Sibat 18, 2017 14:13 Asia/Tehran
  • Zerîf li Mûnîxê gef û boykotên Amerîka dijî Îranê rexne kirin

Muhemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê ku bona pişkdariya li civîna ewlehiya Mûnîxê seredana Almanyayê kiriye, li gotûbêja xwe ya tev telivîzyona CNN li bara gef û boykotên Amerîkayê dijî Îranê got: Her kesek ku berê Îran ceribandiye dizane ku Îran ehmiyetê nade van cure gefan û tenê bi zimanê rêzûhurmetê û li gor qazanca hevpar bersivê dide.

Piştî serketina inqilaba îslamî ya Îranê, Amerîka hertim gef li Îranê xwariye û Îran bi caran boykot kiriye û li şerê Sedam dîktatorê îdambûyî yê Iraqê dijî Îranê jî her cure alîkariye da rejIma wî ya beesî û hema ji wê çaxê şûnda Amerîka bibaşî Îran ceribandiye û niha jî piştî rêketina navokî ya di navbera Îranê û grûpa 5+1`ê de, carek din Amerîka senaryoya tirsandina welatên cîhanê ji bernama mûşekî ya Îranê derxistiye holê ta ku wisa nîşan bide ku Îran li navçê wekî gefek tê hisab.

Niha ev pilana ji aliyê van welatan tê hilêxistinê ku bi xwe bo welatên navçê û cîhanê wekî gefan têne hisab.

Binyamîn Netanyahû serokwezîrê Rejîma Siyonîstî li sefera xwe ya hefta bihurî bo Amerîka li kêlega Trump serokkomarê Amerîka xebitî carek din nîşan bide ku Îran ji bo welatên navçê û cîhanê wekî gefekê tê hisab, eva li halekê ye ku lîstikvan û şerxwazên navçê, her roj daxûyaniyekê dertêxin û ji viya ku dijî Îranê hemû bernamên wan li ser masê ne.

Ya rast dewleta Trump wî karî dike ku Rêberê mezine inqilabê vê dûmahîkê îşare kir û destnîşan kir ku Trump pê van diroşmên xwe rûveta rastîne Amerîka nîşan dide.

Hezretê ayetulah ozma Xaminêyî hefta bihurî li hevdîtina ligel bi hezaran kes ji gelê parêzgeha Azerbaycana Rojhilatê, dema nirxandina armanca rastî ya dewletên berê û niha yên Amerîkayê têkildarî dubarekirina fêlbazî û rêbaza ``Gefxwarina li hemberî Îranê bi şerê serbazî`` her wiha got: Roja îro jî wek berê dibêjin ku bijareyên serbazî ser masê ne û ew berpirsê ewropî jî ji berpirsên Îranê re dibêje``Heke Rêketinama Navokî neba, yê bêguman şer destpê biba`` lê, ev gotina dereweke mezin e û ew dixwazin fikrê me ji şerê rastî ango şerê aborîyê bixalifînin û fikir û bala me bidin ser şerê serbazî ta ku berpirsên welêt ji dayîna bala xwe ser warê pêşketina aborîyê û şerê çandî yên rojavayîyan li hemberî gelê Îranê xafil bibin.

Rêberê qedirgiran ê inqilabê bal kişand ser hewldanên bêrawestan ên Sazîya Istixbarata Navendî ya Amerîkayê (CIA), dezgeha sîxorîyê ya Rêjîma Sîyonîst (MOOSAD) û dezgeha sîxorîyê ya Ingilîsê û xerckirina dolarên niftê yên dewlemendan jibo birêxistina helahela û haykûfê li dijî inqilabê û komara Islamî ya Îranê û got: Di seranserî salê da bi sedan şebekeyên setlaytê, şebekeyên civakî û îflasbûyîyên ku ji Îranê revîne, mijûlê heqaret, lawazkirin û tawanbarkirina nizama Îranê ne. Rêberê qedirgiran ê inqilabê bi van gotinan işaretê dide ser bere û babetên lihevalîyayî û wan komployana ku gellek milet tûşî xwe kirine. Ev xeyal  û gumana di fikrê dijminên gelê Îranê da bihêz bûye ku renge hema bi vê şêwazê ango bi rêka zext û zora aborî bigihêjin armancên xwe yên işkestxwarî. Ev şerê berfire tenê li warê mêdya, şerê nerm û yan şerê rewanî nîne belkî pirtîyên pazilekê ye ku li gellek welatên lawaz bûye sedema birêketina bûyerên ji cura inqilabên mexmerî.

Ya rast Qudreta Amerîka li halê jinavçûnê ye ku helbet tenê neyarên siyasetên dewleta Amerîka ser vê bawerê nînin belkî gelek ji karzanên siyasî li nav vî welatî û derve ji Amerîka jî bawerî bi vê nêhrînê hene.

Can Îkênbirî teorisiyenê peywendiyên navnetewî û siyaseta derve ya Amerîka û mamostayê zanista siyasî û peywendiyên navnetewî li zanîngeha Pirînistona Amerîka li gotarek xwe ku sala 2014 ser navê ``Pêşeroja dîsîplîna cîhana Lîberal`` li govara Faryên Efêrzê belav kir, balê dikşîne ser guhartina qudreta cîhanî û dibêje: Guhartina qudreta cîhanî û jinavçûna qudreta Amerîka û guhartina nizama yekalî destpê bûye û dewrana Amerîka îdî kuta bûye û em şahidê peydabûna qudretên nû ne, li halê ku qudreta Amerîka her roj kêmtir dibe``.

Ser bawera Niwam Çamiskî zanayê dine Amerîka jî, Her çend siyasetên Empêryalîstî yên Amerîka hatiye guhartin lê rastî evaye ku zirûfên qudreta Amerîka li cîhanê jî gelekê kêm bûye û qudreta Anerîka çi li nav vî welatî û çi jî li derve ji vî welatî kêm bûye.

Loma pêwîste civata cîhanî bisekine û bibîne kanê Trump serokkomarê Amerîka çiqas pêbendî diroşmên tunde hilbijartinî ye xwe heye û yan gelo wî ew qudreta heye ku van diroşmên xwe îcra bike yan na ku helbet axivtina li ser van cure diroşmên Trump gelekin û hêtimal heye heta wê çaxê ku Trump û kesên derûdora wî haje rastiyên nêhrîna cîhanî li bara vî welatî bin, rûdawên pêşbînî nebûyî biqewimin ku ser zerera Amerîka bin.