Çile 30, 2017 20:02 Asia/Tehran
  • Berfirehkirina peywendiyên  tev Îranê, mêhwera sefera wezîrê karên derve yê Fransayê bo Têharnê

Jan Mrk Ero wezîrê karên dreve yê Fransayê îro li sefera têhranê tev rayedarên Îranê hevdîtin pêk anî û li bara berfirehkirina têkiliyan gotûbêjê dike .

 wezareta karên derve ya Fransayê gotûbêja  li warê çawaniya  cihanîna  hevhatian navokî ya 14 Tîrmeha 2015an  ji mêhwerên herî giring ên  sefera têhranê ragihandiye.

 Ev sefera di rewşekê de ye ku  helwestên  Donald Trump serokkomarê nû yê Emerîkayê li hember rêketinnama navokî rastî rexneyên  zav ji wan ji aliyê welatên YE hatiye .

 Pêvajoya têkiliyên  Îran û Fransayê piştî rêketinnama navokî ne dikarin sedîsed erênî bibînin an ku wê tam  nerênî bidin nirxandin.  Renge bikaribin bibêjin ev peywendî li gor rewşa  nû  ya piştî rêketinnama navokî hatien  rêkûpêkkirin. Helbet ferqên siaysî li  nihêrîneke berfireh li meselan li nav welatan  tişteke normal e lê di rewşekê de her ef ferqana dikarin pêvajoya  berfirehkirina  peywendiyan  hêsan bikin an li hember wan berbendan çê bikin. Berûlaya  herî giring a peywendiyên  Îran û Fransayê li warê aboriyê ye. yekim sefera  ewrûpî ya  serokê Komara Îslamî ya Îranê par bi seredana Fransayê destpê bû ku bi îmzekirina çend hevhatinname û reşnivîsahevhatinnaman cih nehatine. Lê nunerên  nêzîkî 60 şîrketên  frasnî, dê li vê seferê hevrêtiya Jan  Nark Ero bikin. Bê şik deriyên  aboriya Îranê ser heckariyên aborî vekirî ye lê wer xûya dike hereketa  li warê siyaset û biryarên siyasî yên yekalî yên welatên rojavayê bi atybet ji aliyê Emerîkayê rastî pirsgirêkan hatiye û derbasbûna  ji wan  bi dehan  pirsgirêk hene. Hin  kes bawer in  ku jibo geşatiya aborî divê derbasî nav  tevgera  tevlîhev û aloz a cîhanî bibin û li gor prensîpên wê tev bigerin.

 Komara îslamî ya Îranê lê ji destpêka  serketina inqilabê jibo sekinîna  ser prensîpan û nirxên  Inqilaba Îslamî xerceke mezin kiriye. Tamula  zehmetiyên şêr û boykotên nedadmendane ku para Fransayê jî têde  kêm nebûye vê wateyê dighîne ku Îran tu carî nahêle ku  rûvek û hundr û rihê peywendiyên wê dervey prensîpên  inqilabê bin. Bingeha  hevkariyên aborî yên Îranê ji wan Fransayê jî her wisa ye . Fransa ji wan welatan e ku destxwe piştî îmzekirina  rêketinnama navokî hin   taximên  curbicuir ji rêveberên  şîrketên  mezin ên çêkirina  trimbêlên  Pêjo û Sîtronê heya rêveberên  niftê yên  şîrketa Totalê û her wiha  hin sermayedaner bi pêşniyara  beşdariya  li  beşa çêkiirna hotêlan heya cotkariyê  şandine Têhranê.  Lê Îran jibo hevkariyên xwe li pêşnîne û karûbarên  berê yên  aliyên aborî jî dinêre. Fransayê pêştir  li warê siaysî bi Îranê re hin pirsgirêkên wê hebûne û niha jî gelek rexne  ser kiryarên parîsê ji wan  reftara  newekhev li hember mesela terorîzmê û mafên mirovan heye ku  ku yek ji wan piştgiriyên Fransayê ji  grûpa terorîstî ya Munafiqan e loma her çiqasî karnama  welatan li bara Îranê zelaltir be dê ewqasî asoya siberoja têkiliyan jî berfirehtir û geştir be.