Çile 01, 2017 18:23 Asia/Tehran
  • Helwest û baldarîya cehanî li bara dewama agirbesa li Sûrîyê

Konseya Ewlehîyê ya NY pêşnivîsa biryarnama Rûsîye û Tirkîyê li bara agirbesa li Sûrîyê pejirand.

Konseya Ewlehîyê ya nY bi pejirandina pêşnivîsa pêşnîyarkirî ya Rûsîye û Tirkîyê jibo pêkanîna agirbesê li Sûrîyê, piştgirîya xwe ji rawestandina pevçûnan û lezgînkirina gîhandina alîkarîyan jibo mexdûrên deverên curbicur ên Sûrîyê û herwiha muzakireyên pêşerojê yên ku biryar li Astaneya Qezaqistanê li Sûrîyê bên lidarxistinê, ragihand. Li gorî pêşnivîsa vê biryarnamê, agirbes seranserî axa Sûrîyê bilî koma têrorîst a DAIŞ`ê û Cebhetunusrê digire ber xwe.

Di vî halî da Vîtalî Çorkîn nunerê dayîmî yê Rûsîyê li NY got: Agirbesa li Sûrîyê bi şiklekî guncav didome û em pêkutîyê dikin ku muzakirên Astanê li dijî muzakirên Jênêvê yên jibo çareserkirina qeyrana Sûrîyê nînin.

Çavdêrên sîyasî pêkanîna agirbesa seranserî li Sûrîyê zemînesazkirina jibo pêkanîna aştîyê û kutakirina qeyrana vî welatî nirxandine. Li halekî ku devera Rojhilata Navînê qonaxeke hestyar ji dîroka xwe derbas dike, hewldanên cidî bi aramnca bidestxistina rêçareyekê jibo qeyrana Sûrîyê jî ber û layên berfiretir girtine ber xwe.

Azadkirina Helebê li bakûra Sûrîyê, zemîneya pêkhatina lihevkirineke wiha têkildarî pêkanîna agirbesê li qada sîyasî ya vî welatî pêk anîye û ji destpêka qeyrana Sûrîyê va eva yekem car e ku agirbesa seranserî li vî welatî pêk tê lewma divê meriv wê rêxweşkira bidestxistina aştîyê li Sûrîyê bizane.

Niha pêbendîya hemî alîyan li agirbesê bi tevlîbûna li wê û binpênekirina lihevkirinê girîng e û di qonaxa din da yê giranîya hewldanan ser vejîyandina pêvajoya sîyasî be ku bi destpêkirina wê, yê xîmên lihevkirinên bidestketî qahîm bibin.

Bi pêkhatina agirbesê li Sûrîyê û plankarîya hevdeng meriv dikare nêrîneke erênî li bara kutabûna qeyranê li vî welatî hebe.

Hêjayî gotinê ye ku çend rojek in ku agirbesa seranserî li Sûrîyê pêk hatîye, agirbesa ku bi dû işkesta têroirîstan li Helebê û azadkirina vî şarî ji lepên têrorîstan serê xwe girtîye.

Armanca lihevkirina têkildarî agirbesê li vî welatî pêkanîna zemîneya piştgirîya ji rêbaza sîyasî jibo çareserkirina qeyrana Sûrîyê ye.

Bi ser hev da, hevdengîyên Têhran, Moskov û Enqerê bûn sebeba pêkhatina lihevkirina agirbesa li Sûrîyê û wer xûya dike ku piştî alûgurên azadkirina Helebê hin gunerîn û vegerrr li nêrînên Tirkîyê û hin welatên ereb li bara alûgurên Sûrîyê pêk hatine.

Di rewşeke wiha da Moskov hêvîdar e ku pêvajoya muzakirên têkildarî Sûrîyê, li muzakirên navnetewî kêmtir bikevin ber bayê helwest û destwerdanên welatên rojavayî ku nêrîneke bikîn li bara qeyrana Sûrîyê hene.

Lewma rayedarên Rûsîyê pêkutîyê dikin ku muzakirên li Astanê li dijî muzakirên li bara Sûrîyê yên li Jênêvê pêkhatî nînin û muzakirên Astanê bi wateya hewldana nû ya navnetewî jibo çareserkirina qeyrana Sûrîyê li gorî alûgurên nû yên vî welatî pêk tê. ku qada navnetewî jî vê yekê dipejirîne. Biryarnama Konseya Ewlehîyê li bara piştgirîya ji pêvajoya agirbesê li Sûrîyê di vê çarçovê da dikare were nirxandinê.