Sibat 13, 2017 17:43 Asia/Tehran
  • Şantajên Yekitiya Ereban li dijî Îranê, siyasetek bi durûtîyê

Serokên meclîsên erebî li mersima dawiyê ya duwem civîna xwe li Yekitiya Ereban li Qahirê, tiştê ku mudaxilên Îranê li karûbarên welatên navçê dan zanîn, şermezar kirin. Ev civîna bi daxûyaniyekê û bi dubarekirina îdiayên pûç û bêbingeh, kiryarên navçeyî yên Îranê, muherik û bidijminatî da zanîn ku hesta pêbaweriyê lawaz dike û gefê li ewlehî û aramiya navçê dixwe.

Naveroka giştî ya ya vê daxûyaniyê, armancên ku li civîna  Qahirê li dijî Îranê hatine şopandinê, kivş dike. Wer xûya dike ev daxûaniay ser du meselan  disekine. Mesela ewilî, eva ye ku rola Îranê li navçê wek gefekê nîşan bidin ku bi şantajên  pûç û nezelal,  ev beşa daxûyaniyê hatiye amadekirin.

Lê mijara dudiyan li vê daxûyaniyê hewldana jibo giring nîşandayîna  rola vê yekitiyê jibo rawestana li ber pirsgirêkên heyî û gefên navçê ye. Îdiaya ku  ne li gor kiryar û helwêstên  aktorên  sereke yên  li vê yekitiyê ye.

Hejmarek ji van welatana  çi li çarçova Yekitiya Ereban an li nav konseya  Hevkariay Kendava Farsê li çend salên buhurî reftarên newekhev li dijî Îranê hebûne ku bingeha wê vedigere ser rola biyaniyan ji berê heya niha.

Li vê pêvajoya sistbûn û lawaziyê li  hemî van salana de em şehedê valahiya di navbera  welatên  navçên bûne. Li halekê ku li pişt perda vê tevgerê, , aktorên dervey navçeyî rola sereke  hebûne û  nebûna tedbîrê li nav hin rayedarên  welatên erebî, ev pêvajoya berfireh kiriye ku encama wê li piraniya  waran, bêtifaqiya navbera welatên Îslamî li hember gefên  rastîn bûye.

Eva hemen armanc e ku  Emerîka û Îsraîl li çarçêva  plana Rojhilata Navîn dişopînin û hin  rayedarên  welatên erebî jî bib zanebûn an bi nezanebûnê di piratîkê de bûne beşeke giring ji vê leyîza bitalûke li navçê.

 Di rewşeke wisa de tawanên li dijî Îranê û zêdekirina  siaysetên  li dijî Îranê yên Emerîkayê bi destpêbûna  karê Trump rola  hokar û  pîvanên  derveyî derheq  zêedkirina  valahiya  anvbera Îranê û hin welatên  erebî  berbiçav kiriye.

 Niha Yekitiya Ereban, ne bi wateya hemî cîhana ereban, belkî bi rola bingehîn a Erebistanê û  çend welatên  taybet siayseta  tirsandina  ji Îranê li navçê  tercîh dane  bi rawestana li hember gefa rastîn yanê Îsraîlê. Bijartina wan li siaysetên  navçeyî rewşa  valahiyê dewsa hevdengkirina bîr û rayan e.

 Helbet sebebkarên  mudaxilekir ên dervey navçeyî pêşewaziay vê siaysetê dikin ji ber ku ketiey riyekê ku  bêtifaqiyê li navçê bihêz dike.

Tenê bi vî awayî biyanî dikarin armancên mudaxilekirane û planên  cidaxwaziyê yên xwe li navçê pêşde bibin û serê axir  tevgera berxwedanê li hember berfirehxwaziyên  Îsraîlê lawaz bikin û mesela Filistînê wek mesela herî giring a cîhana  Îslamê bixin qeraxê.

 Karê ku Yekitiya ereban dike hema di vê çarçovê de ye, loma Yekitiya ereban li prosa ku dikarî rola hevgirtina û praktîkî li beşeke  giring ji cîhana  Îslamê hebe di pratîkê de ji vê riyê derketiye û ketiye xizmeta  armancên  Emerîka û Îsraîlê li navçê. Daxûyaniya  adwiyê ya  civîna  vê yekitiyê û şantaj û helwêstên  biarmanc li dijî Îranê ji divê ji vê hêlê binêrin.