Prespektîva têkiliyên navbera Îran û Swedê li gor nihêrîna rêberê giranqedr ê Inqilabê
Istefan Lon, serokwezîrê Swedê ku jibo sefereke sêrojî û hevdîtin û gotûbêja tev rayedarên Îranê îniyê şevê gihêşt Têhranê, berêvara roja sêşemiyê bi rêberê giranqedr ê inqilabê re hevdîtin pêk anî. Li vê hevdîtinê hezretê ayetullah ozma Xamineyî ser du mijarên giring sekiniye.
Mijara yekê, nihêrîn û şiroveyên wî li bara heger û hokarên qeyranên navçeyî û pirsgirêkên navneteweyî ye.
Rêberê giranqedr ê inqilabê jibo hilêxistina vê meselê, mudaxila hin qawetên mezin, kok û bingeha pirsgirêkên navçê da zanîn û got: Emerîka û piraniya hêzxurtên ewrûpî li pêkanîna bûyerên tal û diltezîn li Sûriye û Iraqê rola xwe hebûne û haya gelê navçê ji mudaxilên wan heye û li bara wan reşbîn in.
Wî li vê barê bal kişand ser xaleke giring a din jî ku ew jî rolek e ku NY û bitaybet Konseya Ewlehiyê divê cih bianiya lê heya niha wisa nebûye.
Hegera vê meselê jî vedigere ser hemen reftarên durû ku rêberê giranqedr ê inqilabê bala xwe da ser û diyar kir:`` Konseya Ewlehiyê sazî û imkaneke giring e ku mixabin hin hêzxurtan dor lê girtine lê di eynî demê de bi roleke kêrhatî dikarin hewlê bidin ku pîvan û standardên durû ji aliyê vê saziyê ve cih neyên.
Rêberê giranqedr ê inqilabê helbet rêçara pirsgirêkên navçê jî her li nav navçê da zanîn û bal kişand ser rewşa ber bi baştirbûnê ya li Iraqê û diyar kir: Îmkana çareserkirina mesela Sûriyê jî bi vî awayî heye lê pêwîstiya wê, qutkirina piştgiriya ji terorîzmê û piştgiriya ji şerxwaziyê ye.
Mijara dudiyan li gotinên rêberê giranqedr ê inqilabê li vê hevdîtinê, nihêrîna li ser peywendiyên Îran û Swedê û ew çavrêtî ne ku wî li vê barê xistin rojevê. Hezretê ayetullah Xamineyî tekez kir,Swêd ji ber peywendiyên dûr û dirêj tev Îranê welatekî xweşnav li cem gelê me tê naskirin û ev geşbîniya gelan li bara hev, dê rewşê jibo berfirehkirina hevkariyan xweş bike.
Li beşek ji van gotinan, rêberê inqilaba Îslamî, ciwanên xwendewar û geş û çalak û gelê bicoş û biviyan wekî potansîyela herîgirîng a Îranê da aznîn. Ev gotina rêberê giranqedr ê inqilabê amajeyek e ser xaleke giring li nihêrîna ser pîvanên sereke li peywendiya tev welatan. Jixwe Îran tenê xwediyê çavkanî û cih û şûnên herîbaş ên coxrafiyayî û aborî nîne belkî xwediyê çavkaniyên ên din e jî ku ew çavkaniya mezin, ciwan û amadebûna geş û çalak a nivşên nû yên inqilabê ne ku li meşa bicoş a 22`yê Behmenê, salvegera serketina Inqilaba Îslamî qaweta nerim a nizamê û pêşeroja geş a pêşberî Îranê nimandin.
Vê pîvanê roleke giring li kivşkirina siyaseta derve û rêkûpêkkirina peywendiyên Îranê tev welatên din heye, çawa ku serokwezîrê Swedê jî bal kişand ser rola gelan bitaybet ciwanên xwendekar û çalak û got: Civata ciwanên Îranê, sermaye û darayiyeyek pir binirx e.
Bêguman Îran bi zirûf û potansiyelên mezin tevlî danûstandinên aborî û siyasî ji wan tev welatên Ewrûpayî bûye. Çawa ku rêberê giranqedr ê inqilabê destnîşan kir: Komara îslamî ya Îranê ji peywendiyên her du welatan li hemî wara pêşewaziyê dike lê di vî warî da çawan ku aliyên hevkariyê hin çavrêtiya wan li Îranê heye, Îranê jî hin çaverêtî hene.
Gotina herî eşkere li vê barê amajeya rêberê giranqedr ê inqilabê li ser hatûçûn û muzakirên hin dewletên ewrûpî li Têhranê mideha sal û nîva buhhurî ye û wî bal kişand ser vê meselê ku piraniya hevhatinên hanê praktîze nebûne loma wî xitabî serokwezîrê Swedê destnîşan kir: Diyar e ku hûn mirovekî praktîkî û çalak in û em li bendê ne hûn bi curekê reftarê bikin ku ew hevhatin tenê ser kaxezê nemînin û praktîze bibin.