Îran û Rûsiye, hewldana dîplomatîk jibo destpêkirina muzakirên siyasî li bara Sûriyê
Piştî azadkirina bajarê stratejîk a Helebê li Sûriyê ji destê DAIŞê hewldanên dîplomatîk jibo destpêkirina muzakirên siyasî cardinê ketine rojevê.
Serokkomarên Îran û Rûsiyê şemiyê şevê li gotûbêja telefonî bl kişandin ser serketinên berdewam ên artêşa Sûriyê ser terorîstan bitaybet li Helebê û tekez kirin hevgavê vê serketinê muzakirên siyasî bên domandin.
Viladîmîr putîn serokkomarê Rûsiyê li vê gotûbêja telefonî tekez kir niha hevgavê rawestana li ber grûpên terorîstî divê ev serketinan ber bi destpêkirina muzakiran ve bibin.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Rûhanî jî dewama hewldanên dîplomatîk pêdivî da zanîn û lidarxistian muzakiran li AStana paytexta Qezaqistanê pêngaveke ber bi pêş da zanîn û destnîşan kir: Qezaqistan ciheke pêkan jibo muzakiran aşitiyê navbera grûpên curbicure neyar û hikûmeta Sûriyê ye. Destpêkirina muzakirên saisyî tevî dewama hewldanan jibo rizgarkirina gelê Sûriyê ji destê terorîstan ji wna xalên giring e ku li daxûyaniya sêalî ya wezîrên karên derve yên Îran, Rûsiye û Tirkiyê li Moskowayê hat tekezkirin. Encama hevdengiyên siaysî û meydanî yên Îran û Rûsiyê li bara rawestana li ber DAIŞê li Sûriyê niha bi kutabûna şêr li Helebê û azadkirina vî bajarê giring û stratejîk hatiye xûyanê. Ev serketina xala weçerxanê li rawestana li ber terorîzmê ne tenê li Sûriyê belkî li navçê tê hesabê.
Ev şeş sal in Sûriye ketiye ber êrişeke bêrehmane. Tiştê ku li van salana li Sûriyê ji aliyê DAIŞê û alîgirên navçeyî û dervey navçeyî yê wê qewimî dê di dîrokê de bimîne. Niha çavrêtiyên jibo girêdana dosiya DAIŞê li Sûriyê zêde bûne. çawa ku li Iraqê jî bi pêşdeçûnên artêşê û hêzên Heşdê Şebî hêviyên jibo jiholêrakirina grûpên terorîstî du beranber bûne.
Niha vê gavê alûgurên nû li navçê diqewimin alûgurên ku ne tenê ser Sûriyê û Iraqê blkî li hemî navçê bandor kiriye. Îran û Rûsiye bi hûrî û kûrî alûgurên navçê dişopînin ji ber ku ev alugur beşek ji ewlehiya komî ye. Rûsiye wek berteka li hember cinayetên DAIŞê li Sûriyê ket tevgerê. Îranê jî li çarçêva siyaseta hevkariyê li gorî mafên welatên navçê li hember meselên Iraq û Sûriyê bi alîkariyên misteşarî hewl da tevgera rawestana li ber terorîzmê li şikla xwe ya rastîn were xûyanê. . Hevkariyên hanê nîşan dan hevdengiya Rûsiye û Îranê dikare bibe baîs hin alugur pêk werin ku armanca wê vegeriyana aramî û ewlehiyê bo navçê ye. Niha hemî çavdê xwe kutane siberojê siberoja ku li çavê zarok û jinan û awareyên şerê li hember DAIŞê li Iraq û Sûriyê heya berî niha tarî û nezelal bû. Renge çend mehan berî niha eger li her cîvînekê behsa gotûbêja siaysî wek tenê rêçara mesela Sûriyê diket rojevê alîgirên navçeyî û dervey navçeyî yên terorîstan ev cidî nedigirtin û guhê xwe nedidanê. ji ber guman dikrin karê Sûriyê bi dawî bûye. Li gor wan pêşeroja navçeyekê ku Şam û Iraq didan zanînê ketibû destê DAIŞÊ û parvekirinên nû li Rojhuilata Navînê. Lê niha muadile guherîne. Alîgirên DAIŞê tenê li viya difkirin ku çara terorîstên kirêgirtiyên xwe li Sûriyê bighezînin cihekî din da ku renge li pêşerojê hêviya bi vegera wan hebe. Xala giring eva ye ku DAIŞ û hemî grûpên terorîstî bi lêybêlên derew ên baş û xirab an nerim divê bên kokbirkirin. Lê li kêleka vî şerî anbe ji bîr bikin ku rêçara dawiyê ya mesela Sûriyê tenê ji riya muzakira siaysî û parastina hurmeta mafên gelê welatê hanê ye û divê gel jibo pêşeroja Sûriyê biryarê bidin.
Îran û Rûsiye di pratîkê de nîşan dane ku li warê çareserkirina qeyranên navçê cidî ne û ev hevfikrî û hevkariya bitaybet li Sûriyê heya rizgarkirina gelê Sûriyê ji destê terorîstan didome. Lê terorîst sînoran nas nakin û xetera terorîzmê li navçên curbicure cîhanê berfireh bûye. bûyerên terorîstî yên vê dawiyê li Berlîn û terora balyozê Rûsiyê li Enqerê hemî nîşan didin jibo rawestana li ber terorîstan divê hemî li kêleka hev bisekinin û êdî nikarin li bara rwestana li hember terorîstan nayê qebûlkirin.