ku Trump û tevgera alîgirê pergalkirina artêşê ji xwesta xwe paşde vekişe. Tecrubê selimandiye ku  dema  komarîxwaz hevgav desthilata  koşak sipî û kongirê  bigrin destê xwe, mîlîtarîzm li Emerîkayê gurtir û bihêztir dibe.

Ev daxwaza  heta bûye sedema  jordeçûna  buhaya  bûdceyên  dewletî û her wiha  zêdebûna  deynên  dewleta federal jî. Ji ber giranbûna  zexta  kêmasiya  çavakniyên aborî, qaweta  manovra dewleta Emerîkayê jibo kêmkirina  bernamên tenahiyê û bi qayid û însafxerckirina giştî ewqas zêde nîne.

 Wêdedanîna  hin ji wan bernaman dikare di pêşerojê de bibe sedema  qehirîna  piraniya  alîgirên  Trump û partiya Komarîxwaz. Loma  renge dewleta Emerîkayê riyeke din bigre  ber xwe û ew jî eva ye ku  hevgavê zêdekirina  bûdceyên  eskerî û ewlehiyê, bernameyên  pirxerc ê tenahiay civakî bi neçarî bidomîne û çavkaniyên  aboriyê yên pêdivî ji riya  zêdekirina asta  deynên dewletî dabîn bike mijara ku  dê komarîxawazn pir aciz bike.