Kanûn 12, 2016 16:39 Asia/Tehran
  • Wajokirina peymana firotina balefira şîrketa Boyîngê bo Îranê, derbasbûna ji boykotên li dijî mirovahiyê li dijî Îranê

Şîrketên balefiran a Îran Airê û Boyîngê (Boeing) roja yekşemiyê peymana kirîna 80 balefiran li Têhranê wajokirin. Ferhad Perweriş rêveberê Îran Airê diyar kir: 50 balefirên modela 737 û 30 balefirên modela 777 ên panpeyker in ku li dewreyeke 10 salî dê radestî Îranê bên kirin.

Filçêr Barak Dal alîkarê rêveberê şîrketa  Boeing`ê jî li kêleka  vê mersimê got ku  peyman a bi Îranê re ji aliyê dewleta Emerîkayê ve hatiye piştrastkirinê. 

Li gorî gotina  nunerê Boeing`ê, nirxa vê peymanê bi qasî 16 milyar û 600 milyon dolarî ye.

Ev peymana  li Têhranê navbera nunerên  Şîrketa geştên esmanî ya  Iran  Air û Boeing`ê bi beşdariya  Ebas Axondî wezîrê û çêkirina bajaran ê Îranê  hat wajokirin.

Wezîrê rê  û çêkirina  bajaran ê Îranê piştî wajokirina  vê peymanê got : Bi hatina van balefiran nav rêza hêza hewayî ya Şîrketa geştên esmanî ya  Iran  Air`ê, 50 hezar kursî zêdeyî hêza rêwîhilgirtina heway ya Îranê dibe.Dewleta Emerîkayê li dewama siyasetên xwe li hember Îranê û berûvajoya qanûnên navneteweyî firotina baleaira rêwiyan û heta dayîna  ardûyê bo wan balefiran danî nav lîsteya boykotên zalimane li dijî Îranê. Emerîka ku îdiaya berevaniya ji mafên mirovan dike bi ev kiryara li dijî mirovahiyê bi salan e canê rêwiyên îranî xistiye xeterê.

Rakirina boykotan ji wan li mesela kirrîna  balefira rêwiyan ji yekim rojên destpêkirina  muzakirên rêketinnama  navokî ji wan bernamên herî giringe tîma muzakirekirê navokî bû  çawa ku behsa nûjenkirina  pêşeya hewayî ya Îranê li rêketinnama navokî jî tê dîtin.

 Belgeya  rêketinnama navokî li beşa dudiyan a pêsiparteyên Emerîkayê ser mafê Îranê jibo danûstandina  azad a balefire rêwiyan tekez dike.

Li gorî texmînan Ajansa geştên esmanî ya Îranê hevcedarê 400 heya 500 balefirên nû ye. Loma Îran jibo dabînkirina  beşek ji hevcetiya  xwe peymana kirînê ji  şîrketên bi nav û deng ên çêkirina balefiran ên cîhanê ji wan Boyîng û Airbasê wajo kiriye. Li ser vê esasê li sefera serokê Komara Îslamî ya Îranê bo Fransayê hevhatinnameyek navbera Îran û şîrketa fransî ya Airbasê hat îmzekirin ku li gor wê Îran dê 118 balefirên rêwiyan bi qasî 105 milyar dularî bikire.

Li gorî hevhatinnama îmzebûyî ev peyman divê destpêka meha  Adara buhurî  bihata wajokirinê û dawî biba lê bi derbasbûna  demê berbendên  zav ser riya kirrîna  balefiran ji Airbasê çêbûn.

Qanûnên wezareta xizînedariya Emerîkayê  rê nedan bankên  emerîkî pêdiviyên aborî yên  firotina  balefire rêwiyan bo Îranê dabîn bikin. Li halekê ku kirîna  her balefirekê hevcedarê herîkêm 70 milyon dular sermayê ye ku reqemeka zêde ye.

 Kongira Emerîkayê jî vê dawiyê qanûna  boykotên Îranê`` Damatoyê`` heya deh salên din dirêj kir û piştî wê jî plana  qedexetiya  firotina balefirên  rêwoyan bo Îranê pejirand ku bi vî awayî pirsgirêkeke mezin ser riya  du  şîrketên mezin yanê Boyîng û Airbasê jibo danûstandina tev Îranê çêbibe.

Li her halî niha peymana tev Boyîngê li gor destûra dewleta niha ya Emerîkayê hatiye girêdanê li halekê ku cihanîna  rêketinnama  navokî bi bijartina  Donald  Trump wek serokkomarê  Emerîkayê hinekî nezelal e.

 Lê dîsa jî bandora guhertina serokkomarê Emerîkayê ser rêketinnama navokî nikarin bû hûrî kûrî binirxînin.  Donald Trump bi caran beha girankirina  boykotan û rexnekirina rêketinnama navokî kiriye.  Lê wî li hin heveyvînên xwe yên hilbijartinê gotinên newekhev jî li bara boykotên Îranê kiriye.  Yek ji rexneyên sereek yên Trumpji Hevhatinnama navokî eva ye ku  çima  tenê şîrketên neemerîkî dikarin bi Îranê re danûstandinê bikin.

 Wî li Îlona par li xwenîşandana  li dijî rêketinnama navokî beşdar bû û got : Hemî welat dixwezin bi Îranê re  muamile û ticaretê bikin. Ew dê  pereyeke zav qazanc bikin lê me li hev kiriye û biryar nine em tiştekê bi dest xînin.

 Trump li cieke din gotibû Îran ji Airbasê balefiran dikre lê Boyîng li van peymanan li kû ye? Çima  me hevhatin bi curekê negirêdaye ku Boyîng jî bikaribe balefiran bifroşe Îranê:. Biryar e Îran bi beşek ji 150 milyar dulara ku qirar e em bidinê 114 balefirên cêt bikre lê ew balefiran ji  Emerîkayê nakire belkî ji Airbasê dikre.

 Nuiha Boyîng û Airbas jibo kirîna  hinek balefiran ji Xizînedariya Emerîkayê destûr wergirtine  û dikarin bi destûra qanûna ya Emerîkayê  balefiran bifroşine Îranê.

 Niha dêvê lêbinêrin ka Gelo Trump tim siaysetên xwe yên tund  li dijî Îranê ber bi betalkirian rêketinnama navokî dibe û şik û gumanên  li bara cihanîna ev hevhatinnama  navneteweyî û hevhatinnama  kirîna  balefiran ji aliyê Îranê dê bighêje ku derê?

 Cêym Hayner nunerê kongirê û dijberê pejirandina  plana  dirêjkirina  boykotên Îranê bawer e ji destdayîna  peymaneke 25 milyar dularî jibo Boyîngê pir giran e û ji ber zextên ku dê ji aliyê karkir û sendîkayên  karkirê pêk werin ev şîrketa dê hewl bide ku nehêle ev peymana  were  betalkirin.