Kanûn 20, 2016 13:02 Asia/Tehran

Kuştina sefîrê Rûsîyê li Tirkîyê ew jî li ber kamêrayên televîzyonan vîya nîşan dide ku komên têrorîst û tekfîrî çiqasî ji serketinên artêşa Sûrîyê li Helebê hêrs bûne.

Bûyera ku şeva buhurî li nîşangeheke wêneyan li Enqerê qewimî û di encamê da Andrêy Karlof sefîrê Ûrsêtê hat kuştinê, ji hêlên curbicur va dikare were hilkolandin. Vê têrorê nîşan da ku dewleta Tirkîyê li warê parastina sefîr û dîplomatên welatên din lawaz e. Eva di rewşekê da ye ku Rûsîyê zêhnîyeteke baş li bara rabhorîya Tirkîyê tineye. Êrişa ser balafira cengê ya Rûsîyê li esmanê Sûrîyê û nêzîkî sînorê Tirkîyê ku ji alîyê hêza hewayî ya vî welatî va pêk hat û kuştina firokevanê wê di sala buhurî da, ev dilgiranîya pêk anî ku welatî û yan berjewendîyên Rûsîyê mimkin e ku careka din li Tirkîyê bikevin ber êrişê. Bi her awayî be, vê carê jî dewleta Tirkîyê nekarî canê sefîrê Rûsîyê li Enqerê biparêze, ev mijara dikare dûhatên sîyasî û ewlehîyê li nav Tirkîyê jî xwe ra bîne.

Ji hêla din va, têrora sefîrê Rûsîyê li Enqerê çend rojan piştî azadkirina bajarê Heleba Sûrîyê nîşana hêrsbûn û dilgiranîya alîyên têrorîst û tekfîrî li navçê ye. Bereyên hanê ku mideha 5 salên buhurî da jibo sernixûnkirina dewleta Sûrîyê ya ji destê wan hat kirin, kiryarên ku di encamê da 400 hezar insan hatine kuştinê, niha ew bere bi dû azadkirina Helebê bi destê hêzên artêşa Sûrîyê hêvîyên xwe têkçûyî û pûç dibînin. Loma jî jibo tolhildana ji Viladimîr Pûtîn serokomarê Rûsîyê, sefîrê wî li Enqerê kuştin. Bereyên hanê hêvîdar in ku bi vê rîyê, ûrisan li bara meseleya Sûrîyê paşda bidin. Lê bûyerên piştî êrişa hêza hewayî ya Tirkîyê ser balafira Soxo-24 a Ûrsêtê nîşan dan ku Kirêmlîn li hemberî kiryarên bî rengî yê helwêsteke dijwar û tund li hemberî têrorîst û tekfîrîyan bigire ber xwe. Pûtîn bi dû têrora sefîrê Rûsîyê li Enqerê, pêkutî kir ku êrişên vî welatî ser têrorîstan yê gurr bibin û yê her kes vê giranbûnê bibîne.

Di vî halî da, yek ji armancên kesên fermana kuştina sefîrê Rûsîyê li Tirkîyê dan û kesên ew ferman cih anîn, hewldana jibo girtina pêşîya serketina hewldanên dîplomatîk ên Moskovê jibo çareserkirina qeyrana Sûrîyê bûye. Ev bûyera bereberê lidarxistina civîna wezîrên karên derve û berevanîyê yên Îran, Rûsîya û Tirkîyê li Moskovê, jibo alîkarîya bo aştîya li Sûrîyê pêk hat.

Bereyên li dijî Sûrîyê li navçê ji ber hevkarîya van sê welatana, nemaze ji ber çareserkirina nakokîyên di navbera Enqere û Moskovê da bi awayekî berfire dilgiran bûne. 

Eva li halekî ye ku Amerîka û Ewropa li cihanîna planên xwe jibo têkbirina hikûmeta Bişar Esed, serokomarê Sûrîyê tûşî işkestê bûne. Niha bi dû têrora sefîrê Rûsîyê li Enqerê, dijminên Sûrîyê jî dilê xwe bi vê xweş kirine ku careka din di navbera Moskov û Enqerê da gêre derkeve ta ku renge bikaribin bi alozkirina muzakirên dîplomatîk, welatên rojavayî jibo dewama piştgirîya ji qaşo neyarên navînrê li Sûrîyê han bidin.

Lê bûyerên piştî têrora sefîrê Rûsîyê li Tirkîyê nîşan didin ku Moskov û Enqere li bara Sûrîyê hevdeng û ser hemdê xwe ne.