Liv û tevgerên Amerîka û Ingilîsê jibo gîhandina alîkarîyê jibo têrorîstan
Raporeke nû nîşan dide ku Amerîka û Ingilîsê imkana şandina alîkarîyan bi rêka paraşûtan bo deverên bin kontrola têrorîstan li bajarê Heleba Sûrîyê hilkolandine.
Rojnama Guardian`ê bi raporekê di vî warî da nivîsî ku li gotûbêjên rayedarên Amerîka û Ingilîsê bijareyên curbicur ji wan şandina alîkarîyan bi rêya paraşûtê bo têrorîstan li Sûrîyê hilkolandine. Eva li halekî ye ku London û Waşîngton dilgiranê wê ne ku meimûrîyetên bi vî rengî mimkin e ku bibin sedema şerê rasterast bi Sûrîyê ra. Guardian herwiha dinivîse ku Rûsîye jî di çarçova pêngavên xwe li dijî têrorîstên DAIŞ`ê pê bicihkirina mertalên pêşketî yên berevanîyê li Sûrîyê ku berbendeke mezin li ser rêya vê plana fêlbazane ya Amerîkayê û Ingilîsê tê hesêb ketîye ber haykûfa welatên rojavayî.
Ingilîs jî wek Amerîkayê, Ûrsêtê tawanbar dike ku astengîyan ser rêya şandina alîkarîyên hawargiheştin û xwarekê bo dorpêçbûyîyên li Helebê derdixe ta ku raya giştî ji ser piştgirîya welatên rojavayî ji têrorîsmê di çarçova alîkarîyên hawargîhanîyê da bixalifîne.
Işkest û têkçûnên têrorîstan li Sûrîyê, piştgirên wan ango dewletên rojavayî û hin welatên ereb xistine dilgiranîyeke giran û kûr û ew bi dû xilaskirina têrorîstan in û niha amadekarîyê jibo dewra nû ya gîhandina alîkarîyan jibo têrorîstan dikin. Eva li halekî ye ku ev alîkarî midehek e ku didomin û di vî warî da mêdyayên nêzîkî têrorîstan li navçê ji wan El Şerq ul Ewset a Erebistanê ku dewleta wî yek ji piştgirên têrorîstên li Sûrîyê ye, li ser vê yekê li xwe mukur hatine. Vê rojnamê midehekê berî niha ji zarê Çarliz Lêstêr karzanekî amerîkî yê meseleyên Sûrîyê ragihand ku herîkêm 2 barên hawargîhanîyê û çek û sîlehan di van mehên dawîyê da giheştine destê koma çekdar a qaşo Artêşa Azad a Sûrîyê.
Ev xebera li halekî ye ku derdorên nûçeyan ji wan kanala 2 a televîzyona Rûsîyê aşkira kir ku ev barana giheştine destê koma têrorîst a DAIş`ê û komên têrorîst ên ser bi wê.
Di vî warî da li gorî agahîyên ku herî nû hatine weşandinê, depoyeke Cebhet ul Nusrê ya sîlehên pêşketî yên amerîkî nêzîkî Helebê hatîye peydakirinê ku ev yeka nîşan dide ku bareke 1700 tonî ya alîkarîyên hawargîhanîyê û çek û rextan bi rêka bendera Eqebê ya Urdinê ketîye ber destê vê komê.
Eva li halekî ye ku navenda lêkolînan a Kartêr a Amerîkayê jî bi aşkirayî li xwe mukur hatîye ku bilî koma Cebhet ul Nusrê ku navê wê di lîsteya têrorîsma cehanî ya NY da ye, mideha 2 salên buhurî da, 23 komên çekdar ên dijî dewleta Sûrîyê wekî endam li Artêşa Azad a Sûrîyê alîkarîyên hawargîhanî û serbazî ji Amerîkayê wergirtine.
Bê guman Amerîka û hin welatên ewropî ji dabînkerên alav û diraf û sîlehan jibo komên têrorîst ji wan DAIŞ`ê ne.
Li halekî ku rayedarên NY li ser pêwîstîya boykotkirina koma têrorîst a DAIş`ê û mehkemekirina endamên vê komê disekinin li gorî nûçeyan têrorîstan alîkarîyên derveyî ser navê alîkarîyên insandostîyê wergirtine.
Li gorî van rastîyan e ku rayedarên Sûrîyê tevî pêkutîya ser dewama hewldanên xwe di warê gîhandina alîkarîyan jibo gelê Sûrîyê û pêkanîna hêsankarîyên pêwîst di vî warî da, li bara her cure sûdwergirtina narewa ya sîyasî ji qeyrana insanî ya vî welatî ji hêla endamên Konseya Ewlehîyê va jibo pêşdabirina destwerdanên xwe li vî welatî û rewanîşandana kiryarên serbazî yên ihtimalî hişyarî dan.
Hêjayî gotinê ye ku Konseya Ewlehîyê ya NY jî bi pejirandina biryarnama 2170`yê li ser jiçekirin û hilweşandina hemî komên ser bi Al-Qaidê ji wan koma têrorîst a DAIş`ê sekinîye.
Di çarçova biryarnama 2170`yê da, bikaranîna boykotan li dijî kesên jibo komên têrorîst endaman kom dikin, an piştgirîya darayî û serbazî didin wan û jibo van komana şêrr dikin, divê bên şopandinê. Eva li halekî ye ku kiryarên bikîn ên hin alîyan ji wan ên hin welatên ewropî û nemaze Amerîkayê di rastîyê da bûne sedema bêbandorbûna vê biryarnamê.