Gelo kujerê Karlov çima bi saxî nehate girtin?
Pirsên derbarê kuştina Balyozê Rûsyayê yê li Enqerê Andrey Karlov de nehênîbûna xwe diparêzin. Gelo kujer çima bi saxî nehate girtin û yekser rêxistina Fetullah Gûlen tê tawanbarkirin? Pispor û siyasetmedaran ev mijar nirxandin û bîr û boçûnên xwe yên li ser wan pirsan rave kirin.
Kuştina balyozê Rûsyayê yê li Enqerê Andrey Karlov û paşperdeya bûyerê, taybetî jî yekser sucdarkirina rêxistina Fetullah Gulen yek ji wan mijarên herî zêde ye ku li Tirkiyê tê nîqaşkirin.
Li gorî pispor û şarezayê siyasetê, Erel Tellal aliyê herî balkêş ew e ku kujerê Andrey Karlov yekî polîs e û bi rêxistina Gulen re tê têkîldarkirin. Tellal têkildarkirina kujer Mewlut Mert Altintaş bi rêxistina Gûlen re wekî ecêbatîyekê dinirxîne û diyar dike ku wek hemû bûyerên din ên li vî welatî hisabê vê bûyerê jî dixin ûstîyê rêxistina Gûlen. Ew bawer nake ku balyozê Rûsyayê ji aliyê rêxistina Gûlen ve hatibe kuştin.
Herwiha Tellal diyar dike ku kuştina kujer jî wek şanepirsekê ye û dibêje: "Di ser hewla darbeyê re 5 meh derbas bûn. Di teşkîlata ewlehiyê de gellek derxistin pêk hatin. Lê diyar e serkeftiyê van 5 mehan ew kesa ye ku tê îdîakirin endamê rêxistina Fetullah Gulen e, di nava teşkîlatê de xwe muhafaze kiriye. Ev yek jî tê wê wateyê ku operasyonên hikûmeta Tirkiyê yên li dijî rêxistina Gulen dî hêjayî nîqaşê ne."
Berdevkê HDP`ê Ayhan Bîlgen jî di daxuyaniya xwe de ragihand ku, piştî kuştina balyozê Rûsyayê yê li Enqerê Andrey Karlov, farz bûye ku Tirkiye wan polîtîkayên xwe yên ewlehiyê serdanpîya nîqaş bike. Bîlgen got: “Tirkiye li beramberî rîsk û xetereyeke mezin e. Kujer polîsek e ku eva du sal û sal û nîv e di nav hêzên ewlehîya medenî da kar dike. Heta niha têkîliya wî ya bi rêxistina Gulen re peyda nekirine, lê di nava 2 saet û nîvan de mesele safî kirine. Mamoste, bijîşk û mirovên sivîl xistin girtîgehan, lê diyar e vî polîsî karê xwe berdewam kiriye."
Serokê Giştî yê CHP`ê Kemal Kiliçdaroglu jî derbarê kuştina balyozê Rûsyayê de bal kişande ser lawazîya îstixbaratê û got; welatê ku îstixbarata wê têk çûbe nikare li dij terorê têbikoşe. Kiliçdaroglu pirs kir: “Kujerê balyozê Rûsyayê çima sax nehate girtin? Kuştina kujer mijareke wisa ye ku bi taybetî divê li serê bê rawestîn. Kes nabêjê çima we ew sax negirt? Ev balyoz mirovekî xwedî hewlên başkirina têkîliyên Tirkiye û Rûsyayê bû. Parastina jiyana dîplomatên biyanî şerefa komara Tirkiyê ye."
Wezîrê dadwerîyê Bekîr Bozdag jî li hemberî pirs û nirxandinên pispor û siyasetmedaran civîneke çapemeniyê lidar xist û bi awayekî tund bertek nîşan da. Bozdag got ku wisa tê nîşandan ku ev çalakî ji aliyê polîsên Tirkîyê ve hatiye kirin. Ev helwest helwesteke bêhûrmet e û buxtaneke mezin e. Ev çalakî êrîşeke terorî ye.