Çile 31, 2017 17:42 Asia/Tehran
  • Muhakimekirina 270 tawanbarên pişkdarîya li derbeya işkestxwarî li Tirkîyê

Muhakimekirina 270 kes ji tawanbarên desthebûna li derbeya serneketî ya 15`ê Tîrmehê ji duh ve li bajarê Izmîra Tirkîyê destpê bûye.

Ev muhakimekirina, muhakimekirina herî mezin a dîroka dadgehên Tirkîyê hatîye binavkirinê. Tişta ku girîngîya vê muhakimekirinê zêde dike netenê şopandina dosîya 269 piledarên serbazî yên derbekar, belkî ragihandina muhakimekirina bêyî amadebûnê ya Fetulah Gulen serokê Tevgera Xizmetê li gorî gotina hikûmeta Enqerê wekî darêjerê derbeyê li Tirkîyê li vê muhakimekirinê ye.

Tawana van kesana hewldana jibo rûxandinê anegorî destûra bingehîn, endametîya li sazîyeke têrorîst û hewldana jibo rûxandina parlemanê û girtina pêşîya karê meclisê ye. Hilêxistina van tawanan di çarçova wan dosîyan da ye ku li dijî vê hejmara neyarên dewletê û şexsê Receb Teyîb Erdogan hatine vekirinê.

Jibo her yek ji van tawanbaran cezaya 2 car hepsa hetahetayîyê hatîye xwestin û herîkêm ev yeka heta wê demê ye ku mijara ibtalkirina cezaya îdamkirinê li Tirkîyê di qonaxên destpêkê da ye û mijara venihêrîna li dosîyên tawanbaran û cezakirina wan nehatîye hilêxistinê. Ev rewşa herçend ku serdestbûna dewleta Tirkîyê li kontrolkirina alûgurên civaka vî welatî nîşan dide, renge nîşana wan berdêlan be ku civak û delweta Tirkîyê dide. Tişta ku berdêla helwest û sîyasetên dewleta Erdogîn li warê birêvebirina welêt zêde dike, berfirebûn û bêmînakbûna pêvajoyên dadwerîyê li Tirkîyê bi dû derbeya serneketî ya 15`ê Tîrmehê ye.

Valabûna artêşa Tirkîyê ji efserên pilebilind û xwedîtecrube li warên curbicur jandarmêrî, hêzên bejayî, hewayî û deryayî û herwiha jinavbirina pêbawerîya giştî ya civakê li hemberî dezgehên serbazî yên vî welatî wekî hêzên ku divê parêzerên yekperçetîya axê û namûsa welêt bin, beşek ji berdêlên sîyasî, civakî û rewanî ne ku dewleta AKP`ê ji ber sîyaseta rayedarên Tirkîyê ya tolhildana ji neyar û rexnekirên xwe dide.

Eva di rewşekê da ye ku Fetulah Gulen her cure destwerdana xwe li hewldana jibo derbê ret kirîye û ragihandîye ku meseleya derbê sênarîyoyek çêkirî bû ku Erdogan şanogêr û sergêrê vê şanoya sîyasî û serketîyê lîstika demkî ya desthilat û sîyasetê ew plana darêşt. Ev gotin bûne sedema pêkhatina du cemseran li civaka Tirkîyê. Ji hêlekê va hewldana rayedarên Tirkîyê jibo girêdana alûgurên sîyasî yên navxweyî û derveyî bi helwestên Enqerê li hemberî alûgurên Sûrîyê va nîşan dide ku rayedarên Tirkîyê hemî kartên lîstikê jibo serketina xwe û partîya desthilatdar anku AKP`ê li pişkdarîya berfire ya gel li giştpirsîya têkildarî destûra bingehîn û dengê Erê yê wan bo pêşnîyara şexsê Erdogîn jibo guhertina pergala hikûmetî li vî welatî bikar tînin.

Bi gotineke din çiqasî pêvajoya şopandina dosîya tawanbarên derbê, demdirêjtir, berfiretir be, imkana coşandina hest û kelecana gel ji alîyê rayedarên hikûmeta AKP`ê va zêdetir dibe ş eva jî ew armanca ye ku herîkêm dewleta Enqerê heta lidarxistina giştpirsîya destûra bingehîn bi dû wê ne û dişopînin. Sîyaseta ku rexnekirên Tirkîyê ewê bidestxistina armancê bi saya her wesîleya pêkan dizanin, heta heke ev rêbaz û wesîle bibin sedema bêhitbarbûna dezgeha dadwerîyê û jinavçûna desthilat, nifûz û hitmara artêşê li cem raya giştî.