Sibat 03, 2017 17:33 Asia/Tehran
  • Dewama nerezamendiya Sûriyê li hemberî binpêbûna hakimiyeta axa vî welatî ji aliyê Tirkiyê

Piştî dewama destdirêjiyên Tirkiyê ser axa Sûriyê û binpêbûna hakimiyeta axa vî welatî ji aliyê Tirkiyê, wezareta karên derve yê Sûriyê li du namên cuda ji bo Konseya Ewlehiyê û Rêxistiya Netewên Yekgirtî şand.

Beşar Ceferî nûnerê hertimî yê Sûriyê li Rêxistiya Netewên Yekgirtî du pêncşemê destdirêjiyên eşkeraye Tirkiyê ser axa Sûriyê gefek ji bo aşitî û ewlehiya navnetewî daye zanîn û ji Konseya Ewlehiyê xwest ku pêsparteya xwe li hemberî parastina aşitî û ewlehiya navnetewî û binpêkirina heqê welatiyên Sûriyê ji aliyê Tirkiyê bibaşî cih bîne.

Tirkiye yek ji van welatan e ku nexş û roleke girîng li ser aloziyên nav Sûriyê heye. Dewleta Erdogan hema ji destpêka krîza Sûriyê dijberiya xwe tev dewleta Sûriyê ragihand,

Rola yekem a ku Tirkiyê wekî dijberê dewleta Şamê girte sikura xwe, piştevaniya ji grûpên terorîstî yên nav axa Sûriyê bû, li vê çarçovê bilî viya ku Enqerê sînorên xwe li ser hatûçûna terorîstan ji nav axa Tirkiyê bo nav axa Sûriyê vekir û çek û sîlah û alîkariyên cubicur dane terorîstan, hema li nav axa xwe jî terorîst perwerde kirin û bûye mazûvanê grûpên dijberê dewleta Şamê ku ev xebatên Enqerê bê encam man û nebûye sebeb ku dewleta Beşar Esed hilweşe.

Rola dudyan a Tirkiyê li alozkirina Sûriyê, eva bû ku artêşa vî welatî li operasiyonekê bi navê Mertala Firatê bêyî îzna Şamê kete bakûra Sûriyê û îdia kir ku ev operasiyona bona jinavbirina terorîstan e ku helbet ev operasiyona piştî darbeya leşkerî ya işkestxwarî ya 15 Tirmeha sala 2016 li nav Tirkiyê bû.

Tirkiyê li rewşekê bi îdiaya jinavbirina terorîstên DAIŞ`ê artêşa xwe şande nav Sûriyê ku li şeş salên bihurî vî welatî hema bi eşkerayî bona jinavbirina dewleta Beşar Esed sînorên xwe li ser terorîstan vekirin ku bi rehetî hatûçûna Sûriyê bikin û heta alîkariyên abûrî û çek û sîlahî jî dane terorîstan, desthata vê siyasetê jî bûye sebeb ku hema kiryarên terorîstî li nav axa Tirkiyê bi xwe jî biqewimin, loma Erdogan bi îdiaya şerê dijî DAIŞ`ê, operasiyona Mertala Firatê li nav axa Sûriyê destpê kir.Li vî halî ew operasiyona Mertala Firatê ku Tirkiyê li nav axa Sûriyê cih tîne , pirtir ji viya ku xebata dijî terorîzmê be , diyar e ku li çarçova dewama siyasetên zêdexwazane yên Erdogan e, ev xwestekên zêdexwazî yên Erdogan li bajarê Babê pirtir dikevine ber çavan û li vê çarçîvê artêşa Tirkiyê li du rojên bihurî du gundên El-Qewz û Ebûzendîn dagîr kirin ta ku bikaribin mijarê ji bo dagîrkirina bajarê Babê serrast bikin.

Helbet ev cure siyasetên dewleta Tirkiyê bûye sebeba nerezamendiya dewleta Şam û Sûriyê li du namên xwe yên ji bo Konseya Ewlehiyê û Rêxistiya Netewên Yekgirtî ji van saziyan xwestiye pêşiya destdirêjiya Tirkiyê ser axa Sûriyê bigrin.

Helbet pêştir ji operasiyona Mertala Firatê jî Tirkiyê li çarçîva siyasetên zêdexwazî yên Erdogan bicaran destdirêjiya ser axa Sûriyê kiribû û hakimiyeta yekparçetiya axa Sûriyê binpê kiribû û her car dewleta Şamê bicaran ev kiryarên Enqerê bi şîdet mehkûm kiribû.

Dewleta Sûriyê li Tebaxa sala 2016 du namên cuda ji bo sekretirê giştî yê Rêxistiya Netewên Yekgirtî û serokê Konseya Ewlehiyê nivîsî û bilî mehkûmkirina operasiyona artêşa Tirkiyê bo nav axa Sûriyê, ev karê Tirkiyê binpê kirina hakimiyeta axa Sûriyê û wekî cinayeta dijî mirovahiyê dabû zanîn.

Rola sisyan a Tirkiyê ku karî ji darbeya leşkerî ya 15 Tîrmehê saxlem biflite li bara kirîza Sûriyê ku tev du rolên dine vî welatî heta hedekê ferq heye evaye ku piştî ku firokên şerî yên vî welatî firoka şerî ya Rûsiyayê li nav axa Sûriyê sernixûn kir ku eva bibû sebeba aloziya siyasî dinavbera du welatan, vê carê Enqerê bilî viya ku daxwaza lêbihurînê ji Moskovayê kir, siyasetên xwe jî li bara kirîza Sûriyê nîzikî Rûsiyayê kir.

Li vî halî wisa diyare ku dewleta Erdogan li bara kirîza nav Sûriyê rastî kirîzekê hatiye ji ber ku ji aliyekê hema kiryarên terorîstî li nav axa Tirkiyê bi xwe jî zêde dibin ku Enqere vê wezyetê tesîrgirtî ji rewşa nav Sûriyê dizane û ji aliyekê herwisa dewamê dide operasiyona xwe ya Mertala Firatê li nav axa Sûriyê ku eva jî dewama van siyasetên zêdexwazî yên Erdogan in, ne ku xebata dijî terorîstên DAIŞ`ê ku li ser hev ev kar û kiryaran bi giştî li dij qayde û qirarên navnetewî ye û kifş e ku hîn jî hakimiyeta neteweyî û yekperçetiya axa Sûriyê binpê dike.