Kanûn 19, 2016 17:47 Asia/Tehran
  • Konseya Hevkariya Kendava Farsê; ketina dû fermanên Erebistanê; pêkanîna derfetêina ji bo destwerdana Inglîs û Amerîkayê li navçeyê

Ebduletîf El Ziyanî Sek. giştî yê Konseya Hevkariya Kendava Farsê daxûyaniyek li bara Îranê weşand. Li vê daxûyaniyê tawanên bêbingeh li dijî Îranê hatine girêdan ku nîşana stratejî û helwêstên siyasî yên Erebistanê li bara Îranê ye. Li vê daxûyaniyê Têhran bi destwerdana li karên navxweyî yên welatên navçeyê ji wan Erebistana Siûdî, Behrêyn, Qeter û Yemenê hatiye tawanbarkirin.

Ji bo her kesî diyar û ron e ku welatên endama Konseya Hevkariya Kendava Farsê ji ber şopandina şîpîngerî û şerxwqaziyên siûdiyan tûşî gellek pirsgirêkên siyasî, aborî û ewlehiyê bûne. Navçe jî şehedê qeyranên bixeter ên siyasî û aborî ye û Erebistan berpirsa gellek ji pirsgirêkên pêşberî welatên dorhêla Kendava Farsê ji ber di encama kêşeyên navçeyî ye; Lê vê konseyê li daxûyaniya xwe tevî berovajîkirina rastiyan, ji civata navneteweyî xwestiye ku rê li ber kiryarên Îranê li dijî aştî û ewlehiya navçeyê bigire.

Ev cûre helwêstên ji ser lawaziyê û bi merema xalifandinê nîşan didin ku welatên ereb ên dorhêla Kendava Farsê hewcedara rastbînî û wergirtina dersê ji şaşitiyên berê ne. Ev konseya dewsa nêrîna hevkariyê hertim li dû pêkanîna qelaş û nakokiyan û çêkirina qeyranan li navçeyê bûye û tu pêngavek ji bo sekinîna li hemberî gefên rasteqîn ranekiriye. Divê ev pirs were kirin ku gelo Konseya Hevkariya Kendava Farsê heta niha çend daxûyanî bi nîşana şermezarkirina dagirkeriyên Israîlê dane û li kîjan civînê mijareke bêla, mentiqî û serbixwe li bara rastiyên şerê li Yemenê û Sûriyê hebûye? Lê Konseya Hevkariya Kendava Farsê her carê ji bo çêkirina duberetiyê û amadekirina rewşê ji bo destwerdana Amerîka û Inglîsê li navçeyê pêngaveke teze rakiriye û di pêngava herî teze da bi vexwendina serokwezîra Inglîzê qonaxeke teze ya destwerdanan Inglîzê li navçeyê dest pê kir.

Destkeftên vê konseyê tenê kêşesaziya li navçeyê û piştrastkirina destdirêjiya Erebistanê ser Yemen û Behrêynê bûne. Lê di vê navberê da pirsgirêkên pêşberî welatên navçeyê her viha peywendî û têkiliyên navbera welatan û xwestekên rewa yên gel hatine jibîrkirin. Niha Erebistamn têdikoşe ku li ser kavilên Konseya Hevkariya Kendava Farsê binaya teze ya Rêxistina Yekîtiya Erebî ya Kendava Farsê ava bike da ku hebûn û pênaseya xwe biparêze. Rayedarên Erebistanê bi rêzbendiyên navçeyî û helahelayê hewil didin ku atmosfêrekê ji bo xwe çêbikin da ku xwe ji bin berpirsiyariyên navneteweyî li bara kuştina zarok û gelê Yemenê û piştgiriya ji komên têrorîst li navçeyê derxînin.

Sala 2011`an Erebistana Siûdiyê ji bo alîkariya welatiyên behrêynî ku li hemberî cihêkarî û reftara nedadmendane ya Alê Xelîfeyê nerazîtiya xwe nîşan didan, çekdarên xwe şandine vî welatî. Li Yemenê jî bi hezaran zarok û jinan din bin bombeyên xelatkirî yên Amerîka û Inglîzê bo Erebistanê canê xwe ji dest dane.

Bi pêşîne û berboriyeke viha, dayîna daxûyaniyên bi vî rengî ji aliyê Erebistanê û li çarçoveya Konseya Hevkariya Kendava Farsê xapandina yên din û reftareke neasayî ji hêla dîplomatîk va ye. Erebistanê digel welatên din ên endama Konseya Hevkariya Kendava Farsê di serdema şerê sepandî yê heştsalî yê rêjîma beisa Iraqê bi serkirdayetiya dîktatorê berê yê vî welatî, Sedam, dolarên niftê ji bo gurrkirina şerê dijî Îranê û piştgiriya ji Sedam xerc kriin û dema ku Sedêm êrîşî ser Kuweytê kir û ew welata dagir kir, van welatan pûşmaniya xwe ji rola nerênî ya xwe li şerê dijî Îranê û piştgiriya ji Sedêm ragiahndin; Lê niha wer xûya dike ku van welatan berboriya xwe ji bîr kirine û xwe di cîgeheke rewa da dibînin û hevdeng digel Erebistanê Îranê wek gefek li dijî ewlehiya navçeyê didin nasandin.

Ev liv û tevgerên Konseya Hevkariya Kendava Farsê nîşana kiryarên plandarîştî û hesabbûyî ye ku bi armanca xerakirina peywendiyên di navbera Îranê û welatên navçeyê pêk tên; Lê divê were zanîn ku ev liv û tevger teqez ti alîkariyekê ji bo çareserkriina pirsgirêk û kêşeyên van welatan neke; dabînkirina berjewendiyên navçeyê her viha misogerkirina ewlehî û aramiay komkî tenê riyeke wê heye û ew rê bidestxistina têgihîştineke hevpar li ser armancên destwerdana bioyaniyan li navçeyê ye. Ji bo sekinîna li hemberî pirsgirêk û xeteran li navçeyê divê meriv rastbînane bifikire û mentiqî tevbigere û ji berboriya xwe dersê werbigire.