Çile 02, 2017 18:52 Asia/Tehran
  • Zêdebûna nerazîbûnên gelê Misrê li hemberî kiryara dewleta vî welatî ya sipartina 2 giravan bo Erebistanê

Tevgera 6`ê Avrîlê li Misrê xwest ku gelê vî welatî neyarîya xwe li hemberî radestkirina 2 gravên vî welatî bo Erebistanê nîşan bide.

Tevgera 6`ê Avrîlêli Misrê kesên ku gravên Tîran û Senafîrê firotine Erebistanê xayîn binav kirin û gelê vî welatî jibo sehildana l idijî vê biryarê vexwendin. Vê tevgerê bi daxûyanîyekê ji endamên meclisa Misrê xwest ku di çarçova berjewendîyên netewî û isbatkirina emekdarîya li welêt, li dijî radestkirina gravên misrî bo Erebistanê derkevin.

Hêjayî gotinê ye ku dewleta Misrê roja pêncşema buhurî peymana radestkirina mafê serwerîya 2 gravên Tîran û Senafîrê bo rêjîma Siûdî piştrast kir û ew jibo pejirandina tam şand parlimanê. Tevgera 6`ê Avrîlê di bangewazîya xwe da tevî şikayeta ji Evdilfetah Sîsî serokomarê Misrê û 5 berpirsên pilebilind ên vî welatî ji wan serokwezîr, serokê parlimanê û wezîrên berevanî, karên derve  ûkarên hundur ên vî welatî, li ser pêwîstîya ibtalkirina zûtirkê ya vê rêkeitnamê sekinîye.

2 gravên Tîran û Senafîrê mideha zêde ji 60 salên buhurî da di bin kontrol û desthilata Misrê da bûn. Li halekî ku Erebistanê idia kirîye ku belgeyên têkildarî vîya ku gravên Tîran û Senafîrê beşek ji axa Erebistanê ne dizvirin serdema osmanîyan û li ber destan in lê heta niha tu belgeyek di vî warî da raber nekirîye.

Tevî rabhorîyeke wiha dîrokî li bara gravên hanê, melik Selman Evdilezîz paşayê Erebistanê di meha Nîsana sala 2016`an da serdaneke gengeşedar bo Misrê pêk anî. Di vê serdanê da, dewleta Misrê li gorî rêkeitnameyekê 2 gravên vî welatî, Tîran û Senafîr radestî Erebistanê kirin. Li gorî nêrîna çavdêran radestkirina 2 gravên Misrê bo Erebistanê, bi curekê lawazîya cîgeha navçeyî ya Misrê û qebûlkirina vê lawazîyê ji alîyê dewleta Sîsî va bûye.

Gelê Misrê bi haydarîya li bara vîya ku ew gravên ên welatê wan in, ji ber serpişkîya ecêb a ku jênêral Sîsî daye Erebistanê hêrs bûne û dewleta Misrê şermezar kirine. Raya giştî li Misrê ser vê bawerê ye ku lihevkirina vê dawîyê ya Erebistanê û Misrê herwiha xala 151 a destûra bingehîn a Misrê binpê dike ku li gorî wê divê hemî rêkeitnamên têkildarî serwerîya welêt bikevin ber giştpirsîyê û bên pejirandinê û di vê çarçovê da pêkutîyê dikin ku siûdî lê digerin gravên Tîran û Senafîrê bi zordayîna ser Misrê tevlî axa xwe bikin.

Nerazîyên misrî, dewleta Sîsî li warê firotina axa Misrê bo Erebistanê tawanbar kirin. Nerazîyan herwiha xwepêşandanên curbicur bi nîşan neyarîya li hemberî vê kiryara dewleta Misrê lidar xisitin ku dewleta Sîsî jî bi nêrîna ewlehîyê êrişî xwepêşanderan kir û heta hejmarek ji wan kuşt û birîndar kir.

Tevî van kiryarên serkutkerane yên dewleta Misrê netenê nerazîbûnên gelanî kêm nebûne belî ew roj bi rojê berfiretir bûne û kiryara dewleta Sîsî bûye qeyraneke nû ya ewlehîyê li Misrê. Bangewazîya Tevgera 6`ê Avrîlê jibo deama nerazîbûna li hemberî radestkriina gravên Misrê bo Erebistanê yek ji nîşanên dewama vê qeyranê ye ku hegera wê kiryarên nemaqûl ên dewleta Misrê û di serî da Evdilfetah Sîsî serokomarê vî welatî ne.