Çile 28, 2017 17:18 Asia/Tehran
  • Daketina ducarî ya hitibara Tirkiyê

Ji ber siyasetên şaşe hundirî, navçeyî û cîhanî ji aliyê dewleta Enqerê, carek din hêtibara navnetewî ya Tirkiyê bitaybet li babeta abûrî dakete xwarê.

Navenda anketan a ``Standard end Poors`ê`` li rapora xwe ya nû ragihand; Ji ber kêmbûa erzişa diravê Tirkiyê, carek din hêtibara vî welatî li cîhanê dakete xwarê.

Hatiye ragihandin ku li çaxê vê anketê erzişa Lîrê Tirkiyê li hemberî dolarê sedî 18 kêm bûye.

Navenda anketan a ``Standard end Poors`ê`` destnîşan kiriye ku Kêmbûna erzişa diravê Tirkiyê dê bibe zêdebûna giraniyê li bazarên mesrefî yên vî welatî û derbelêketina li geşatiya abûrî ya vî welatî.

Karê navendên ku li ser hêtibarên welatên cîhanê dixebitin , lêkolîna ser vê yekê ye ku gelo her welatek li kîjan pileyê daye û herwisa ewna deynên her welatekê piştrast dikin.

Çaxê ku hêtibara her welatek ji aliyê navendên binave navnetewî piştrast dibe, dibe sebeb ku ev welata qer û deynên zêde ji navend û bankên cîhanî verbigrin.

Li vê navberê da du navendên hêtibarî yên wekî Moody`s û Navenda anketan a ``Standard end Poors`ê``li deheka bihurî her car ku hêtibara Tirkiyê teyîd kirine bûye sebeb bilî viya ku rewşa abûyî ya vî welatî baştir bibe , alîkariyên zav dane Enqerê ku bikaribe deynên baş jî ji bankên mezine cîhanî verbigre û hema nêhrîna wan a erênî li ser hêtibara Tirkiyê li deheka bihurî bûye sebeb Tirkiye ji welatekî normal li rojhilata navîn, bikeve nav welatên xwedan geşatiya abûrî li cîhanê.

Li salên vê dûmahîkê ji ber siyasetên şaşe hundirî, navçeyî û cîhanî ji aliyê dewleta Enqerê, carek din hêtibara navnetewî ya Tirkiyê bitaybet li babeta abûrî dakete xwarê û derbe li hêtibara vî welatî ketiye.

Erzişa diravê Tirkiyê li hemberî Dolarê Amerîka gelekê kêm bûye, hema ji destpêka sala 2017 du rûdawên mezine terorîstî li nav Tirkiyê qewimîn, ev rûdawên hanê li Istanbûlê û Ezmîrê qewimîn û desthata van kiryarên terorîstî bûne sebeb ku xelkê Tirkiyê sersalekî xwînavî tecrube bikin.

Helbet sala bihurî jî gelek rûdawên terorîstî li nav Tirkiyê qewimîn û darbeya leşkerî ya işkestxwarî li Tirkiyê jî li ser rewşa siyasî û ewlehiya vî welatî tesîr kir bi curekê ku Receb Teyib Erdogan serokkomarê Tirkiyê bi şîdet sebebkarên vê darbeyê serkut kir.

Ji 15 Tîrmeha sala 2016 ku darbeya leşkerî ya Tirkiyê rastî işkestê hat dewleta Rnqerê bi berfirehî dest bi girtina kesên nav artêş, polîs, sîstema dadweriyê, karbidestên siyasî yên neyar, hunermend û nivîskaran kir.

Piştî zêde ji şeş mehan ku ji vê darbeya leşkerî ya işkestxwarî derbas dibe, hema hîn jî sebebkar û piştevanên vê darbeya leşkerî li nav Tirkiyê têne girtin.

Gelek ji navend û saziyên navnetewî ev karê dewleta Enqerê ku neyarên xwe girtin û tawana piştevaniya wan ji vê darbeyê li wan hate xistin mehkûm kirin û ragihandin ku ev darbeya bûye sebeb ku Erdogan neyarên xwe bi mihana piştevaniya wan ji vê darbeyê serkut bike û jinav bibe.

Bo nimûne Yeketiya Ewrûpa dewleta Tirkiyê tawanbar dike ku ji darbeya leşkerî ya işkestxwarî ya 15 Tîrmehê bona serkutkirina neyarên xwe istifade kiriye.

Ji aliyê dinve dewleta Tirkiyê bi xwe tawanbare ku ji grûpên terorîstî yên wekî DAIŞ`ê û Cibhetulnusreh li Sûriyê piştevaniyê dike.

Ev grûpên terorîstî ku pêştir Tirkiyê piştevaniya wan dikir li mehên vê dûmahîkê bûne neyarê dewleta Receb Teyib Erdogan serokkomarê Tirkiyê û hema van terorîstan li vê dûmahîkê çend kiryarên terorîstî li nav axa Tirkiyê jî organîze kirine.

Eger mirov berê xwe bide siyasetên dewleta Tirkiyê li sala bihurî dibîne ku şaşitiyên dewleta Enqerê çi li babeta siyaseta hundirî û çi jî li babeta navçeyî û cîhanî bûye sebeb ku neêminiyên nav Tirkiyê zêde bibin û sercem dewama vê wezyetê derbe li abûra vî welatî xistiye û hêtibara navnetewî ya Tirkiyê jî kêm bûye.

Loma ev hêtimala heye ku dewama siyasetên şaş û liv û tevgerên dewleta Enqerê dê dîsa jî derbê li hêtibara vî welatî xwîne.