Armancên Qezaqistanê yên mêvandariya civîna çareserkirina qeyrana Sûriyê û qeyranên din ên navneteweyî
Astaneya paytexta Qezaqistanê di rewşekê da mêvandariya civîna du rojî ya gotûbêjên aştiya Sûriyê di navbera nûnerên dewletê û dijberê dewleta Sûriyê her wiha sê welatên Rûsiye, Îran û Tirkiyê wek welatên navbeynkar girtiye ustiyê xwe ku berî viya jî mazûvaniya civînên cûrbicûr ji bo çareserkirina nakokiyan di navbera welat û xwedîrolên navneteweyî tecrube kiirye.
Mêvandariya civîna gotûbêjên di navbera taximên Komara Îslamî ya Îranê û welatên endama Koma 5+1`ê (Endamên hertimî yên Konseya Ewlehiyê ya Rlêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) û Alman û Yekîtiya Ewropayê) ji bo çareserkirina meseleya navokî ya Îranê, heta hewldana ji bo pêkanîna aştiyê di navbera Rûsiyê û welatên rojavayî ji bo çareserkirina qeyrana Ûkraynê û heta hewildana ji bo navbeynkariya ji bo çareserkirina nakokiyên navbera Rûsiye û Tirkiyê li bûyera jordaxistina firokeya şêrr a Rûsiyê ji aliyê firokeyên şêrr ên Tirkiyê beşek ji van xebatan e.
Lê bi rastî armanca Astaneyê ji nêrîn û stratejiya dîplomasiya vî welatî ji bo mêvandariya civînên çareseriya nakokiyan di navbera xwedîrolên warê navneteweyî da çî ye?
Renge kêmtir kesekî fikir dikir ku Qezqistana ku di salên destpêkê yên piştî serxwebûnê li dû pênaseyê û rêkarekê ji bo avakirina pênase û vejiyandina nijyarên xwe ya aborî û siyasî bû, piştî pêşniyara damezirandina statuya asyayî ya Konfêransa Danûstandin û Pêkanîna Hevdubaweriyê ya Asyayê (SÎKA) di sala 1992`an di qonaxeke din, mêcvandariya civînên girîng ên çareserkirina gêre û nakokiyên navçeyî û navneteweyî bigire ustiyê xwe.
Armanca damezirandina SÎKA`yê, xurtkirina peywendiyên duyalî û hevkariya navbera welatên asyayî bi armanca pêkanîna aramî û tenahiyê li navçeyeke bi panatiya Asyayê bû, lê serêxwegirtina vî hedefa girîng ku bandora wê ya sereke hewildana ji bo vejiyandina pênase û rola Qezaqistanê li danûstandinên navneteweyî bû, tu caran negihêşte wê astê ku serokomarê vî welatî hêviya wê dikir. Tevî viya Astane bi nasandina xwe wek lîstikvana çalak li warê danûstandinên navneteweyî da, heta wê astê pêşda çû ku di meha Çileya 2014`an da Nûrsiltan Nezerbayîv serokomarê Qezaqistanê di peyama xwe ya sala nû ya zayînî qala qonaxeke nû li warê geşepêdana vî welatî her wiha stratejiya sala 2050`an a Qezaqistanê kir.
Bernameya dewleta Qezaqistanê di bin navê ``Stratejiya 2050``ê asoya hebûna Qezaqistanê di nava 30 welatên pêşketî yên cîhanê di nîveka sedsala 21`ê da radixist ber çavan ku vejiyandina abora welêt, geşepêdanan siyasî, çandî û civakî li berûlayên navxweyî û alîkariya ji bo Qezaqistanê ji bo hebûna siyaseta derveyî ya aram ku tê pêşbînîkirin li çarçoveya berçavgirtina babetên neteweyî û xurtkirina elwehiya cehanî û navçeyî beşek ji vê styratejiyê bû û niha jî heye.
Serekebûna mijara nûjenkirina siyaseta derveyî, geşepêdana dîplomasiya aborî û baziragnî, xurtkriina ewlehiya navçeyê, hevkariya li warê ewlehiya cîhanî û xurtkirina şiyana berevaniyê û doktirîna leşkerî beşek ji naveroka vê beşa bernameya Qezaqistanê li warê siyaseta derveyî ya vî welatî bû. Ji bo serêxwegirtina vê armancê dewleta Qezqistanê cihanîna hin bernameyên demdirêj xistin rojeva xwe ku li beşa dîplomsiyê em dikarin amaje bi nêrîn û stratejiya vî welatî ji bo mêvandariya civînên çareserkirina nakokiyên navçeyî û navneteweyî bikin.
Xala werçerxan a van mêvandariyan lidarxistina gotûbêjên Îranê û Koma 5+1`ê li Astaneyê bû. Piştî wê Qezaqistanê bi armanca xurtkirina prestîja xwe ya navneteweyî hewil da ku navcîtiyeke hêja û guncaw di navbera Rûsiye û bereya welatên rojavayî li ser qeyrana Ûkraynê bike. Hewildana Astaneyê ji bo navcîtiya navbera Enqere û Moskoyê ji bo çareserkirina nakokiyên navbera Tirkiye û Rûsiyê li ser bûyera xistina firokeya şêrr a Rûryayê ji aliyê hêza hewayî ya artêşa Tirkiyê va û niha jî mêvandariya ji taximên sûrî û taximên siyasî yên ûris, îranî û tirk li civîna gotûbêjên çareserkirina qeyrana Sûriyê li vê çarçovê tê nirxandin.
Di şert û mercekê da ku hey yek ji aliyên bibandor ên navneteweyî hewlê didin ku rol û cîgeheke minasib û guncaw li warê mekanîzm û danûsatndinên navneteweyî hebin, Qezaqistan jî bi berxwegirtina stratejiya mêvandariya taximên siyasî li civînên cûrbicûr ji bo çareserkirina qeyran û nakokiyan ji wan qeyrana Sûriyê, ji bo pêkanîn û dewama danûstandinên xwe yên kêrhatî digel saziyên navçeyî, bi serekebûna beşdariya li warê pêkanîna aştî û ewlehiya navçeyî û navneteweyî hewil dide. tevî ku derfeta behrewergirtina ji rewşên pêkhatî ku li kêleka van civînan dabîn dibe, mijarek e ku Astaneyê han dide da ku bi xurtkirina peywendiyên xwe digel hêzxurtên navçeyî û seranavçeyî her wiha pêşdabirina armancên xwe yên siyaseta derveyî li çarçova stratijiya nasandî û helbete mêvandariya civînên wiha, ber bi asoyên diyarkirî pêngavan rabike.