Hevdîtina serokwezîrê Tirkîyê ligel serokomarê Ûrsêtê
Dewleta Tirkîyê careka din xwest ku peywendêyên ligel Rûsîyê bizvirin rewşa berê.
Binelî Yildirim serokwezîrê Tirkîyê li hevdîtina tev serokomarê Rûsîyê li bajarê Moskovê, tevî ku xwest peywendêyên aborîyê yên Enqere û Moskovê bizvirin ser rewşa berî 24`ê Mijdara sala buhurî got: Li gorî hin hegeran ku ez naxwazim niha behsa wan bikim, asta danûistandinên baziraniya her du welatan daketîye.
Li gorî rapora malpera ragihandinê ya Koşka Kirêmlînê, hevdîtina Viladimîr Pûtîn û Binelî Yildirim duh danê êvarê li Koşka Kirêmlînê pêk hat. Serokomarê Rûsîyê di vê hevdîtinê da li axavtinekê hêvî kir ku li serdana Yildirim bo Moskovê hin pêngav jibo guhertina reşw neyênî ya peywendîyêîn her du welatan bên rakirinê. Pûtîn herwiha helwesta delweta Enqerê ya rizamendîya li bara danîna borîya gazê ya bi navê Cereyana Şîn binirx wesif kir û got: Ev plana yek ji projên herî mezin e ku her du welat cih tînin.
Meriv dikare seredana serokwezîrê Tirkîyê bo Rûsîyê wekî destpêka serdana pêşerojê ya Receb Teyîb Erdogan serokomarê Tirkîyê bo Rûsîyê bizane. Piştî alozîya bi dû jordaxistina balafira cengê ya Soxo-24 a Rûsîyê ji alîyê hêzên hewayî yên Tirkîyê li esmanê Sûrîyê nêzîkî sînorê vî welatî û Tirkîyê di 24`ê Mijdara sala buhurî da, Binelî Yildirim duyemîn rayedarê pilebilind ê Tirkîyê ye ku serana Ûrsêtê kirîye. di 9`ê Tebaxa îsal da, Receb Teyîb Erdogan serokomarê Tirkîyê bi merema lêborînxwestinê û destpêkirina peywendîyên ligel Rûsîyê, serdana Moskovê kir.
Lewma serdana serokwezîrê Tirkîyê bo Rûsîyê di rewşa niha da li gorî rewşa navçê bilî peywendîyên dualî ji hêla alûgurên niha yên navçê jî girîng e.
Xasma ku peywendîyên Tirkîyê û YE`yê careka din tûşî pirsgirêka hertimî û ya nû bûne. Bi gotineke din, sefera serokwezîrê Tirkjîyê bo Rûsîyê di demekê da ye ku peywendîya di navbera Tirkîyê û YE`yê da sar bûye û nîşanên qeyrana darayîyê li Tirkîyê aşkira bûne. Di vê serdanê da mijarên wek bikaranîna dirafên Lîr û Rûbil li ticareta her du welatan, endametîya Tirkîyê li Sazîya Hevkarîya Şanghayê, gotûbêja li bara rewşa Sûrîyê û Iraqê, hevkarîya li warên enerjîyê û jordabirina asta ticareta salane ya her du welatan heta sed milyard dolarî di destûrkara muzakireyan da ne.
Bi gotineke din li serdana Yildirim a Moskovê vejîyandina peywendîyên aborî û ticarî yên her du welatanewlewîyetek tê hesêb ji ber ku jibo Tirkîyê gellekî girîng e ku hevkarîyên dualî ku derbên giran lê ketine û zîyanên aborî ji ber vê yekê jî ku bi milyardan dolar tê nirxandinê, vejîne. Di rastîyê da, sefera serokwezîrê Tirkîyê ya Rûsîyê, jibo dewleta Enqerê zêdetir girîng e. Ji ber ku ev serdana dikare bibe sedema berteka YE`yê. Çawanîya reftara rayedarên Moskovê li hemberî serokwezîrê Tirkîyê jibo YE`yê girîng e. Enqere çavlirê ye ku derîyên YE`yê careka din ser Tirkîyê da bên vekirinê di eynî halî da jî hewl dide sîyaset û peywendîyên xwe li navçê hevseng bike.
Berovajî meyla Tirkîyê ya rakirina lezgîn û tam a boykotên Moskovê li dijî Enqerê, Rûsîya vê pêvajoyê ser hemdê xwe cih tîne. Xanima Marîya Zaxarova berdevka wezareta karên derve ya Rûsîyê destpêka vê mehê li bara hegera ibtalnekirina hemî boykotên Moskovê li dijî Enqerê sepandine, ragihand ku me bi caran pêkutî kirîye ku xirabkirin û têkbirina peywendîyan hêsan e lê, vejîyandina wan gellekî dijwar e. Ev gotinên berdevka wezareta karên derve ya Rûsîyê bi vê wateyê ne ku dewleta Enqerê li bara rakirina boykotên Moskovê li dijî Enqerê nabe ku lezê bike.