Kanûn 26, 2016 14:08 Asia/Tehran
  • Bicihkirina hêzên taybet û alavên nû ên cengê yên Tirkîyê li sînorê vî welatî û Sûrîyê

Artêşa Tirkîyê bi daxûyanîyekê ragihand ku bi ddehan tank, maşînên zêrêhî û alavên nû yên topaxanê li deverên oguzlo û Karkamişê li başûra rojhilata vî welatî û sînorê Sûrîyê bicih kirine.

 

Bicihkirina 500 komandoyên din û alavên nû yên leşkerî li sînorê Sûrîyê ji hêla Tirkîyê va li halekî ye ku tê gotin hêzên serbazî yên Tirkîyê ku li bakûra Sûrîyê bicih bûne, xeleka dorpêça derdora bajarê Babê tengtir kirine.

Hêzên artêşa Tirkîyê ligel neyarên çekdar ên sûrî eva çend hefte ne ku jibo girtina bajarê Babê li 25 kîlomêtrîya bakûra Sûrîyê, li hemberî komên têrorîst şêrr dikin. Di eynî halî da artêşa Tirkîyê ragihandîye ku 13 serbazên vî welatî li vê deverê hatine kuştinê.

HÊjayî gotinê ye ku artêşa Tirkîyê ji 24`ê Tebaxa îsal va bêyî îzna dewleta Sûrîyê, opêrasyona Mertala Firatê bi merema tişta ku serkutkirina komên têrorîst binav dike li axa Sûrîyê destpê kir. Dewleta Şamê jî heta niha bicaran destwerdana serbazî ya Tirkîyê li axa wî welatî şermezar kirîye û ev kiryara binpêkirina aşkira ya serwerîya netewî ya Sûrîyê zanîye.

Rayedarên Şamê bi şermezarkirina êrişên hewayî û bejayî yên Tirkîyê li bakûra Sûrîyê pêkutî kirine ku Enqere bi heceta êrişa ser koma têrorîst a DAIŞ`ê, komên kurd nemaze hêzên kurd ên dijberê dewleta Enqerê li axa Sûrîyê serkut dike. Idiaya dewleta Enqerê ya êrişa ser baregehên koma têrorîst a DAIş`ê li Sûrîyê li halekî ye ku berî vîya gellek belge li bara piştgirîya Tirkîyê ji bê komê hatine weşandinê.

Çavxişandinek ser bûyerê sala buhurî nîşan dide ku destwerdanên dewleta Enqerê li karên navxweyî yên welkatên din, netenê tu xêrek jibo Tirkîyê tinebûne, belkî pirsgirêkên navxweyî yên vî welatî dijwar kirine.

Hema di encama van destwerdanan da ye ku koma têrorîst a DAIŞ`ê gefa têkbirin û wêrankirina bajarên Tirkîyê xwarîye.

Di rastîyê da herçend ku têkoşîna artêşa Tirkîyê li hemberî koma têrorîst a DAIŞ`ê heta niha nehatîye isbatkirinê, ev welata ketîye ber gefa vê koma têrorîst. Dewleta Enqerê li nav welêt jî li himberî PKK`ê mijûlê şêrr e û hewl dide hevgavê ibtalkirina mafê parastîbûna li ber dadwerîyê, parlimanterên kurdan ji meclisê derxe.

Di eynî halî da, di encama sîyasetên şaş ên dewleta Enqerê mideha 14 salên buhurî da, koma Fetulah Gulen jî nifûzeke zêde li vî welatî peyda kirîye û delweta Erdogîn niha li hemberî vê komê jî şêrr dike.

Piştî derbeya serneketî ya 15`ê Tîrmehê, dewleta Enqerê bi sedan hezar kes ji hogirên Gulen ji nav sazî û dezgehên dewletê, perwerdeyê û artşê derxistine yan avtine heps û zîndanan. Dewama vê rewşê bûye sedema giranbûna pirsgirêkên aborîyê yên gelên Tirkîyê. Li dewama sîyasetên dewleta Enqerê, niha hewldana jibo guhertina destûra bingehîn a vî welatî jî bûye destûrkara meclisa Tirkîyê. Di rastîyê da ev sîyaseta Tirkîyê bi wateya berçavnegirtina partîyên neyar e. Di vê rewşê da eyan e ku dewama sîyasetên destwerdanê ji alîkî va û gefa koma têrorîst a DAIŞ`ê  ji hêleke din va du pirsgirêk in ku dikarin pirsgirêkên navxweyî yên Tirkîyê gurr û giran bikin. Ev rewşa herwiha dikare asta hebandina dewleta Enqerê nemaze Erdognê serokomarê vî welatî nav gel da kêm bike. Li halekî ku hemî hewldanên Erdogan jibo bidestxistina piştgirîya gel bi merema dewama mayîna wî ser desthilat ne.