Serdana serokwezîra Ingilîsê ya Tirkîyê
Serokwezîra Ingilîsê li hevdîtina ligel serokomar û serokwezîrê Tirkîyê bi wan ra li bara berfirekirina peywendîyên her du welatan û hin mijarên navçeyî gotûbêj kir.
Tirêza Mêy serokwezîra Ingilîsê li yekemîn serdana xwe ya fermî roja şemîyê ji Amerîkayê derbasî Enqerê bû.
Serokwezîra Ingilîsê li serdana Tirkîyê hêvîdar e ku peywendîyên London û Enqerê berfire bike û berî derketina welatê wê ji YE`yê peywendîyên ticarî yên nû bi Tirkîyê ra destpê bike.
Serokwezîra Ingilîsê vê dawîyê gotibû ku welatê wê bûye welatê ticaretkirê mezin û cehanî û amadekarîya derketina ji YE`yê dike.
Di vê çarçovê da, dewleta Ingilîsê li halê muzakira bi hin welatan ra jibo wajokirina rêketinama ticareta azad ji wan bi Tirkîyê ra ye. Xala balkêş ew e ku tevî daxwaza çalakên mafên mirovan, Tirêza Mêyê li gotûbêjê ligel rayedarên Tirkîyê behsa mijara mafên mirovan nekir.
Berî vîya berdevkê serokwezîra Ingilîsê gotibû ku li hevdîtina xanima Mêyê ligel rayedarên Tirkîyê yê meseleyên ticarî û ewlehîyê bên hilkolandinê.
Serokwezîra Ingilîsê heta li muzakireyên ligel rayedarên Tirkîyê pesna dêmokirasî û sozdarîya Enqerê li warê mafên mirovan da.
Çend rojan berî niha raporek li Ingilîsê hat weşandinê ku têda hatibû: Ingilîsê bêyî berçavgirtina tepeserkirina erfire ya gel bi destê hikûmeta Tirkîyê, dest bi firotina sîlehan bo hikûmeta Enqerê kirîye. Di vê çarçovê da, serokwezîra Ingilîsê li serdana xwe ya Tirkîyê, rêketinama çêkirina hevpar a cêtên cengê bi bihaya zêde ji 100 milyon pondî ligel Tirkîyê wajo kir.
Serokwezîra Ingilîsê vê dawîyê dema serdana xwe ya Behrêynê û li rex civîna rêvebirên welatên ereb ên endamê Konseya Hevkarîya Kendava Farsê jî qet behsa binpêkirina mafên mirovan li wan welatan nekir û heta peymana firotina sîlehan bi wan welatan ra wajo kir.
Ingilîzê li dewreya piştî biryara derketina Londonê ji YE`yê, helwest û sîyaseta xwe ya serbazî bihêz kirîye û bi heceta sekinîna li hemberî gefên têrorîstî bi dû berfirekirina nifûza Londonê li navçê ye.
Serokwezîra Ingilîsê li hevdîtina ligel rayedarên Enqerê jî li bara qaşo hewldanên navnetewî jibo têkbirina DAIŞ`ê axivî û idiaya hevkarîya ligel Tirkîyê di warê têkoşîna dijî têrorîsmê da kir. Li gorî gotina serokomarê Tirkîyê, meseleyên Iraq û Sûrîyê li muzakireyên ligel serokwezîra Ingilîsê zef girîng bûn.
Eva li halekî ye ku Ingilîsê hevdeng ligel Amerîkayê roleke berbiçav li birêxistina qeyranan li devera Rojhilata Navînê nemaze şerên Iraq û Sûrîyê bi rêka alîkarîya bo têrorîstan lîstîye lê, niha ku bi saya berxwedana dewlet û gelê Sûrîyê û bi saya hevkarîya hin welatên navçê yên wek Îran û Ûrsêtê, têrorîsm li Sûrîye û Iraqê li halê têkçûnê ye û pêşvajoya gotûbêjên aştîya Sûrîyê jî destpê bûye, serokwezîra Ingilîsê li muzakireyên ligel rayedarên Enqerê behsa çareserkirina sîyasî a qeyrana Sûrîyê kirîye.
Di her halî da, seredana serokwezîra Ingilîsê ya Tirkîyê di çarçova qazancên ticarî û serbazî yên wî welatî da tê nirxandinê.