Sibat 02, 2017 19:21 Asia/Tehran
  • Şirove - Konseya Hevkariya Kendava Farsê li ber îflasbûnê

Welatên endama Konseya Hevkariya Kendava Farsê di sala 2016`an da ji ber kêmbûna çavkaniyên malî 39 miliyar dolar belgeyên qerzeyê çap kirin.

Enstîtûya pîvandina hitbar û pêbaweriyê ya El Weteniyê ji saziyên malî yên bihitbar li navçeya Rojhilata Navînê li raporekê bal kişande ser vciya ku welatên ereb ên dorhêla Kendava Farsê hema wisa tûşî rewşa neminasib a malî ne û ragihand: Erebistana Siûdî û Behrêyn di sala 2016 di serê welatên çapkerê belgeyên qerzeyê di nava welatên Konseya Hevkariya Kendava Farsê bûne.

Li gorî vê raporê hevdem çalakiyên aborî yên beşa sivîl li welatên endama Konseya Hevkariya Kendava Farsê di sala 2016`an da pêvajoyeke ber bi paşketinê derbas kirine û dewama vê pêvajoyê bûye sebeb ku 6 welatên endama vê konseyê (Erebistana Siûdî, Behrêyn, Mîrnişînên Yekbûyî yên Erebî (Îmarat), Qeter, Uman û Kuwêyt) ber bi wergirtina deynê û zêdebûna deynên xwe va herin.

El Weteniyê li rapora xwe ragihand: Tenê Erebistanê di sala 2016`an da 17 û nîv miliyar dolar belgeyên qerzeyê çap kirine.

Rewşa niha abora welatên endama Konseya Hevkariya Kendava Farsê encama şopandina pirraniya wan a siyasetên nepijyayî yên Erebistanê li warê miajrên cûrbicûr e. Bikaranîna Erebistana ya çeka niftê û kêmbûna bihaya wê ji bo derbedana li xwedîrolên hevrik  û serbixwe ji wan Rûsiye, Iraq û Îranê ji wan siyasetan bû ku dûhatên wê zêdetir pêsîra vî welatî bi xwe û welatên ereb ên dorhêla Kendava Farsê girtiye ku abora xwe ya yekberhgemî ya girêdayî bi niftê hene. Xercên bêsînor ên xweguzeraniya paşazadeyên welatên erebî, dayîna meaşa têrorîstên kirêgirtî li Sûriye û Iraqê her wiha xercên şerê Alê Siûd li Yemenê, siyasetên nekêrhatî yên aborî yên wan û biryarnameyên cûrbicûr ên kirrîna çekan a pirraniya welatên ereb ên dorhêla Kendava Farsê jî li ser xeratirbûna rewşa aborî ya van welatan bibandor bûye.
Li vî warî da hger yek ji welatên ereb ên dorhêla Kendava Farsê her sal bi dehan miliyar dolarî çekan dikirrin. Ev çek jî pirtir ji bo karên destwerdanê li welatên navçeyê ji wan destdirêjiya ser Yemenê bi serkirdayetiya Erebistanê ye ku tenha encama wê zêdebûna bêewlehîtiyê li navçeyê bûye. Bêguman rewşa bêewlehî û nearamiyê bandoreke nerênî li ser warên cûrbûcûr ên aborî li navçeyê bike û rê li ber sermayedanîn û plandarêştina ji bo geşepêdan û pêşketina aborî li navçeyê digire û wan tûşî nakokiyê tîne.

Lêkolînên aboriyê nîşan daye ku ev konseya ji ber siyasetên xav û nepjyayî yên Erebistanê herî pirr tûşî ziyanê bûye û di pratîkê da tûşî pirsgirêkên aborî bûye. Karên Erebistanê li warê guhertina Konseya Hevkariya Kendava Farsê bo kanûna piştgiriya ji têrorîstan her wiha hevrêkirina vê konseyê digel siyasetên şerxwaziyê yên Alê Siûd li Yemenê bû sebeb ku dûhatên siyasetên têkçûyî yên Erebistanê li navçeyê tenê Erebistanê nagire ber xwe û dûhatên wê kêm û zêde pêsîra welatên din ên endama Konseya Hevkariya Kendava Farsê jî bigire.

Eva li halekî ye ku raporên aborî qala kûrtirbûna qeyrana aborî ya welatên ereb ên dorhêla Kendava Farsê di sala 2017`an dikin û ev mijar pêşerojeke reş û tarî ji bo Konseya Hevkariya Kendava Farsê nîşan dide. Bi awayekî ku wê wekî  Konseyeke Têkçûyî dizanin ku li ber îflasbûnê ye.