Rexner û hêviyên Îranê ji Tirkiyê li hember rêketina sê alî ya Moskovayê
Komara Îslamî ya Îranê wekî şirîkê civîna sê alî ya Moskovayê ser îcrabûna micid a rêketinnamên Sûriyê sekiniye û ji karbidestên Tirkiyê jî wekî aliyekî van gotûbêjan hêvî tê kirin ku cure siyasetin berçav negire ku dijî rastiyan û sozên vê rêketinnamê be.
Behram Qasimî Berdevkê wezareta karên derve yê Komara islamî ya Îranê çarşemê şev bal kişande ser hizûra Îranê tev Rûsiyayê û Tirkiyê li îcrabûna rêketina agirbesa nav Sûriyê û destnîşan kir; Gotinên nementiqî yên karbidestên Tirkiyê rewşa Sûriyê aloztir dike û hêvî evaye ku karbidestên Tirkiyê tiştekê neyînin ziman ku dijî rastiyên vê rêketinê be û pêwîste Enqere soz û qirarên xwe yên li civîna sê qolî li bara Sûriyê bibaşî cih bîne.
Ev gotinên Qasimî bertekek bû li hemberî gotinên Mewlûd Çavuşoglo wezîrê karên derve yê Tirkiyê ku sêşemê şev îdia kiribû ku grûpên çekdare nav Sûriyê soz û qirarên xwe li bara agirbesê cih anîne û ji Îranê xwestibû ku bona vê agirbesê zextûzorê bîne ser dewleta Sûriyê ku pêbendî agirbesê be.
Ji ewil dem û gavên îniya bihurî ku agirbesekî hemû layî li nav Sûriyê hate ragihandin , grûpên çekdar bicaran ev agirbesa binpê kirin.
Yek ji naverokên rêketinnama Moskovayê eva bû ku aliyên şêr li nav Sûriyê agirbesê binpê nekin û ji gotûbêjên dîplomatîk ji bo çareserbûna kirîza vî welatî piştevaniyê bikin, lê niha ev gotinên wezîrê karên derve yê Tirkiyê bi curekê nîşana îcranekirina naveroka vê rêketinnamê ye.
Eva li halekê ye ku daxûyaniya hevpar a sê welatên Îran, Rûsiya û Tirkiyê li bara Sûriyê nîşan da ku dibe eger hevdu fêmkirinekî giştî hebe, dibe ku ji dilê van cure rikeberiyên siyasî û eskerî li navçê, mecalek ji bo hevdutêgihêştinekî giştî bê çêkirin.
Pê berçav girtina van cure siyasetan mirov dikare bêje ku li ber Tirkiyê du rê hene, riya ewilê evaye ku Enqere hema naveroka rêketinnama Moskovayê îcra bike û pêbendî vê rêketinê be û venêhrînekê bavêje ser siyasetên xwe yên berê li hemberî dewleta Sûriyê, lê riya din ku hêtimal heye Erdogan berçav bigre evaye ku ew dixebite gotûbêjên li ser Sûriyê ji riya ku naveroka rêketinnama Moskovayê kifş kiriye bixalifîne û serê axirê jî hema xebatê bike ku gotûbêjên Astanê jî ji riya xwe ya zelal gor rêketinnama Moskovayê , bixalifîne.
Eger bê û Tirkiye li bin zextûzora Erebistanê siyasetekî wiha berçav bigre , dê rewşa Sûriyê aloztir bibe û dewama van cure siyasetan dê tesîrekî nerênî li ser peywendiyên navbera Moskovayê û Enqerê bike, peywendiyên ku pêştir jî sar bibûn.
Helbet eva ku Tirkiye pêbendî agirbesa Moskovayê nebe pê berçav girtina rewşa hundirî yê vî welatî, dê derbên ewlehiyê li vî welatî kevin ku eva ser qazanca AKP`ê nebe.
Gotinên Eredogan pêş civîna Astaneya Qezaqistanê wisa nîşan dide ku ew dixebite carek din hevalbendên xwe têxe nav gotûbêjên li ser Sûriyê.
Erdogan li 28 Kanûnê gotibû ku Erebistan û Qeterê yanê hevalbendên vî welatî jî gere ku pişkdariya civîna Astanê bibin.
Serdar Dêhqan wezîrê berevaniya îranê jî li gotûbêja xwe ya tev telivîzyona Rûsiyayê bilî rexneya ji van cure gotinên Astanê got: Gere ku Erebistan nekeve nav prosa gotûbêjên li bara Sûriyê.
Serdar Dêhqan destnîşan kir; Her çend Tirkiye ketiye nav gotûbêjên nû yên li ser Sûriyê lê rastî evaye ku destdirêjiya Enqerê ser axa Sûriyê bêyî rezamendiya Şamê, bi vê menayê ye ku Tirkiyê hakimiyeta yekparçetiya axa Sûriyê binpê kiriye.
Ya rast wisa ku berdevkê wezareta karên derve yê Îranê jî li berteka gotinên Mewlûd Çavuşoglu wezîrê karên derve yê Tirkiyê gotiye, Van cure gotinên nementiqî û neberaqil yên karbidestên Tirkiyê li bara Sûriyê, rewşa nav Sûriyê aloztir dike.