Kanûn 30, 2016 17:08 Asia/Tehran
  • Şirove - Gotûbêjên Îran û Rûsiyê; Hewildana ji bo destpêkirina gotûbêjên çareseriya qeyrana Sûriyê

Sêrgêyî Lavrov û Misghemed Cewad Zerîf wezêîrên karên derve yên Rûsiye û Îranê li gotûbêjeke têlêfonî li ser dewama hewildanên ji bo çareserkirina qeyrana Sûriyê bi hevahengiya Stêfan Dî Mîstûra nûnerê taybet ê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) li karên Sûriyê destnîşan kirin.

Ev gotûbêj li halekî didomin ku Vladîmîr Pûtînê serokomarê Rûsiyê jî roja pêncşemê ragihand: Hevahengiyên Têhran, Moskow û Enqerê bûne sebeb ku lihevkirina agirbesê li Sûriyê serê xwe bigire û sê welat bi awayekî hevpar garantiya cihanîna agirbesê girtine ustiyê xwe. Agirbes ji berbanga îniyê li Sûriyê pêk hatiye. DAIŞ û koma Fetha Şamê (Bereya El-Nusreyê) nakevin ber vê agirbesê.

Mihemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê li peyamekê li Twitter`ê nivîsî: Lihevkirina agirbesê li Sûriyê destkefteke mezin e ku em dikarin bi saya bikaranîna vê derfetê, kokên têrorîsmê ji nav bibin û riya çareseriya qeyrana Sûriyê xweş bikin.

Nêrînek li pêvajoya guhertinên navçeyê nîşan dide ku êrîşa karesatbar a Brîtanya û Amerîkayê ser Iraqê û şerxwaziyên welatên rojavayî li navçeya Rojhilata Navînê (rojavaya Asyayê), têrorîsm kokbir nekir û dewsa ewlehî û pêkanîna civakên dêmokratîk, karesatên mirovî, El Qaîde û DAIŞ ji bo welatên navçeyê anî. Tevî viya hinek ji welatên rojavayî û serokên hinek ji welatên navçeyê hîn jî hewil didin ku rola xwe li warê nearamkirina navçeyê veşêrin. Lê pirsa ku li vir tê hilêxistin, ev e dê çarenivîsa xelkê van welatan çi bibe? Gelo divê em hema wisa li hemberî piştgiriyên neberaqil ên hinek ji welatan ji têrorîsmê bêdeng bimînin û meydanê ji bo wan vekin da ku her karê ku dixcwazin bikin? Dema ku DAIŞ`ê xelk dişewitand û ciwan bi awayekî hovane serjê dikirin û dîmenên wê li nav torên civakî belav dikirin kesên ku îdiaya berevaniya ji Mafên Mirovan dikin û pişta têrorêîstan digirin, tu pêngavek ranekirin. Lê niha li Sûriyê riya van tevgeran guheriye. Têrorîst ji bajarê Helebê ku yek ji navendên wan ên sereke dihat hesibandin, hatin derxistin û bi azadkirina vî bajarî derfetek teze ji bo gotûbêj û bidawîanîna şêrr li Sûriyê çê bûye. Tiştê ku îro girîng e, pêkanîna aştî, aramî û kokbirkirina têrorîsmê li navçeyê ye. Zêdegavî û têrorîsm amorek ji bo xerakirn rometa Îslamê ye; ji ber ku kesên tundrê û xwediyên ramanên reş û qirêj, pênase û nirxên Îslamê dane berr êrîşên xwe. Teiorîst çi li navçeya rojavaya Asyayê yan Afrîqayê bi navên cûrbicûr wek DAIŞ û El Qaîde û Bûkê Heram û El Şebab an her navekî din bên naskirin, hemû tevgerek in. Lewma gere ku em li hemberî ramanên şaş û jirêderketî û belavkerên zêdegavî û piştgirên têrorîstan bisekini.

Wezîrê karên derve yê Îranê li nivîsarekê li kovara îranî ya “Iranian Review of Foreign Affairs” tevî pêgiriya li ser pêwîstiya sekinîna giştalî li hemberî zemîne û kokên berfirehkirina zêdegavî û têrorîsmê, nivîsî: Civaka cîhanî gihîştiye vê bawera hevpar ku divê bi awayekî bibandor em xwe ji vê pirsgirêkê bifilitînin. Zerîf bi bîr xist: Pêwîst e ku ji şerxwaziyên bi tehlûke li rojavaya Asyayê encameke berfire were raberkirin û ew eva ye ku êdî serdema Hêjomonî û serdestîxwaziyê bi dawî hatiye.