Pêngavên destpêkê yên Trump li qada siyaseta derve û berevaniyê
Koşka Sipî li daxûyaniya xwe ya duh înê çarçêvên siyaseta derve ya Donald Trump serokkomarê nû yê Amerîka şirove kirin.
Li daxûyaniya Koşka Sipî hatiye ku dewleta Trump siyaseta xwe ya derveyî li gor xêr û qazanca Amerîka û ewlehiya netewî ber bi pêş dibe.
Dewleta nû ya Amerîkayê herwiha li daxûyaniyekê ragihand ku sîstema dijî mûşekî ya pêşketî bona parastina axa vî welatî li hemberî êrişên terorîstî li çarçêva misogerkirina ewlehiya Amerîka dê damezirîne.
Ji aliyê din ve piştî dengên sereke yên Senaya Amerîka, James Mattis generalê teqaûdbûyî yê Amerîkayê wekî wezîrê parastinê yê vî welatî hate bijartin.
Hevçaxî birêketina rêûrisma sondxwarinê ya Trump wekî serokomarê Amerîkayê , wî soz da ku diroşmên xwe yên hilbijartinî li babetên hundirî û siyasetên derveyî yên Amerîka dê cih bîne.
Eva ku Trump siyasetên xwe yên derveyî kifş kir û ragihand ku dê sîstema berevaniya mûşekî ya bi hêz û qawet li vî welatî damezirîne û herwisa wezîrê berevaniya Amerîka ku generalekî teqûdbûyî ye kifş kir ser cem nîşana destpê bûna dewranekî nû li siyaseta derveyî û siyaseta berevaniyê ya Amerîka ye.
Mesela sereke li nav siyasetên derveyî yên Trump eva ye ku ew dixwaze diroşma xwe ya aşitiyê bi bikarbirina hêz û zorê pêş ve bibe.
Ya rast nêhrîna Trump li bara pêşbirina siyaseta derveyî ya Amerîka, nêhrîneke realîstî ye ku dixwaze bi bikarbirina hêz û zor li cîhanê, hedef û armancên dewleta nû ya Amerîka dabîn bike.
Ev cure nêhrîna nîşan dide ku siyaseta derveyî ya Amerîkayê pirtir şikl û nijyareke eskerî bi xwe ve digre, bitaybet ku nêhrîna wezîrê berevaniyê yê nû yê Amerîkayê li bara hedef û armancên vî welatî û kêşeyên vî welatî li navçên din ên cîhanê zorbêjanetir e û li dewsa ku ev nêhrînana mentiqîtir bin, pirtir dilgerbûna bi darê zorê ye.
Ji aliyê din ve mirov dikare bêje bo nimûne siyaseta Amerîka li hemberî terorîstên DAIŞ`ê, siyaseteke nû ye.
Bo nimûne siyaseta nû ya dewleta Amerîka bona işkest dayîna van cure grûpên terorîstî evaye ku hevalbendên eskerî pêk bîne û paşê operasiyonên dijî van grûpên terorîstî destpê bike.
Pê berçav girtina van nêhrînên dewleta Amerîka, mirov dikare bêje wisa ku Trump pêştir jî ragihandibû, bo nimûne hedefa Waşîngtonê pirtir jinav birina grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê ye ta ku hilweşandina dewleta Şamê ku eger nêhrînekî wiha dewleta nû ya Amerîka hebe, bê şik hevkariya di navbera Waşîngton û Moskovayê li şerê dijî DAIŞ`ê li nav axa Sûriyê dê zêdetir bibe.
Mesela din di siyaseta derveyî û berevaniya Amerîka, kêşeya Waşîngtonê tev hêzxurtên dine cîhanê yên wekî Çîn û Rûsiyayê ye.
Li vê barê hema eşkera mirov dikare siyaseta Amerîka ya qahîmkirina sîstema dijî mûşekî wek mînak bîne ku Waşîngton îdiayê dike bona sekinîna li hemberî êrişa mûşekî ya welatên wekî Koriya bakûrî vê sîstemê dê damezirîne, eva li halekê ye ku hemû dizanin ku hedefa damezirandina sîstema dijî mûşekî ya Amerîka bona sekinîna li hemberî welatên serdest yên wekî Rûsiyayê û Çînê ye.
Moskova Bawere, eva ku Amerîka dixwaze sîstema dijî mûşekan damezirîne ji ber viyaye ku ev cure sîstemên hanê çi li ewrûpaya rojhilatî û çi li rojhilata Asiyayê pîşiya êrişa mûşekên navokî yên bi birra bilind yên Rûsiyayê û Çînê bigre.
Eva tiştekî eşkeraye ku dewama van nêhrînan ji aliyê Amerîka neyariyên navbera Moskovayê û Waşîngtonê dê zêdetir bike.
Gere ku ev mesela jî neyê jibîr kirin ku neyariyekî navbera dewleta Obama û Pûtîn li ser mesela xebata Waşîngtonê bona damezirandina sîstema berevaniya dijî mûşekî li ewrûpaya rojhilatî bû ku Rûsiyayê hema bi eşkera dijayetiya xwe tev vê siyaseta Amerîka nîşan da.