Kanûn 28, 2016 14:00 Asia/Tehran
  • DAIŞ ewladê ku êdî Emerîka û Tirkiye wê naxwazin

Berdevkê wezareta karên derve ya Emerîkayê roja sêşemiyê li bara biryara Waşengtonê jibo pergalkirina grûpên çekdar ên çalak li Sûriyê bi MANPAD`ê ( sîstemên li dijî êrişên hewayî yên ser milan) derew da zanîn. Mark Tûner di eynî demê de îdiaya Erdogan li bara piştgiriya rojava û Emerîkayê ji DAIŞê komîk da zanîn û li hember gotinên serokomarê Tirkiyê bertek nîşan da.

 Serokomarê Tirkiyê li sefear xwe ya vê adwiyê bo Pakistanê û li axiftina li parlemana  vî welatî bal kişand ser çekên welatên rojavayê  ku li cem grûpa terorîstî ya DAIŞê hatine dîtin û got : Emerîka û cîhana  rojavayê bi DAIŞê re hevrê ne û jê piştgiriyê dikin.

 Erdogan bal kişand ser vê yekê ku hevalbendiya  bi serokatiya Emerîkayê ji grûên terorîstî yên wek DAIŞ`ê piştgiriyê dike û got :Tu grûpekê bi qasî DAIŞê derbe li Îslamê nexistiye û welatên rojavayê bi piştgiriya  ji vê grûpê jibo xerakirina cîhana Îslamê tev digerin.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Mark Toner li ser gotinên, Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan ku Hevpeymaniya Dijî DAIŞê bi piştgiriya DAIŞê tawanbar kiribû axivî. Toner got: Eva gotineke komîk e.

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê  bersiv da, gotinên Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan yên wekî vê yekê ku 'Hevpeymaniya Dijî DAIŞê ya Navnetewî' alîkariya çekdarî dide grûpên terorîst ên li Sûriyê şer dikin ku DAIŞ jî di nav wan de ye.Erdogan Koalîsyona Navnetewî ya li dij DAIŞê ku Amerîka pêşengiya wê dike bi piştgiriya DAIŞê û rêxistinên din ên terorîst tawanbar kiribû.

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê  bersiv da, gotinên Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan yên wekî vê yekê ku 'Hevpeymaniya Dijî DAIŞê ya Navnetewî' alîkariya çekdarî dide grûpên terorîst ên li Sûriyê şer dikin ku DAIŞ jî di nav wan de ye.Erdogan Koalîsyona Navnetewî ya DAIŞê ku Amerîka pêşengiya wê dike bi piştgiriya DAIŞê û rêxistinên din ên terorîst tawanbar kiribû.

 Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Mark Toner di civîna rojane de li ser gotinên Erdogan got, 'Ev gotinan komîk in.' Toner herwiha îdia kir, 'Em li pişt wê yekê ne ku DAIŞ ji sedî sed were tunekirin.'

Toner bal kişand ser biryara rakirina astengkirina şandina çekan bo hevpeymaniyan ku ji aliyê Obama ve hatibû îmzekirin û got, şandina MANPAD'an di wê biryarê de tune ye.

"Biryara me ya bo şandina MANPAD'an neguherî ye. Metirsîyên me yên kûr hene ku çekên bi vî rengî bikevin nav Sûriyê. Em ti cureyên MANPAD'an naşînin Sûriyê."

Ti kes fikir nedikr ku rojekê du desteyî û nakokî bikeve nav bereya li dij hikûmeta Sûriyê, lê niha em dibînin ev duberekîm û nakokî piştî 5 salan ku ser krîza Sûriyê derbas dibe, her diçe kûrtir dibe û endamên vê bereyê her roj hevdu tawanbar dikin ku piştgiriya terorîzmê dikin. Welatên rojavayê û welatên erebî û navçê her kîjan ji bo hedefekê piştgiriya dijberên dewleta Sûriyê û terorîstan dikir, ji bo nimûne welatên rojavayê ji wan Amerîka li fikra guhertina jeogerafiya siyasî li Rojhilata navîn in, welatên erebî li fikra zêdekirina deshilata xwe ser Iraqê û Sûriyê ne û Tirkiye bi taybet serokomarê wê Erdogan jî li fikra saxvekirina Empratoriya Osmanî ye. Van aliyên curbicur bona van hedefên xwe li piştgiriya ji terorîstan û çekdarên li dij dewletên Sûriye û Iraqê  yên wek DAIŞ û El-Nusreyê bereyek pêk anîn, lê niha piştî 5 salan ku helsêst û siyasetên wan bê encam mane, hevdu tawanbar dikin ku piştgiriya  terorîzmê bi taybet DAIŞ`ê dikin û her yek ji wan hewl dide ku bi awayekî xwe ji terorîstên hanê bi taybet DAIŞ`ê dûr bikin.