Sibat 14, 2017 18:26 Asia/Tehran
  • Pêwîstiya vegeriyana  Sûriyê nav Yekitiya Ereban

Komsîyona karûbarên erebî ya parlemana Misrê bi piştgiriya ji dewleta Sûriyê, xwest ku ev welata vegere nav Yekitiya Ereban.

Hejî gotinê ye ku  dewleta Sûriyê ji Tebaxa 2012an  bi zexta alîgirên terorîstan li vî welatî ji wan Erebistana Siûdî ji Yekitiya Ereban hat derxistin, lê tevî propagendeyên medyayî kursiya dewleta qanûnî ya  Sûriyê tu wextî radsetî neyarên sûrî nehatkirin û ev kursiya  hîn jî vala maye.

 Li civînên ku  li salên buhurî navbera  nunerên  dayim ên welatên  endamê Yekitiya Ereban hatin li darxistin, hin pirsgirêk li bara sipartina kursiya  Sûriyê li Yekitiya Ereban  bo hevalbendiya  neyarên dewleta  Sûriyê hebû. Di vê navberê de, nunerên  Iraq, Cezayir û Misrê teim li hember dayîna kursiya  Sûriyê bo vê hevalebndiyê derketin û wê li dijî prensîp û qanûnên  Yekitiya Ereban dan zanîn.

Hin welatên  endamên Yekitiya Ereban ji wan Erebistan bi bandora ser biryarên vê yekitiyê li bara mijarên curbicur ji wan rawestana li ber terorîzmê li Iraqê û Sûriyê bûne sedem ku Yekitiya Ereban nihêrîna siyasî û  bixerez li bara alûgoran  bigre ber xwe.

 Erebistanê bi bandora k user welatên erebaî heye saziyên  erebî bitaybet Yekitiya Ereban jibo nîşandayîna qaweta xwe bi kar tine ku li salên buhurî ev  nimandina qawetê bi zexta ser welatên  mîna  Iraq û Sûriyê hat nîşandayînê.

 Erebistan û hevpeymanên  wê yên ereb li salên buhurî pir hewl dan  hikûmeta Sûriyê sernixûn bikin li yek ji yekim  kiryarên xwe li dijî pergala Sûriyê, endametiya wê li Yekitiya Ereban rawestandin.

Yekitiya Ereban li dewama van kiryarên xwe li salên  buhurî çendîn civîn ser qeyrana Sûriyê li dar xistin ku mijara  giştan mudaxila  li karûbarên Sûriyê û piştgiriya ji  terorîstan li vî welatî bûye.

 Alugurên navçê nîşan dide ku Yekitiya Ereban ku li sala 1945an  hat damezrandinê û 72 salan  ser emrê wê derbas dibe. Di pratîkê de  bûye weke saziyeke bêencam û neçalak .

Xala giring a  li bara Yekitiya Ereban mesela  welatîbûna sekreterên  giştî yên  vê yekitiyê ye. Yekitiya Ereban heya niha  çendîn sekreterê xwe hebû ku xêncî El-Şazelî El-Qelîbî, xelkê Tûnistê, yên din gist  ji rayedarên Misrê bûne ku eva nîşan dide Misrê li Yekitiya Ereban pir  bandora xwe hebûye û eva pirtir jiber vê yekê ku  nivîsgeha  Yekitiya Ereban li Qahirê, paytexta Misrê ye.Loma guherîna siayseta  Misrê  ser nihêrîna  giştî ya  vê yekitiyê li bara meselên navçeyî ji wan Sûriyê bandore dike.