Kanûn 18, 2016 16:26 Asia/Tehran
  • Teqînên Tirkiyê li Nêhrînekê

Li sala bihurî heta niha 18 êrişên terorîstîli li bajarên curbicur ên Tirkiyê qewimîne ku sercem 400 kes hatine kuştin û nîzikî 2000 kesan jî birîndar bûne.

Li gor rapora ajansa nûçan a Tesnîmê, Li vê sala dawiyê 18 êrişên terorîstî li nav Tirkiyê qewimîne  ku ji ber van teqînan sercem 400 kes hatine kuştin û nîzikî 2000 kesan jî birîndar bûne.

Ev teqînên terorîstî yan xwekujî bûne yan jî ji ber teqîna trombîlên bombekirî qewimîne û hedefa van teqînan hêzên eskerî û caran jî xelkê sivîl yê Tirkiyê bûye .

Êrişên terorîstî yên li Tirkiyê ji du roj berî hilbijartina 7 Hezîrana 2015 li Diyarbekrê destpê bû û teqînên din jî hefta bihurî li nîzikiya sporgeha tîma Beşîktaşê li Stanbolê û ya duh şemiyê li hemberî zanîngeha Ercîsa Qeyseriyê qewimîn ku ji ber teqîna duh 14 esker hatine kuştin û 55 kes jî birîndar bûn.

ajansa nûçan a Tesnîmê li raporekê îşareyî teqînên piştî hilbijartina Tirkiyê kiriye.

1- Li hilbijartina 7 Hezîranê li Diyarbekrê 5 kes hatine kuştin û 400 kes jî birîndar bûn û grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê berpirsyariya vê teqînê girte ser xwe.

2- Êrişa terorîstî ya Sorûçê (Pirsosê) li 20 Hezîrana 2015 li nav koma endamên teşkîlata cewanên sosyalîst û li navça Pirsosê ya parêzgeha Şanlî Ûrfayê qewimî ku di encamê da 33 kes hatine kuştin û 104 kes jî birîndar bûn.

3- Teqîna du bomban li civîna `` Kar, Aşitî û Demokrasiyê li 10 Cotmeha 2015 li Stanbolê û li nîzikiya meydana Sîhiye ku 109 kes hatine kuştin û 500 kes jî birîndar bûn.

4- Teqîna 12 Çileya 2016 li meydana Soltan Ehmed a Stanbolê ku di encamê da 10 kes hatine kuştin û û 15 kes jî birîndar bûn, Grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê berpirsyariya vê teqînê qebûl kir û li vê rûdawê çend kesên biyanî jî bûn gorî.

5- Teqîna 17 Sibata 2016 li Enqerê ku 29 kes hatine kuştin û 61 kes jî birîndar bûn û grûpa Têrbazên Azadiya Kurdistanê (TAK) ku grûpeke cudabûyî ji PKK ye berpirsyariya vê teqînê girte ser xwe.

6- Teqîna 13 Adara 2016 li Enqerê ku 37 kes hatine kuştin û 125 kes jî birîndar bûn, Ev bomba li nîzikiya avahiya berê ya serokwezîriya Tirkiyê û li nîzikiya hêzgeha mitroyê qewimî, TAK`ê dîsa jî berpirsyariya vê teqînê qebûl kir.

7-Teqîna înteharî ya 19 Adara sala 2016 li nîzikiya meydana Teqsîm a Stanbolê qewimî ku 4 kes hatine kuştin û 36 kes jî birîndar bûn, Îraniyek û çend kesên din ên biyanî li vê teqînê bûne gorî û grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê berpirsyariya vê teqînê qebûl kir.

8- Teqîna li hemberî pêgehekî eskerî li 2 Nîsana 2016 li Mêrdînê ku kesek hate kuştin û 11 kes jî birîndar bûn.

9- Êrişa înteharî ya 27 Nîsana 2016 hemberî mizgeftekê li Bûrsayê qewimî ku kesê xwekuj hate kuştin û 13 welatiyên Tirkiyê jî birîndar bûn Grûpa TAK`ê berpirsyariya vê teqînê girte ser xwe.

10- Teqîna 1 Gulana 2016 li Dîlokê li hemberî navenda polîsê vî bajarî ku 3 polîs hatine kuştin û 22 kes jî birîndar bûn, grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê berpirsyariya vê teqînê girte sikura xwe.

11- Teqîna 10 Gulana 2016 li Diyarbekirê li navça Baxlarê ku 3 kes hatine kuştin û 45 kes ji wan 12 polîs birîndar bûn PKK berpirsyariya wê girte ser xwe.

12- Teqîna 12 Gulana 2016 li Sencaqtepeya Stanbolê li ser riya karwanekî eskerî li 300 metriya avahiya qumanditiya hêza hewayî ya artêşa Tirkiyê ku 5 polîs û 3 kesên din birîndar bûn. PKK ev teqîna girte xwe.

13- Teqîna 7 Hezîrana sala 2016 li navça Weznçîler a Stanbolê ku 11 kes ji wan 6 polîs hatine kuştin û 36 kes jî birîndar bûn, TAK`ê berpirsyariya vê teqînê qebûl kir.

14- Teqîna navça Mîdyatê li parêzgeha Mêrdînê li 8 Hezîrana 2016 li navenda qumandetiya jandarmeriya Anîtliyê ku 5 kes ji wan 2 hêzên ewlehiyê hatine kuştin û 51 kes jî birîndar bûn û PKK ev teqîna girte ser xwe.

15- Teqîna terorîstî ya balafirgeha Ataturk a Stanbolê li 28 Hezîrana sala 2016 ku 45 kes hatine kuştin û 238 kes jî birîndar bûn û TAK`ê ev teqîna qebûl kir.

16 Teqîna li nav dawetekê li Qazî Antepê li 20 Tebaxa sala 2016 51 kes hatine kuştin û 91 kes jî birîndar bûn û PKK ev teqîna qebûl kir.

17-Teqîna li hemberî sporgehekê li Stanbolê ku 38 polîs û 8 kesên sivîl hatine kuştin û 166 kes jî birîndar bûn û TAK`ê ev teqîna girte sikura xwe.

18- Teqîna li ber zanîngehaErcîsê ya bajarê Qeyseriyê ku 13 esker hatine kuştin û 55 kesên din jî birîndar bûn rayedarên tirk ev teqîna avêtin ustiyê  PKK, lê belê piştî vê yekê TAK`ê  ev teqîna girte ser xwe.