Çiraya Kesk a Amerîkayê ji bo dagirkirina dubare ya Palmîrayê
Bişar Esedê serokomarê Sûriyê roja çarşemiyê 14`ê Kanûna 2016`an li hevpeyivîna digel kanala 2 ya têlêvîziyoniya dewletî ya Rûsiyê got: Êrîşa têrorîstan li bajarê Palmîrayê li parêzgeha Humsê li rojavaya Sûriyê bi çiraya kesk a Amerîkayê pêk hat.
Amerîak yek jui xwedîrolên sereke yên qeyrana Sûriyê li warê siaysî û meydanî ye û li vî warî da gellek eger hene. Qeyrana Sûriyê ji bo Amerîkayê ji hêla siyasî va mijareke bingeyhîn e. Li gorî vê mijarê Amerîka azadkirina Helebê wek yek ji têkçûnên xwe yên herî girîng li qeyrana Sûriyê dizane. Amerîka ji bo girtina pêşiya kamilbûna vê şikestê an ji bo nuximkandina wê berê xwe daye du stratijiyan. Amerîka û hevpeymanên wî welatî her carê ku tûşî ihtimala têkçûna li Sûriyê bûne bi behrewergirtina ji sziyên navneteweyî ji wan Konseya Ewlehiyê ya Rêxistina Neteweyî civîneke lezgîn pêk anîne û li bara qewimîna karesata mirovî nigeraniyax we diyar kirine./ Amerîka ji vê riyê derfeta bidestxistina şiyanê dide têrorîstêîn li Sûriyê. Li ser vê esasê li halekî ku çend hewildanên van rojan ji bo dayîna biryarnameyekê li dijî Sûriyê li Konseya ewlehiyê bê encam bûn, tenê rojekê piştî azadkirina Helebê ji bin dagirkeriya têrorîstan, Konseya Ewlehiyê roja 14 Kanûnê civînek li dar xist. Li vê civînê Ban Kî Mûn, sikritirê giştî yê NY got ku NY raporên diltezîn li bara êş û azara welatiyên sivîl li Helebê wergirtine û hemî alî gere her karê ku ji destê wan tê ji bo rawestandina tiştê ku wî kuştina li Helebê da zanîn, bikin.
Ev şêwaza NY û mêdyayên rojavayî li hevpeyivîna roja buhurî ya Bişar Esed digel kanala têlêvîziyonî ya Russia Today`a erebî kete ber rexneyên Esed. Bişar Esed tevî rexneya ji bêdengiya rayedar û mêdyayên welatên rojavayî li hemberî êrîşa DAIŞ`ê li ser tedmurê got: Heke ev bajar dikete bin kontrola hêzên sûrî, welatên rojavayî li bara mîrata heyi li vî bajarî û welatiyên sivîl nigeraniya xwe diyar dikirin; Lê niha ku têrorîst têda ne, ti bertekek ji aliyê welatên rojavayî va nayê dîtin.
Stratejiya din ku ASmerîka li pey zêîdebûna ihtimala şikesteke giran li qeyranan Sûriyê digire ebr xwe, lêdanan derbên giran bo Sûriyê li bereyên din e. Wek mînak li halekî ku artêşa Helebê li havîna sala buhurî bi alîkariya hevpeymanên xwe cadeya Kastîluyê girêda da ku têrroîstên hzir li Helebê tam bixe bin dorpêçê, fiorokeyên şêrr ên amerîkî li Cebel El Serdeyê li Dêyre Zorê êrîşeke xwînbar li ser artêşa Sûriyê pêk anîn ku encama wê tevkujiya 58 çekdarên artêşa Sûriyê bû. Ev stratijî niha piştî azadkirina Helebê jî ji aliyê Amerîka û hevpeymanên wî welatî tê bikaranîn ku Bişar Esed jî li ser wê pêgirî kir.
Têrorîstên ku êrîşî ser bajarê Palmîrayê kirin ji Reqayê li bakur û Dêyre Zurê li rojhilata Sûriyê gihîştin wêîd erê.
Tiştêî ku gotinnê Bişar Esed li bnara Çiraya kesk a Amerîakyê ji bo êrîşa li ser Palmîrayê diselimîne, ev e ku têrorîstan li halekî bi dehan kîlometr mesafeya ber bi bajarê Palmîrayê rê hatin ku çekên giran bi wan ra bûn. Ev veguhestin niakre bêyî piştevaniya piştgirên têrorîstan ji wan Amrîkayê pêk were. Bişar Esed her viha amaje bi mijarekê kir ku nîşanek din ji piştgiriya Amerîkayê ji têrorîstan li Sûriyêî tê hesêb. Li gorî gotina Esed têrorîstan li halekî êrîşa ser bajarê Reqayê li bakurê Sûriyê kiribûn ku hêza hewayiya Amerîkayê desthilata xwe li ser vî bajarî hebû, lê karekî dijî têrorîstan nekir.