Hevdengiya helwêstên Tirkiye, Erebistan û Îsraîlê li civîna Monîxê, sêkuncek jibo tirsandina welatan ji Îranê
Hevdengiya helêwstên li dijî Îranê, yên wezîrê karên derve yê rêjîma Siûdî û wezîrê cengê yê Rejîma Siyonîstî û her wiha wezîrê karên derve yê Tirkiyê li civîna ewlehiyê ya Monîxê, lihevkirineke nişkêveyî û bêhemdê xwe nîne ango li gorî planê ye.
Berdevkê wezareta karên derev ya Îranê, Behram Qasimî wekî berteka li hemberî gotinên duh ên Adil Cubeyr wezîrê karên derve yê Erebistanê û xwevedizîn û tawanbarkirinên wezîrê cengê yê Îsraîlê got : Her du rejîm wiha angaşt dikin ku jibo cebirandina işkest û dilsarbûnên xwe yên zav li navçê divê li dijî Îranê li asta navneteweyî şantajan bikin ku helbet û bêguman edebiyata ku ev du bi kar tînin, hevdeng û hevrê jibo rawestana li ber gelê mezlûm ê navçê, edebiyateke dubarekirî ye ku nîşana asêbûn û lawaziyeke giran e.
Adil Cubeyr wezîrê karên derve yê Erebistanê li civîna ewlehiyê ya Monîxê diyar kir: Navça me pir nakok e, Qeyranên Sûriyê, Iraqê, Yemenê, Lîbyayê di pêşberî me de ne. Em bi mesela terorîzmê, dizên deryayê û pirsgirêkên aborî re rûbirû bûne. Em divê hewlê bidin ku navbera ereban û Îsraîlê aşitiyê pêk bînin.
Van gotinên wezîrê karên derve yê Erebistanê, ji alîkî va dikarin beşeke ji rastiyên niha yên navçê bizanin lê li bara tiştê ku wek heger û hokarên peydanabûna van pirsgirêkan îdia kiriye, gelek şik û guman hene. Wî li axiftian xwe hewl da Îranê alîgirê terorîzmê bide nîşandayîn û îdia kir ku Îran li karûbarên navxweyî yên welatên din mudaxilê dike. Gotinên Adil Cubeyr jixwe curekê guhertina meselê ye. Tevî ku curek teşabuh û hevdengî li gotinên Cubeyr û gotinên rayedarên Îsraîlê li civîna Monîxê tê dîtin.
Awîgdor Lîbermen, wezîrê cengê yê Rejîma Siyonîst jî li axiftina xwe Îran, bi pêkanîna bêewlehîtiyê li navça rojavaya Asiyayê tawanbar kir û îdia kir Îran dewleta herî giring a alîgirê terorîzmê li cîhanê ye. Lîbermen herwiha îdia kir ku mesela filistîniayn a niha ne pirsgirêka herî mezin a navça rojavaya Asiyayê ye.
Ev nihêrîna hema li gotinên Mewlûd Çawûşoglu , wezîrê karên derve yê Tirkiyê li vê civînê jî hat hilêxistin.
Ev helwêst sercem li kêleka hev pirtiyên pazêlekê pêk tînin ku wêneya wê ya dawiyê hema nîşandayîna wêneyeke bixof û kirêt ji Îranê ye. Lê tevî xalên hevpar ku li helwêstên hanê tên dîtin, her yek ji aktorên hanê li dû armancên taybet ên xwe ne. Emerîka li dû pêkanîna ewlehiyê li gor formûla firotina zêdetir a çekan û avakirina navend û pêgehên nû li navçê ye.
Rol û armancên Îsraîlê jî li vê aktoriyê diyar e. Li gor Îsraîlê, paqijkirina mesela Filistînê, armanca herî giring e.
Adil Cubeyr li gotinên xwe destnîşan kir ku mesela sereke pêkanîna aşitiyê navbera ereban û Îsraîlê ye. Jixwe Cubêyr xeyala Îsraîlê ji vê babetê rehet kir lê qedera Tirkiyê li vê navberê û coh û şûn wê li vê sêkoşeyê ewqas zelal nîne. Tirkiye di navbera çend rolan da asê bûye. Enqere ji aliyekê ve li dû aktoriya li Sûriyê e û rojekê piştgiriyê dide DAIŞ`ê û roja din li hemberî DAIŞ`ê disekine û welatiyên Tirkiyê bi tawana hevkariay bi DAIŞ`ê re binçav dike.
Erdogan li pêngaveke din bi sefera xwe ya navça Kendava Farsê bi helwêstên Konseya Hevkariya Kendava Farsê re bû hevdeng û wezîrê karên derve yê vî welatî li civîna Monîxê, Îran bi piştgiriay ji terorîzmê û birêxistian şerê eşîretî û bêewlehkirina navçê tawanbar kir.
Li halekê ku Tirkiye û Erebistan her du beşek ji hokar û sebebkarên sereke yên pêkanîna qeyranê li navçê ne.