Kanûn 21, 2016 20:45 Asia/Tehran
  • Filistîn di rojeva cîhanê de

Sekreterê giştî yê Yekitiya Ereban û serokê siyaseta derve ya YE li civîna roja sêşemiyê ya Yekitiya Ereban bi Ewrûpayê re li Qahirê tekez kir ku mesela Filistînê mijareke bingehîn e.

Ehmed Ebû El-Qeyz sekreterê giştî yê Yekitiya Ereban li destpêka vê civînê got :Navçe û cîhana ereb di rewşeke hestyar de ne.  Wî cardinê bal kişand ser pêwîstiya rawestana li ber terorîzmê û destnîşan kir: Tevî rêzbûna qeyranan li anvçê dîsa jî mesela Filistînê mesela herî giring a cîhana  ereban e.

Federîka Mogêrînî berpirsa siayseta derve ya YE jî bal kişand ser serekebûna  mesela Filistînê ibo Ewrûpayê û got : Divê jibo dawîbûna pevçûnên  li navçê û cîhanê bernameyek bê amadekirin.

 Alûgurên navneteweyî nîşan didin ku qeyrana Filistînê û mafên filistîniyan zêdetir di rojevê de ye. Ev meseleya  nîşana  işkesta Îsraîlê û piştgirê wê yê sereke yanê Emerîkayê ye ku bi şêwazên curbicur ji wan  xistian fitna terorîzmê li Rojhilata Navînê dixweze raya giştî ji mesela Filistînê dûr bike.

 Lê civînên curbicure navneteweyî û navçeyê li bara piştgiriya ji gelê Filistînê nîşana  sekinîna  zêdetir a cîhanê ser mesela  mafên filistîniyan û protestokirina  dagirkeriyên Rejîma Siyonîstî û cianyetên  vê rejîmê li dijî filistîniayn e.

 Reftarên Rejîam Siyonîstî nîşan daye ev rejîam tu  hed û hidûdekê jibo cinayetên xwe qayîl nabe.Eva li halekê ye ku kiryarên Rejîma  Siyonîstî derheq binpêkirina biryarnameyên  NY û binpêkirina konwansiyonên  navneteweyî jî zêdetir  mahiyeta  ev rejîma  dagirker li cem raya  giştî daye xûyanê.

 Alûgurên navneteweyî li salên buhurî nîşan dane kiryarên xapokîn ên Rejîma Siyonîstî derheq  berûvajî nîşandayîna  rasitiyan êdî ji aliyê hikûmetên ewrûpî ve  nayên qebûlkirin.çawa ku hikûmetên ewrûpî ku heya midehek berî niha jî piştgirî didan Îsraîlê niha  dest bi rexneya  ji Rejîam Îsraîlê kirine. Eva li halekê ye ku rexneyên zav ên welatên  curbicure cîhanê bitaybet welatên Îslamî li dijî kiryarên serkutkirane yên Îsraîlê û her wiha dengê piraniya  welatan ser qazanca  gelê Filistînê li anv civînên  NY li bara mafên gelê Filistînî hemî nîşan didin ku liv û tevgerên  giştalî jibo piştgiriya  ji mafên gelê Filistînî pêk hatine.

 Pêla şermezarkirina serdestîxwaziyan û serkutkiriyên Rejîam Siyonîstî nav civakên navneteweyî ku bûne baîs ev rejîma  zêdetir ji berê li civakên navneteweyî bikeve tecrîdê ji dûhatên  siasyî û dîplomatîk ên  siaysetên vê rejîmê ye.

Di rewşekê de ku  Rejîma Siyonîstî ji ber  serdestîxwazî û  cinayetên xwe, nav civaka navneteweyî  li warên  aborî, siyasî û dîplomatîk û çandî de  ketiye ber zextê û meydan jêre tengav bûye, civaka cîhanî jî ji mafên gelê Filistînê piştgiriyê dike.

 Rejîma Siyonîstî li pey rûbirûbûna  navça Rojhilata navîn û bakurê Efrîqayê bi mesela terorîzmê û baldariya  medyayê navçê ser vê meselê ketiye vê xeyalê ku êdî civaka navneteweyî bala xwe nade ser cinayetên  eb rejîam adgirker. lê dewra  teze ya piştgiriyên cîhanî ji gelê Filistînê ji wan ragihandina  piştgiriay berfireh a welatan li navçên curbicure  cîhanê  ji mesela damezrandina  welatê filitînî û dayîna biryarnamên curbicur jibo  piştgiriya ji filistîniyan  jixwe  weke niquçkekê ye  li ev xeyala  siyonîstan û piştgiriên wê.