Cinayeta cengî li Sûriyê û erka Sek. teze yê NY
Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) li yekem berteka li bara qeyrana Sûriyê di serdema serokatiya Antonio Guterres (Antonyo Gutêrêş), qutkirina avê li ser gelê Şamê ji aliyê terorîstan wek ``Cinayeta Cengî`` da zanîn.
Berpirsa koma mirovdostane ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) Jan Egeland (Yan Êgêland) li karên Sûriyê, roja pêncşemiyê, 5`ê Çileya 2017`an, bal kişande ser qutbûna ava Şamê û got: Bêparkirina gel ji avê teqez cinayeta cengî ye; Ji ber ku ev av ji aliyê welatiyên asayî va tê bikaranîn.
Şeşemîn sala qeyrana Sûriyê bi dawî tê. Bi sedan hezar kes ji ber vê qeyranê hatine kuştin û birîndar bûne û derdora 12 miliyon kes jî aware bûne. Têrorîstên ku ji 80 welatan zêdetir bi piştigirya hin welat û rejîmên navçê û yên rojavayêyên wek Amerîka, Tirkiye, Erebistan, Qeter û rejîma siyonîstî gihîştin Sûriyê di vê heyamê da gellek cinayetên din jî pêk anîn ku her yek ji van cinayetan eşkere mînaka cinayeta cengî, cinayeta li dijî mirovahiyê û cinayeta li dijî aştiyê tên hesêb.
Tevî viya, Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) di serdema serokatiya Ban Kî Mûn tenha amûrek bû li destê hêzxurtên rojavayî û hevdem digel stratejiya van hêzxurtan tevgeriya. Xebata Ban Kî Mûn bi taybet li qeyrana Sûriyê bû sebeb ku cîgeha Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) li pergala cîhanî dakeve xwarê û nebaweriya welatan li girîngtirîn saziya cîhanî zêde bibe. Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) li vê heyamê da bi awayekî tevgeriya ku heke bê gotin Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) li bereya têrorîstan bûye, gotineke nedicih û bêhûde nebûye.
Niha di destpêka serdema serokatiya Antonio Guterres da têrorîstên ser bi Cebheya Nusreyê ji 14 rojan berî viya va li navçeya Wadî Berdiyê ava vexwarinê ya bajarê Şamê ji Kaniya El Feciyê qut kiirne. Eva li halekî ye ku ku Kaniya El Feciyê zêde ji sedî 70`ê ava hewce ya Şama paytexta Sûriyê dabîn dike.
Niha pirsa ku derdikeve holê ev e ku bi nasandina karê têrorîstan a qutkirina avê wek cinayeta cengî erka sikritirê gitşî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) li bara vê cinayetê çî ye? Li bersiva vê pirsê divê em bêjin ku sikritirê giştî yê teze yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) nabe ku mîna Ban Kî Mûn, sikritirê giştî yê berê yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY), bikeve bin zext û desthilata welatên hêzxurt ên rojavayî yên endamê Konseya Ewlehiyê. Heke visa be sikritirê giştî yê teze yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) dikare dosyeya cinayeta cengî ya têrorîstan li Sûriyê ku tenê qutkirina avê jî nagire ber xwe, bişîne Konseya Ewlehiyê ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY).
Di eynî demê da, sikritirê giştî yê teze yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) divê ji riya gotûbêja digel welatên rojavayî ku endamê hertimî yê Konmseya Ewlehiyê ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) ne, bi taybet Donald Trump ku di heyama rojên tê da serdema serokomartiya wî li Amerîkayê dest pê dibe, wan razî bike ku tevî guhertina nbêrîna li qeyrana Sûriyê û rawestandina piştgiriya ji têrorîstan, dosyeya cinayeta cengî ya wan ji wan qutkirina ava Şamê bişîne Dîwana Cezayî ya Navneteweyî.
Heke bê û sikritirê giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) nekare ji riya Konseya Ewlehiya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) dosyeya vê cinayeta cengî bişîne Dîwana Cezayî ya Navneteweyî, sikritirê giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) bi xwe dikare li gorî rêziknameya dîwanê vê dosyeyê ji bo hilkolandinê bişîne Dîwana Cezayî ya Navneteweyî. Ev dîwana ku dozgerû dadwerên xwe yên naskirî û serbixwe jî heye jî dikare bi taybet cinayetên serokên komên têrorîst hilkolîne.