Sibat 03, 2017 19:11 Asia/Tehran
  • Işkesta bizûtirkê ya DAIŞê li Iraqê

Yanî Kobîş nunerê NY li Iraqê got: Işkesta dawîn a grûpa terorîstî ya DAIŞê li Iraqê nêzîk e û alîkariya civaka navneteweyî bo Iraqê li qonaxa piştî DAIŞê pêwîst e.

 Operasyona  azadkirina Mûsilê ji lepên terorîstên DAIŞê ji 17 Cotmeha 2016an destpê bû. Piştî derbasbûna  sê mehan ji operasyonê, Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê roja 24 Çilla 2017an azadkirina  tam a kêleka rojava ya çemê Urdinê ji lepên  grûpa terorîstî ragihand û daxwaza destpêbûna  operasyona  azadkiirna  kêleka  rastê ya vî bajarî kir.

 Operasyona  azadkirina mûsilê heta beriya destpêbûnê bi êrişên medyayî yên nçdijberên dewleta Iarqê ser hêzên Heşdê Şebî rûbirû bû lê bi hevhaina ku navbera hêzê  beşdarê li operasyonê cih hat Heşdê şebî neket nav bajarê Mûsilê. Li prosa operasyona  azadkirina  Mûsilê jî êrişên  medyayî yên giran  li dijî artêşa Iarqê bi îdiaya  binpêkirina  mafên xelkê sivîl cih hat.

 Helbe, Yan Kobîş, sekinîna rayedar û hêzên iraqî ser prensîpên   yên teşxîs û hevdengiya li operasyoan Mûsilê piştrast kiriye.

 Mesela din ku di derbarê operssyona Mûsilê hebû û niha  Yan Kobîş jî serê sekiniye, rêveberiya Mûsilê piştî DAIŞê ye.  Ev meseleya giring e ji ber ku  pirsgirêkên cidî li bara rêveberiya  Mûsilê piştî DAIŞê anvbera aktorên  anvxweyî yên Iraqê heye û heta  aktorên biyanî yên dijberê dewleta Iraqê jî vê meselê jibo lawazkirina  cih û şûna  dewleta anvendî ya Bexdayê bi kar tînin. Mûsil û parêzgeha Neynewayê beşeke  giring  ji welatê Iarqê ye û rêveberiya wê jî ser miklê dewleta navendî ya Iarqê ye lê bêtifaqiyên ku  li vê barê hene bi taybet ji aliyê rayedarên Herêam Kurdistana Iraqê, ne tenê bibûn baîs ku  li operasyona  azadkirina  Mûsilê  raweste belkî hin dilgiranî jî li bara bandora  van pirsgirêkan ser rewşa welatiyên Mûsilê çê bûne.

 Li vê barê Yan Kobîş nunerê NY li Iraqê kêmasiya alîkarî û piştgiriya ji Iraqê piştî azadkirina  Mûsilê  bi wateya  dubarekirina  şaştiyên  berê da zanîn û li bara dûhatên  xirab ên  vê şaşitiyê jibo ewlehî û aramiyê li dervey sînorên Iraqê û heta li asta anvneteweyî hişyarî da .