Daxwaza rayedarên pilebilind ên berê yên Amerîkayê jibo sekinîna li hemberî sîyasetên Trump
Hejmarek endamên berbiçav ên Partîya Dêmokirat a Amerîkayê ji wan Madlîn Albirayt û Can Kêrî wezîrên karên derve yên berê yên Amerîkayê duh ji Dadgeha Istînafê a Fêdêral (Dadgeha Venihêrînê) xwestin ku girtina pêşîya cihannîa fermana Donald Trump a qedexekirina hatina penaberan û welatîyên 7 welatên misilman bo Amerîkayê bidomîne.
Wan rayedarên Dêmokirat li nameyekê ku wekî belge dane ber destê Dadgeha Istînafê, ragihandine ku fermana Trump a di roja 27`ê Çilê da jibo vê qedexekirinê ser bingeheke nerast bûye, ravekirineke baş tinebûye û gellekî xirab cih hatîye.
Wer xûya dike berteka endamên pilebilind ên delweta berê ya Amerîkayê li hemberî fermana Trump li gorî berfirebûna neyarîyan di vî warî da çi li nav û çi jî li derveyî Amerîkayê dikare bê ravekirinê.
Li gorî vê fermana Trump, hatina hemî penaxwazan nav Amerîkayê mideha 120 rojan û derbasbûna welatîyên 7 welatên misilman, Îran, Iraq, Lîbî, Sûmalî, Sûdan, Sûrîye û Yemenê nav Amerîkayê mideha 90 rojî hatîye qedexekirinê. Di rastîyê da heke heta berî vê fermana Trump li bara qedexekirina hatina misilmanan, fermanên din ên wî zêdetir navxweyî bûn û yan jî têkildarî cînarên vî welatî yên wek Mêkzîkê bûn lê, fermana Trump ya qedexekirina hatina penaber û misilmanan, di rastîyê da berûlayeke navnetewî heye û bilî bandor û dûhatên bêveger ser peywendîyên Amerîkayê û cehana islamê, gellek ji welatîyên welatên din nemaze welatên ewropî ku welatîyê du welatan in jî ketin ber bandora vê fermana Trump. Herwiha di çend rojên destpêka cihanîna vê fermana Trump da bêserûberî û alozîyeke bêmînak li balafirgehên Amerîkayê birê ket û lewma bi dû fermana Cêymz Robêrt dadwerê dadgeha fêdêral a Sîyatêlê, dayra koçberî û gumrikên Amerîkayê bala xwe da ser rawestandina lezgîn a fermana Trump û vekirina pêşîya hatina misilmanan nav Amerîkayê.
Ev meseleya jibo Trump giran bû û wî tevî pêkenî û êrişa devkî ser dadwerê dadgeha fêdêral a Sîyatêlê, bi rêka wezareta dadwerîyê hewla ibtalkirina hikmê wî da. Di vê çarçovê da dewleta Trump li dadgeha Istînafê daxwza venihêrîna vî hikmî kir. Lê vê dadgehê daxwaza Trump qebûl nekir. Helbet dadgeha Istînafê hilkolandina daxwaza dewleta Amerîkayê didomîne. Li gorî hestyarîya vê meseleyê, niha rayedarên berê yên dewleta Amerîkayê jibo girtina pêşîya ibtalkirina hikmê dadwerê dadgeha fêdêral a Sîyatêlê ketine dewrê. Di vê çarçovê da endamên berbiçav ên Partîya Dêmokirat a Amerîkayê ji wan Can Kêrî wezîrê karên derve yê berê li dewleta Obama û Madlîn Albirayt wezîra karên derve ya berê li dewleta Bûş û hejmarek alîkarên Barak Obama serokomarê berê yê Amerîkayê jibo ku hikmê dadwerê dadgeha fêdêral a Sîyatêlê neyê ibtalkirinê nameyek jibo dadgeha Istînafê şandine. Sûzan Rays rawêjkara ewlehîya netewî li dewleta Obama, Lêon Paneta wezîrê berevanîyê yê berê û serokê berê yê CIA`yê û Canêt Napolîtano wezîrê ewlehîya welêt yê berêli dewleta Obama ji wajokerên din ên vê nameyê ne. Wan li nameya xwe gotine ku fermana Trump di warê qedexekirina hatina misilmanan bo nav Amerîkayê li dawîyê dewsa bihêzkirina ewlehîya netewî ya Amerîkayê, yê wê lawaz bike.
Li gorî nêrîna wan, ev fermana wekî alozkirina têkoşîna dijî têrorîsmê, zîyandîtina bêgunehan û lawazkirina nirxên amerîkî ye. Ew herwiha ser vê bawerê ne ku fermana Trump yê bibe sedema bihêzbûna propaganda DAIŞ`ê ya şerê Amerîkayê li dijî islamê. Di rastîyê da fukarên van rayedarên pilebilind ên amerîkî ewqasî jî vala nînin û hin rayedar û analîzorên din û rayedarên ewropî jî ew hilêxistine.