Amadekarîyên Amerîkayê jibo şandina hêzên bejayî nav Sûrîyê
Wezareta Berevanîyê ya Amerîkayê behsa plana xwe ya şandina hêzên bejayî jibo bakûra Sûrîyê bi rêka Kuweytê kir.
Paul Rayan serokê meclisa nunerên Amerîkayê jî vê dawîyê piştgirî daye plana şandina hêzên bejayî yên Amerîkayê bo axa Sûrîyê.
Çapemenîya Kuweytê jî bi weşandina raporan di vî warî da nivîsî: Donald Trump serokomarê Amerîkayê li halekî hilkolandina vê istiratêjîya serbazî xistîye destûrkara xwe ku dil heye bi veguhestina hêzên serbazî bo bakûra Sûrîyê bi rêka axa Kuweytê qaşo têkoşîna li hemberî DAIŞ`ê berfire bike.
Idiaya Amerîkayê têkildarî têkoşîna dijî DAIŞ`ê li halekî ye ku kiryarên têrorîstên tekfîrî bi piştgirîyên Amerîkayê li Sûrîye û Iraqê berfire bûne. Tevî rastîyeke bi vî rengî, Amerîkayl di çaçrova kiryarên xxapokîn ên wek pêkanîna hevalbendîya dijî DAIŞ`ê bin fermandarîya Waşîngtonê ji sala 2014`an va êrişên hewayî yên idiayî ser baregehên DAIŞ`ê li Sûrîye û Iraqê destpê kirine. Eva li halekî ye ku tu îznek ji alîyê Konseya Ewlehîyê ya NY û yan dewleta Bişar Esed serokomarê Sûrîyê va jibo pêkanîna van êrişên hewayî li axa Sûrîyê nedane hevalbendîya bin fermana Amerîkayê nehatîye dayîn. Hewldana Amerîkayê jibo sernixûnkirina rêjîma Bişar Esed ji sala 2011`ê va û hevgavê destpêbûna qeyrana Sûrîyê bi piştgirîya neyarên dewleta wî heta niha tûşî işkestê bûye. Plana dewleta Amerîkayê jibo bicihkirina hêzên bejayî yên xwe li axa Sûrîyê yê tenê bibe sedema zêdebûna bêistiqrarîyê li navçê û cîhanê. Bêguman dagirkerîyên Amerîkayê li navçê encamek bilî berfirekirina fanatîsmê li navçê tinebûne. Raya giştî hela ji bîr nekirîye ku dagirkirina Iraqê bi destê hêzên amerîkî çawan bû sedema pêkhatina DAIŞ`ê û dagirkirina Efganistanê bû sedema pêkhatina El-Qaidê. Bê guman hebûna serbazên amerîkî li Sûrîyê bi merema pêşdabirina sîyasetên dagirkerane yên Amerîkayê li navçê ku yê bibe sedema bêewlehîtîya zêdetir li Sûrîyê û navçê, yê derfeteke zêdetir bide komên têrorîst ên ku welatên rojavayî pişta wan digirin ta ku komên têrorîst ên nû li navçê pêk bînin.
Herîkêm 15 salên buhurî li navçê isbat dikin ku her dera ku Amerîkayê bi awayekî rasterast destwerdana serbazî kirîye, her tişt ji nav çûye û komên wêranker li deverên bin dagirkerîya Amerîkayê pêk hatine. Rewşa niha ya Sûrîye û Iraqê û pêla berfire ya xirabkarîyan têkilîyeke rasterast bi sîyaseta welatên rojavayî nemaze amerîkîyan ra heye ku navça Rojhilata Navînê û bakûra Afrîqayê kirine meydana cirîd û dagirkerîyê û warek jibo geşedan û berfirebûna têrorîsma ji derve anî ya rojavayî. Asta xirabkarîyên li Sûrîyê bi dû êrişên hevalbendîya amerîkî ya dijî têrorîsmê li Sûrîyê ku dewsa têrorîstan jêrxan û welatîyên asayî nemaze zarok, jin û pîr û kalên sûrî dikin armanc, nîşana sekinîna rûvekî ya Amerîkayê li hemberî DAIŞ`ê ye.
Bi her awayî DAIŞ`ê û piştgirên wê ango Amerîka û Erebistanê çend welatên paşvero li navçê xerc û berdêleke giran dane ser milê Sûrîyê. Herwiha kiryarên Amerîkayê zat û pênaseya şîdetperest a rayedarên amerîkî zêdetir raxistine ber çavan ku encama wê tenê wêrankarî, kuştin û binpêkirina serwerîya welatan bûye.