Civîna serokên Konseya Hevkariya Kendava Farsê li Menamê
Îro Behrêyn mazovanê civîna serokên Konseya Hevkariya Kendava Farsê ye.
Civîna 37-an a civîna serokên Konseya Hevkariya Kendava Farsê îro karê xwe li Behrêynê destpê dike û ji ber gêre û kêşeyên mezin ku di nav vê saziyê da hene, roja îro ev civîna wekî civînekî işkestxwarî li navçê tê hisab û ferq û tefûta vê civînê tev civînên dine civîna serokên Konseya Hevkariya Kendava Farsê heye.
Babetekî girîng ku qirare li civîna serokên Konseya Hevkariya Kendava Farsê li ser bê axivtin, mesela hevgirtina van welatan û xebata van welatan gor nijyarekî nû ye ta ku ev nijyara nû ciyê Konseya Hevkariya Kendava Farsê bigre, ji ber ku ev konseya li halê hilweşiyana tam e.
Şehediyên li vê barê vê yekê nîşan didin ku qirare sîstema nû ya Konseya Hevkariya Kendava Farsê li ser kaviliyên berê yên vê konseyê bê damezirandin ku eva nîşan dide ku ev sîstema nû jî dê rastî işkestê were.
Wisa diyare piraniya welatên erebî yên derûdora Kendava Farsê ku berê endamê Konseya Hevkariya Kendava Farsê bûne niha jî qirare li nav vê sîstema nû ya Yeketiya Welatên erebî yên derûdora Kendava Farsê hebin, bi vê qirarê her ji niha va kifşe ku pilana damezirandina Yeketiya welatên erebî yên derûdora Kendava Farsê, pilanekî işkest xwariye.
Mesela êcêb li bara civîna Menamê hizûra xanima Theresa Mary May serokwezîra Ingilîzê li vê civînê ye ku eva nîşana tesîr vergirtina vê konseyê ji siyaseta welatên serdestxwaz e.
Hejî gotinê ye ku welatên erebî yên derûdora Kendava Farsê roja îro bûye ciyê îsteqrara pêgehên eskerî yên welatên hêzxurt û siyasetên berevanî û derveyî yên van welatan tesîr girtî ji siyasetên dewletên rojavayî ye.
Her ev mesela bûye sebeb ku van welatên erebî heta niha nekaribin hevkariya hevdu bikin yan jî wekî saziyekî hevkar kar û xebatên xwe bidomînin.
Eva li halekê ye ku hebûna neyariyên siyasî, zêdexwaziyên Erebistanê bona tehmîlkirina nêhrînên xwe ser welatên endame Konseya Hevkariya Kendava Farsê û rikeberiyên navçeyî û rikeberiyên di navbera welatên endame vê konseyê manê û berbendên sereke li ser riya hevgirtina van welatan çê kiriye.
Eva li halekê ye ku siyasetên abûrî û eskerî yên Erebistanê dûhatên nerênî bona Konseya Hevkariya Kendava Frasê hebûye û heye.
Her eva ku Erebistanê li xiyanetekê da bihaya niftê kêm kir, netenê xisaret li Riyazê ket ku dûhatên nebaşe vê siyasetê gihêşte hemû welatên endame Konseya Hevkariya Kendava Farsê.
Niha ewqas kirîza abûrî li nav Konseya Hevkariya Kendava Farsê zêde bûye ku îdî tu qudretekî vê saziyê bona pêkanîna yeketiyekî nû nemaye.
Ji aliyê dinve nekarayiya Konseya Hevkariya Kendava Farsê bona çareserkirina kirîzên navçê yên wekî kirîza Sûriyê û Iraqê û Yemenê, ji ber siyasetên neberaqile vê saziyê, bûye sebeb ku hema welatên endane vê konseyê bi xwe jî vê konseyê bê hêvî bin.
Zêdexwaziyên Erebistanê li nav Konseya Hevkariya Kendava Farsê bûye sebeba nerezamendiya hinek ji welatên endame vê saziyê ku eva bûye sebeb ku hinek ji welatên ereb yên derûdora Kendava Farsê li fikra derketina ji nav vê saziyê bin.
Neyariya raste raste Emanê li civîna berê yê Konseya Hevkariya Kendava Farsê digel xebata ji bo pêkanîna Yeketiya erebî yên derûdora Kendava Farsê nîşana viyaye ku welatên navçê tu pêşerojek ji bo vê saziyê berçav negirtine û hemû pê hesiyane ku ev saziyên wiha tenê bûye emrazek ji bo zêdebûna desthilata Erebistanê li nav welatên endame Konseya Hevkariya Kendava Farsê.