Sipartina rêveberiya xwendingehên berê yên Gulen li Pakistanê bo dewleta Tirkiyê
Muhemedriza Eskerî: Wezareta karên hundir a Pakistanê îzna rêveberya xwendingehên berê yên Gulen li pakistanê daye saziya `` Meairê Tirkiyê`` ku aboriya wê ji aliyê Erebistanê ve tê dabînkirin.
Wezareta karên hundir a Pakistanê piştî dayîna îzna xebatê ji bo saziya mearifê Tirkiyê li gor siyaseta xebata xwendingehên berê yên Gulen li welatê hanê dema vîzaya mayînê jibo berpirs û mamosteyên berê yên van xwendingehan dirêj nekiriye.
Dewleta Pakistanê ji berpirs û karbidestên tirk ên xwendingehên berê yên Gulen xwestiye destxwe terka Pakistanê bidin.
Bi vî awayî Saziya Mearifê ya Tirkiyê rêveberiya 28 xwendingehên ser bi tevgera Gulen li Pakistanê digre istûyê xwe. Vê saziyê par karê xwe destpê kir.
Biryara dewleta Pakistanê jibo sipartina rêveberiya xwendingehên berê yên Gulen li vî welatî bo Saziya Mearifê ya Tirkiyê ku ji aliyê Erebistanê ve piştgiriya aborî û fînansî distîne li dewama kiryarên Îslamabadê li bersiva erênî bo daxwaza rayedarên Enqerê jibo girêdana xwendingehên Gulen li Pakistanê cih hatiye.
Li darbeya bêencam a 15 Tîrmeha buhurî li dijî dewleta Tirkiyê, grûpa Gulenê bi serokatiya Fethullah Gulen nasiyar bi Feto tawanbarê darêştina plana vê darbeyê bû. Piştî vê darbeya bêencam, AKP tevî paqijkirina navendên hîndekariyê, saziyên ewlehiyê û her wiha teşkîlata dadweriyê ji alîgirên Gulen ji gişt welatan xwest ku dawiyê bidine xebata nivîsgeha û navendên hîndekariya Gulen.
Ji ber têkiliyên berfireh a Tirkiyê û Pakistanê û cihgirtina grûpa Gulen nav cixîza sor a AKP, dewleta Îslamabadê biryra da kedkar û fêrkarên Tirkiyeyî yên navendên hîndekariyê yên Gulen li Pakistanê derxîne. Li sefera Tebaxa buhurî ya wezîrê karên derve yê Tirkiyê bo Pakistanê, wî daxwaza girêdana xwendingehên Gulen li vî welatî kiribû.
Dewleta Pakistanê li biryara xwe jibo sipartina xwendingehên berê yên Gulen bo Saziya Mearifê ya dewleta Tirkiyê, hewi dide tevî xurtkirina peywendiyên xwe yên siaysî bi vî welatî re ji alîkariyên aborî yên Enqerê jî sûdê werbigre. Saziya Gulen jibo xebatên xwe yên hîndekarî û çandiyê li Pakistanê, salê diraveke zêde dida dewleta vî welatî.
Partiya serdest a Muslim Lîgê a Newaz Şerîf a Pakistanê di rewşekê de biryar daye xwendingehên berê yên Gulen bispêre Saziya Mearifê ya dewleta Tirkiyê ku xetera rewacdayîna fikr û ramanên fanatîk, tekfîrî û wehabî li Pakistanê û li asta navçê dilgiraniya herî giring ji dûhata vê biryara dewleta Îslamabadê ye. Bitaybet ku saziya Mearif a dewleta Tirkiyê ji aliyê Riyazê ve tê piştgirîkirin û Dewleta Erebistanê jî li salên derbasbûyî bo dayîna alîkariyên aborî bo xwendingehên hizrên fanatîk li Pakistanê bûye sedema derketina nerazîbûnên berfireh li vî welatî.
Biryara dewleta Îslambadê jibo sipartina xwendingehên berê yên Gulen bo Saziya Meraifê ya Tirkiyê dikare tevî berfirehkirina xebatên treorîstî li vî welatî ji riya rewacdayîna hizrên fanatîk li nav ciwanên li halê xwendinê li van xwendingehan, zêdetir ji berê Îslamabadê dayen ber vê tawanê ku li vî welatî grûpên fanatîk û terorîst zêde û berfireh dike.