Alê Siûd Rêxistina Hevkariya Îslamî wek amûrekê bi kar tîne
Rêxistina Hevkariya Îslamî îro yekşemiyê mazovanê civînekê ye jibo ku rewşa însanî li Yemenê û alûgurên pêşerojên yên vî welatî hilkole.
Rêxistina Hevkariya Îslamî li civîna Cedê ku bi hevkariya nivîsgeha hevdengiya karûbarên însanî yên NY tê li dar xistinê qirar e rewşa însanî ya Yemenê û alûgurên muhtemel ên vî welatî binirxîne.
Eva di rewşekê de ye ku Cîmî Mek Goldrîk hevdengkirê mirovheziyê yê NY li karûbarên Yemenê hişyarî da ku bi dewama dorpêçkirinê û kêmasiya xwarekê, Yemen ji aliyê Erebistanê ve li ber xelayê ye. Erebistan bi piştgiriya ji aliyê Emerîkayê ji 26 Adara 2015an ve êrişên xwe yên hewayî ser Yemenê destpê kiriye. Li encama van êrişana xêncî kavilkirina binavahî û navendên tendrustiyê, zêde ji 10 hezar kes ji wan jin û zarokên yemenî hatien kuştin. Erebistanê li cinayetên xwe li Yemenê tim ji aliyê dewletên Rojavayê bitaybet Emerîka û Brîtanyayê ve hatiye piştgirîkirin û carnan civakên navneteweyî jî ji wan NY bi bêdengiya xwe li hember cinayetên Alê Siûd bûne hevriyê cinayetên wan.
Li vê çarçêvê, wezareta karên derve ya Brîtanyayê berevaniya firotina çekên vî welatî bo Riyazê kiriye û bi redkirina hin raporên derheq vê yekê ku êrişa Riayzê li Yemenê binpêkirina qanûnên navneteweyî ye ragihand kiryarên siûdiyan li Yemenê nayê pînekirin û heta NY jî jê piştgiriyê dike.
Xala giring li qeyrana Yemenê û şîdetgirtina dûhatên wê yên însanî li ev piştgiriyên rêxistin û civakên navneteweyî ji Alê siûd e ku roleke bingehîn li şerxwaziyên wê li navçê hebûye . Eva rexneyek e ku bi micidî li bara kiryara civakên navneteweyî tê hilêxistin.
Rêxistina Hevkariya Îslamî li halekê civîn li dar xistiye ku piştî derbasbûna çend salan ji qeyranênli Sûriyê û Iraq û Yemen ê tu pêngaveke krêhatî jibo kêmkirina qeyarnê ranekiriye û di pratîkê de roleke xwe tinebûye.
Hegera giring a vê pasîv û neçalakiya Rêxistina Hevkariya Îslamî eva ye ku ivîsgeha vê rêxistinê li Cedeya Erebistanê de ye û bi curekê bûye sedem Rêxistina Hevkariya Îslamî li xizmeta armancên siûdiyan be. Tişta ku vê hizrê bihêz dike eav ye ku Erebistan û Rêxistina Hevkariya Îslamî li qeyranên Sûriyê, Iraq û Yemenê aktoreke e ku qeyranan çê dike.
Bêguman Alê Siûd ji puena mazovaniya mala Kebê û mizgevta El-Heramê li Mekeya Mukereme û mizgevta nebewî li Medîna Munewere behra siaysî werdigre û wê ji çavkaniyên qaweta xwe ya nerim dizane.
Meke û Medîne jibo misilmanan pir giringiya xwe hene loma Alê Siûd hewl dide bi wê xwe îslamî nîşan bide û mudaxilên xwe li karûbarên welatên Îslamî pîne bike û ji wê ji bo bidestxistina timakariyên xwe yên siyasî behrê werbigre.
Alê Siûd bi kiryarên xwe yên xelk xapokîn bi lidarxistina hin civînan ji aliyê Rêxistina navneteweyî û navçeyî bin kontrola xwe mîna Rêxistina Hevkariya Îslamî û NY dil heye tevî xalifandina raya giştî ji vê rastiyê ku Alê Siûd berpirsê cinayetên li Yemneê ye hêzên berxwedana gelanî ya Yemenê bi serokatiya Ensarullahê berpirsê dûhatên qeyrana Yemenê bide nasandin.